Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bersiva herî baş em ê bi şampiyoniyê bidin wan’

Lîstikvanên Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê, bertek nîşanê êrîşên li dijî tîma wan hat kirin, dan û anîn ziman ku: Di navbera tîman de cudakariyeke mezin tê kirin. Lîstikvanan, gotin ew ê bi şampiyoniyê bersivê bidin wan.

Lîstikvanên Amedsporê di 5’ê adarê de li Bursayê rastî êrîşa faşîst a alîgirên Bursasporê hatibû û polîsan jî tenê êrîş temaşe kirin. Di encama êrîşan de lîstikvanên Amedsporê bi sivikî birîndar bûn. Alîgirên Bursasporê jî di trîbunan de pankartên “Torosa spî” û “kesên paramîlîter” ên di salên 90’î de navên wan di kuştinên “kiryarnediyar” de derbas dibin vekiribûn.

Kaptana Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê Guzîde Alçû û lîstikvana tîmê Zehra Acar, bertek nîşanê êrîşan dan û gotin ew ê bi şampiyontiyê bersivê bidin van êrîşan.

‘Dema ku mijar Tîma Amedê be tu ewlehî nayê girtin’

Guzîde Alçû, destnîşan kir ku di pêvajoyeke wek erdhêjê de ji ber ev êrîşa ku hatiye kirin wan gelek xemgîn kiriye. Guzîde, da zanîn ku li dijî van êrîşan ew bi hêztir dibin û wiha axivî: “Em diçin gelek bajaran û maçên xwe dilêyzin. Lê ji ber rewşa neyînî elbet bandorekî li ser me dike. Heta niha wek Amedsporê gelek caran bi êrîşan re rû bi rû man. Lê ji aliyê polîsan ve heta niha tu ewlehî ji bo me nehatiye girtin. Mînak li Amedê dema ku maç dibe hejmara polîsan gelek zêdeye, lê li bajarên dinê me vê yekê nedîtiye. Ji ber rewşa awarte ya neyînî em jî di bin vê bandorê de dimînin. Dema ku mijar dibe Amedsporê tu ewlehî tuneye. Em ê vê dawiya hefteyê biçin Stenbolê bi Tîma Fenerbahçe re maça me heye. Ji ber ku demên pêş pirsgirêkên me bi wan re jiyan me ji polîsan daxwaza ewlehiyê kir.”

‘Armanc ew e ku cardin kuştinên kiyarnediyar bikin’

Guzîde, diyar kir ku Amedsporê xwedî vîzyon û mîsyonekî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vekirina wan pankartan xwestin bêjin ‘Wekî ku me çawa wan qetil kir, em ê we jî qetil bikin.’ Li dijî ev êrîşa ku hat kirin hemû cihan niha bertekên xwe nîşan dide. Dema ku ew hatin li vê derê me ne gûç avêt wan, ne jî gule berê wan da. Lê dema ku em diçin ew bi awayek hov êrîş dikin. Lê em ê tu carî ne wek wan nêz bibin. Wekî ku kaptanê me got ‘dema ku ew tên em wan bi kulîlkan pêşwazî dikin.’ Lê bila ew jî baş bizanibin ku dê tu carî nikaribin me qetil bikin. Em ji van êrîşan hêzê digirin. Êrîşên ku li dijî me tên kirin, hefteyên din ji bo me dibe serkeftin. Em li qada maçê cudakariyê naxwazin. Em dixwazin di vê qadê de hemû kes azad be. Em ê serkeftina xwe hertim bidomînin.”

‘Polîs li şûna xwe sekinîn û temaşe dikirin’

Zehra Acar, êrîşên li dijî Amedsporê şermezar kir û anî ziman ku cudakariyek di navbera tîman de tê kirin. Guzîde, got Amedsporê jî tîmek Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Dema tîmên ji derve tên Amedê em vî tiştî nakin. Lê dema ku em diçin bajarên din êrîşên bi vê rengî li dijî me dikin. Li dijî van êrîşan em ê bi ser bikevin û şampiyontiyê bersivê bidin wan. Alîgirên Bûrsasporê dema ku êrîşê Amed Sporê kir polîsan tu tiştî nekirin û di cihê xwe de sekinîn. Dema ku li vê derê maç dibe bi hezaran polîsan kom dikin tînin. Çima ev ewlehî li bajarên din li dijî tîmên me jî nayê girtin? Dema ku li vê derê maç dibe ji temaşevanan zêdetir polîs hene. Dema ku ew tên li vir ma qey em ê wan bikujin? Na em tu tiştî bi wan nakin. Ev cudakarî li dijî tîmên me tim tê kirin. Ji ber ku dema Bûrsasporê êrîş kir hemû komên ewlehiyê li şûna xwe sekinîn û temaşe dikirin.”

‘Êrîş li dijî tevahî Gelê Kurd hatiye kirin’

Zehra, bal kişand ser pankartên ku dema lîstikê de hatine vekirin û got bi vê yekê xwestinek lîstikvanên Amedsporê tehdît bikin û wiha pê de çû: “Bûrsasporê rabû daxuyaniyê da got ‘bi alîkariya me ev yek nehatiye kirin, agahiya me nîne.’ Ew kes bi wan pankartan çawa ketin qadê? Çawa destûr hat dayîn? Ev jî nîşan dide ku bi destên wan zanebûn hatiye kirin. Ev êrîş ne bi tenê li dijî Amedsporê li dijî tevahî Gelê Kurd hatiye kirin. Bi vekirina wan pankartan ve dixwazin kurdan tune bikin û qetil bikin. Ew jî bi xwe baş dizanin ku em wek Amedsporê yên jin û mêr bibin şampiyon. Em ê bersiva xwe ya mezin bi şanpiyonê bidin. Bila hemû alîgirên Amedsporê xwediyê tîma xwe derbikeve. Em ê serkeftina xwe bi hevre mezin bikin. Em ê bi hev re bersiva xwe bidin. Dem dema serkeftinê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar