Li başûrê Kurdistanê êrîşên li dijî welatparêz û siyasetmedarên kurd ên ji bakurê Kurdistanê koç bûn berdewam in. Di encama êrîşên bi hevkariya MÎT û PDK’ê de heta niha bi dehan kes hatine qetilkirin. Di sala borî de tenê li Silêmaniyeyê herî kêm 5 êrîşên sûîqestê hatin kirin. Di êrîşa 4’ê cotmeha 2022’yan de edîtora Kovara Jineolojiyê, endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel li Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Di êrîşa 28’ê tebaxa heman salê de endamê Meclisa Rêveber a Tevgera Azadî Şeyl Xurid Ezîz (Mamoste Şemal) hate qetilkirin. Di êrîşa 17’ê gulanê ya heman salê de li Taxa Bextiyarî welatparêzê ji bakurê Kurdistanê Zekî Çelebî bi giranî birîndar bû û di 18’ê gulanê de jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa 17’ê îlona 2021’an de endamê Komîteya PKK’ê Yasîn Bulut (Şukri Serhed) li Silêmaniyeyê hate qetilkirin. Di 16’ê îlona 2021’an de ji welatiyên Bakur, Ferhad Bariş Kondu li Silêmaniyeyê di êrîşekê de bi giranî birîndar bû. Îsal jî welatparêzê kurd Huseyîn Tûrelî li Dihokê di êrîşeke sûîqestê de hate qetilkirin. Hikûmeta başûrê Kurdistanê têkîldarî van êrîşan tu lêpirsînên bibandor nedan destpêkirin û ji kujeran hesab nepirsî.
Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarê kurd Nasir Yagiz têkîldarî êrîşên li Başûr li dijî siyasetmedar û welatparêzên kurd tên kirin de axivî.
‘Hevkarên tarî yên herêmî bi alîkariya MÎT’ê rola pêşeng dilîzin’
Yagiz, diyar kir ku rêveberiya PDK’ê li hemberî van êrîşan tu tevdîran nagire û wiha got: “Beşekê girîng a konsepta tunekirina kurdan a dewleta tirk, li başûrê Kurdistanê tê meşandin. Polîtîkayên qirkirin, çewisandin, tirsandin û revandinê yên dewleta tirk didomin. Hevkarên tarî yên herêmî bi alîkariya MÎT’ê rola pêşeng dilîzin û hewl didin encamekê bi dest bixin. Welatparêzên kurd Mehmet Zekî Çelebî, Yasîn Bulut û Nagihan Akarsel ku ji ber aloziyên siyasî yên Tirkiyeyê hatibûn vê derê, di çarçoveya vê armancê de hatin qetilkirin. Herî dawî jî hevalê me Huseyîn Tûrelî li Dihokê ku navenda herî qelebalix û herî mezin a bazirganiyê ye, hate qetilkirin. Berê jî li dijî hevalê me Huseyîn sûîqestek hatibû kirin. Lê tevî van sûîqestên siyasî jî hikûmeta Başûr tu tevdîran nagire. Di vê mijarê de hevalên me gelek hewldanên dîplomatîk kirin lê dîsa jî rê li ber cînayetan nehat girtin. Bêhelwestbûna hikûmeta Başûr a li dijî vê rewşê, dilê her kurdekî diêşîne.”
‘Kurdên noker cesaretê ji PDK’ê digrin’
Bi domdarî Yagiz diyar kir ku ji êrîşan armanc tê kirin ku nasnameya kurdatiyê li başûrê Kurdistanê were tunekirin û wiha pê de çû: “Kesên hatin qetilkirin, hevalên me yên li sirgûnê ne ku ji ber pirsgirêkên siyasî hatine başûrê Kurdistanê. Hikûmeta başûrê Kurdistanê nikare aramiyê pêk bîne. Ji bo hevalên me şert û mercên însanî pêk ne anîn. Sedema van cînayetan desthilatdariya Başûr a di nava krîzê de û MÎT e. Bêguman kurdên noker di şexsê PDK’ê de cesaretê didin van hêzên tarî. Siyasetmedarên kurd weke cihê herî biewle vê derê dibînin û tên. Cihê xemgîniyê ye ku li vir tên kuştin. Hevalên me ji ber nasnameya xwe ya birûmet, ji ber têkoşeriya xwe tên hedefgirtin. Hedefa van êrîşan, tunekirina nasnameya kurd a azad a berxwedêr e. Mafê jiyanê yê mirovan yek ji mafên herî bingehîn e ku li her derê cihanê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye misogerkirin. Divê hikûmeta Başûr vê rastiyê bizane û hevalên me biparêze. Neparastina hevalên me, ji bo hikûmeta Başûr cihê şermê ye. Ev hişmendiyeye ku nahêla yekitiya kurdan jî pêk bê.”
‘Divê mafên welatiyên li vir bên misogerkirin û parastin’
Di berdewamê de Yagiz destnîşan kir ku NY bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrîşan cesaretê dide hikûmeta Başûr û axaftina xwe wiha qedand: “Nûnertiya me di vê mijarê de hem bi nivîskî hem jî rû bi rû hevdîtin kirin. Me fikarên xwe yên der barê vê mijarê de anîn ziman û xetereya li ser jiyana siyasetmedarên Bakur vegotin. Xetere li ser jiyana me heye û mafê me yê xweparastinê heye. Dê hevdîtinên me zêdetir bibin. Em forma xwe ji NY’ê digirin û mafê penaberiyê digirin. Berpirsyarê van bûyeran NT û hikûmeta Başûr e. Heta îro jî NY’yê der barê van sûîqestan de daxuyaniyek nedaye. Li Silêmaniyeyê 3 hevalên me şehîd bûn. Piştî şehadeta Huseyîn jî ji aliyê NY’yê ve tu daxuyanî nehatin dayîn. Hemû cihan kêmasî û bêhesasiyeta rêveberiya başûrê Kurdistanê dibîne. Bêdengiya NY’yê hêzê dide hikûmeta Başûr. Kurd li ser axa xwe nayên parastin. Ev êşeke pir giran e. Li şûna lêgerîneke navneteweyî, divê hikûmeta Başûr pêşî li vê bigire. MÎT’ê heta niha li Başûr bi sedan baregeh vekirine. Bêguman ev yek jî xetereyê li ser jiyana kesên ji bo penabertiyê form ji NY’yê girtin çêdike. Banga me ji hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û siyasetmedarên kurd re heye; divê mafên welatiyên li vir bên misogerkirin û parastin.”