Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Berpirsyartiya li hember şehîdan avakirina yekîtiyê ye’

Hevserokatiya PYD’ê diyar kir ku yekane rêya binxistina konseptên li ser gelê me yekitiya netewî ye û wiha got: “Şehadeta 3 pêşmergeyên YNK’ê gelê kurd gelek êşand. Bersiva herî baş a ji dijmin re avakirina yekîtiyêye û berpirsyartiya li hember şehîdan e.”

Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya şehîdbûna 3 pêşmergeyên Dijî Terora Kurdistanê yên di êrîşa li ser balafirgeha çandiniyê ya Erbetê şehîd bûbûn, peyama sersaxiyê da Serokê YNK’ê û Fermandariya Hêzên Dijî Terora Kurdistanê.

Di peyama sersaxiyê ya Hevserokatiya PYD’ê de hate gotin ku ew ji ber şehîdbûna lawên kurd yên di çeperên pêş yên şer de ji bo azadî, keramet û destkeftiyên netewa kurd û Kurdistanê li dijî dijminan şer dikin, di encama êrîşên bêpîvan, dermirovî û bê exlaqî yên dewleta tirk ya faşîst de şehîd û birîndar dibin hevxemiya xwe nîşan da.

Hevserokatiya PYD’ê têkildarî şehîdbûna pêşmergeyên Dijî Terora Kurdistanê wiha got: “Şehîd û birîndarên hêzên Dijî Terora Kurdistanê mil bi milê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo keramet û rûmeta gelê kurd li Başûr û Rojava li dijî terorê şer kirine, xwîna wan têkelî hev bûye. Çi li Rojava be, çi li Kerkûk û Şengalê be ev hêzane weke mertalên hawarçûyîna gelê kurd wê bimînin.”

Hevserokatiya PYD’ê got: “Di vê dem û pêvajoya hesas de, dijminên gelê kurd hemû bûne yek û êrîş dikin ser gelê me. Divê gelê kurd û hemû aliyên siyasî û hêzên din yên kurd li dijî dijmin, sîxur û dagirkeran bibin yek û li dijî wan heta azadiyê têbikoşîn.”

Di dawiya peyama sersaxiyê ya Hevserokatiya PYD’ê de hate gotin ku yekgirtin û yekitiya gelê kurd yekane rêya têkoşîna li dijî hemû komplo, konseptên li dijî gelê kurd tên kirine. Herwiha PYD’ê da zanîn ku ew ji bo hemû pêngav û hewildanên yekitiya netewî ya gelê kurd amade ne û diyar kir ku ew amade ne bibin alîkar.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar