Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Berpirsyariyên şerê gel ê şoreşgerî weke mîrate hişt

Azadî rastiyeke welê ye ku bi berdêlên giran bi dest dikeve. Şehîd Mehmet Yildirim jî mîna ku Rêbertî dibêje, weke hêza fermandariyê ya jiyanê tevlî karwanê nemiran bû.

Rêber Apo roja ku dest bi têkoşînê kir hêza xwe hemû di ber gel de bi kar anî, têkoşîn veguherand têkoşîna gel. Her ku gelê kurd zane kir ku dibû hedefa her cûre êrişên înkar û îmhayê, gel di pêşvebirina têkoşînê de bi rola diyarker rabû. Rêbertî têgihiştina ‘partî, rêxistin ji bo gel e’ da gelê me. Û rastiya gel ê şerker, pêvajoya tinekirinê ya dijmin a li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê têk bir. Mîna ku tolê ji dîrokê hilîne, gelê me yê welatparêz lehengiyeke welê kir ku dîroka xwe ji nû ve nivîsand. Dilsoziya xwe ya bi Rêbertî re bi hînbûna wezîfeya têkoşînê nîşan da.

Malbatên welatparêz zarokên xwe welê mezin kirin ku ji siberojan re bibin hêvî. Mehmet Yildirim jî ku di sala 1979’an de li gundê Nenyas ê navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû, weke zarokê malbateke welatparêz bi rastiya Rêbertî mezin bû. Şehîd Mehmet di şert û mercên giran ên sala 1990’î de weke welatparêzekî ciwan dest bi karên rêxistinê kir. Zor û zehmetî li pêşiya xwe weke astengî nedît, berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Şehîd Mehmet ji aliyê dewleta tirk a qirker mêtinger ve di sala 1999’an de hate girtin. Di 7 salên têkoşîna xwe de li girtîgehê hate ragirtin û piştî ji girtîgehê derket bi salekê careke din hate girtin û 3 salên din li girtîgehê ma. Di sala 2009’an de zewicî. Têkoşîna azadiyê ti carî di asta duyemîn de nedît, di pêvajoyên herî zehmet de ku êrişên dijmin gelekî giran bûn paşve gav neavêt.

Li hemberî êşkenceyê serî li ber dijmin netewand, bi serbilindî têkoşîna xwe dewam kir. Li refên herî pêş bi dilsoziya bi şehîdan û Rêbertî, ji hevrêyên xwe yên têkoşînê re bû mînak. Tevî ku bavê 4 zarokan bû xwe tevlî karên rêxistinê kir. Û hevalê Mehmet li pêş çavên zarokên xwe, malbata xwe teslîmî dijmin nebû û şehîd bû. Divê mirov peyama ku hevalê Mehmet ji me gelê welatparêz re hiştiye rast fêhm bikin. Ya ku Mehmet Yildirim kir leheng dilsoziya wî ya bi Rêbertî û şehîdan re bû. Hesta wî ya dilsoziya bi şehîdan û Rêbertî re ti astengî nas nekir. Fikrê her tim ê hevalê Mehmet ew bû ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bike û tola şehîdan hilîne.

Hevalê Mehmet ku di merasîma hevalekî şehîd de axivî wiha gotibû, “Hevalno vî hevalê şehîd ew bedena xwe ya bedew ji bo rûmet û nirxê gelê xwe feda kir. Divê gelê me, ciwanên me şehîdan rast fêhm bikin. Divê têkoşîna şehîdên me bê mezinkirin, xwîna wan li erdê nemîne. Soza ku ji şehîdan re bê dayin divê ev be.” Bi vî rengî qîmeta şehîdan destnîşan kir. Ji bo Mehmet Yildirim têkoşîn beriya malbata wî bû. Ji bo wî ya herî girîng têkoşîn, têkoşîn, têkoşîn bû.

Rêber Apo dibêje, “Mirin her tim heye, dibe ku em pênc salan zêde, pênc salan kêm bijîn. Ji xwe rêya me hinekî rêya nemiran e. Mirinên herî nebaş, ya jî mirina ku li me tê ferzkirin mirin bi xwe ye. Nemirîn jî ew jiyan e ku PKK ferz dike. Em şehadeta vê rêyê her tim weke hêza fermandariyê ya jiyanê dinirxînin. Ji bo me şehadet çavkaniya jiyanê ye. Me hewl dan bibin berdevkê şehîdan, wesiyeta wan bi cih bînin û bi vî rengî em xurt bûn. Ev yek ji bo her kesî derbas dibe. Berdevkiya şehîdan, bicihanîna wesiyeta wan ji bo me sedema hebûna jiyana me ye.”

Azadî rastiyeke welê ye ku bi berdêlên giran bi dest dikeve. Şehîd Mehmet Yildirim jî mîna ku Rêbertî dibêje, weke hêza fermandariyê ya jiyanê tevlî karwanê nemiran bû. Weke yek ji şopdarên pêşengê şerê gel ê şoreşgerî Mehmet Tûnç, Pakîze û Sêvêyan, di çarçoveya rastiya gel ê şerker de helwestek li gorî ruhê demê nîşan da. Wezîfe û berpirsyariyên şerê gel ê şoreşgerî ji gelê kurd re weke mîrate hişt.

Çavkanî: Mehmet Yildirim – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar