Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Berpirsyarên komkujiya 5’ê Hezîranê li ku ne?

Desthilata faşîst a AKP’ê bi destê çeteyên DAIŞ’ê li Kurdistanê komujî pêk anî. Ji van komkujiyan yek jê teqîna di ‘Mîtînga Mirovahiyê ya Mezin’ a ku HDP’ê li Qada Îstasyonê pêk anîne. Di ser vê komkujiyê 9 sal derbas bûn, polîsên dihatin darizandin berat kirin û kujerên komkujiyê ku ceza lê hatibûn birîn jî fîrarî ne.

Desthilata faşîst a AKP’ê û şefê wê Erdogan ji bo pêşiya têkçûna xwe ya di hilbijartinên 7’ê hezîranê de bigirin serî li pêkanînên dermirovahî dan. Ji van pêkanînên dermirovahî yek jê bi destê çeteyên DAIŞ’ê komkujiya 5’ê  Hezîranê ye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 5’ê hezîrana 2015’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê ‘Mîtînga Mirovahiyê ya mezin’ pêk anî û li hember mîtîngê êrîş pêk hatibû. Di ser êrîşê de 9 sal derbas bû. Di encama êrîşa li hember mîtîngê ku bi sedhezaran kes tevli bibûn, Ramazan Yildiz, Necatî Kurul, Şehmuz Kaçan, Civan Arslan û Alî Turkmen jiyana xwe ji dest dan û ji 400’î zêdetir kes jî birîndar bûn. Tevî evqas sal derbas bû ne xizmên kesên hatin qetiklirin, ne birîndar, ne jî şahidên wê rojê ev êrîş ji bîr nekirin. Malbatan bi salan ji bo ku gumanbar  bên darizandin û careke din komkujiyek wisa çênebe têkoşîna edaletê dan. Tevî vê di vê dosyayê jî rola bêcezahiştinê hat lîstin.

Piştî êrîşê der barê gumanbar Îsmaîl Korkmaz, Mustafa Kilinç, Orhan Gonder, Îlhamî Bali û  Burhan Gok ên DAIŞ’î de ji sûcên ‘teşebusa ji holê rakirina pergala destûra bingehîn’, ‘ji qestî kes kuştin’, ‘ji qestî teşebusê kuştina mirovan’, ‘madeyên bi xeter bê destûr li ser xwe gerandin’  li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hat vekirin. Bi hinceta ewlehiyê doz di 26’ê Gulana 2016’an de birin 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyaya Sîncan a Enqereyê. Rûniştina yekemîn di 19’ê cotmeha 2016’an de hat dîtin.

Di encama israra malbat û parêzeran de hewl bê dayîn di dozê de pêşketin hebin jî, darazê dest neda piştperdeya êrîşê. Berovajî vê hewl dan bidin jibîrkirin û ji bo dozê ji malbatan dûr bigirin birin Enqereyê. Di dozê de kesên ji komkujiyê agahdar bûn bê ceza hatin hiştin. Parêzeran daxwaz kirin ku kesên têkiliya wan bi bûyerê heye bên tespîtkirin. Lê ev jî bê bersiv hat hiştin. Gumanbarê komkujiyê Îlhamî Bali jî hîna fîrarî ye.

Biryara dozê piştî 25 rûniştinê di 13’ê Kanûna 2019’an de hat dayîn. Heyeta dadgehê biryar da ku dosya der barê Îlhamî Bali de bê cudakirin û ji ber qelsliya delîlan der barê Burhan Gok de biryara beratê hat dayîn. Der barê sê gumanbarên din jî ji sûcê ‘kuştin’, ‘binpêkirina destûra bingehîn’ de 5 caran cezayê muebetê, ji sûcê ‘teşebusê kuştinê’, ‘li ser xwe madeya bi xeter gerandin’ ji her yekê 3 hezar û 336 sal ceza hat birîn. Piştî îtîraza parêzeran dosya çû Dadgeha Edliya Herêmî ya Enqereyê îstînafê.

Der barê komkujiyê de du lêpirsînên cuda hatin meşandin. Ya yekemîn der barê tetikêşên ku komkujî pêk anîn ya li 2’yemîn Dadgeha Cezayê giran a Enqereyê, ya duyemîn jî doza polîsên ku tedbîr negirtin bû. Der barê 14 polîsên ku tedbîr negirtibûn de li 14’emîn Dadgeha Cezayê Asliyê ya Amedê doz hat vekirin.

Der barê 14 polîsan de darizandinek formalîte hat kirin. Rûniştina biryarê di 8’ê cotmeha 2021’ê de hat dîtin û cezayên wek xelat hatin birîn. Li polîs Kerîm K, Dursun U, Huseyîn Y, Hamdî Y, Mehmet Yasîn O, Ahmet T, Kanbî A, Murat Îbrahîm Y, Fatîh D û Mehmet Alî C de biryara beratê hat dayîn. Der barê polîs Mefaret S, Akin D, Alî K û Murat D de  sê meh ceza hat dayîn û piştre ev daxistin 2 meh 15 rojan. Piştre biryar hat xerakirin û polîsan berat kir.

Tevî hemû hewldanan polîs nehatin tevli rûniştinan nebûn. Her wiha Walî, Midûrê Emniyetê, midûriyetên ewlehî û îstîxbaratê ku di vê komkujiyê de bi awayekî qanûnî berpirsyariya wan hebû, tu lêpirsînek der barê wan de  nehat vekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar