Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bersiva herî xweş dê gel bide

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û heyeta pê re li navçeyên Rihayê ji aliyê bi hezaran kesî we hatin pêşwazîkirin. Temellî di axaftinên xwe de diyar kir ku dê roja 31’ê Adarê dawî li polîtîkayên qeyûman bînin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û heyetea pêre di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Wêranşarê ya Rihayê bi hezaran re hat cem hev. Gel bi def û zurmeyan karwana HDP’ê pêşwazî kir. Jinan bi cilên xwe yên neteweyî qad rengandin. Girsê bê navber bi dirûşma ‘Wêranşar ya me ye’ berz kir.

Li vir namzerên Hevşaredaran Roza Yazmaci û Hidir Oktay gel silav kirin. Namzet Roza Yazmaci ani ziman ku Leyla Guven rûmeta wan e û teqez dê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin.

Yazmaci bal kişand ser pirsgirêkên ceyran, av, çandinî û xizmetên binesaziyê û anî ziman ku qeyûm û hikûmetê di vê mijarê de tu xizmet nekiriye.

Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan jî anî ziman ku ew weki gelê kurd li ser axa Kurdistanê têkoşîna aştî û demokrasiyê didin û wiha got: “Em li ser vê axê têkoşîna aştî û demokrasiyê didin. Lê mixabin, yên ji azadî, demokrasî û aştiyê tiştekî fam nakin, qeyûmê tayînî vîna gel dike. Em dê di 31’ê Adarê de bersivê bidin wan.”

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî anî ziman ku hikûmetê plana hilweşandinê ava kir û bi vê planê Tirkiye hilweşiya û ev tişt vegot: “Em destûr nadin ku gelên nasnameyên wan û baweriyên wan cuda perçe bibin. Em di 31’ê Adarê de rê li pêş polîtîkayên cudakariyê bigirin. Îktîdar HDP’ê dike dijmin. Her kesi terorîst îlan dike. Pîvaz, kartol û her tiştî dike dijmin. Em ne sûcdar in. Her ku hûn li sûcdaran digerin, kê li Pirsûsê komkujî pêk anî ew sûcdar in. Kê malbata Şenyaşar qetil kir ew sûcdar in. Li Cizîr û Sûrê kê bajar xera kir ew sûcdar in. Kê sînorê xwe li DAIŞ’ê vekir ew sûcdar in.”

Tehemûla îktîdarê bi zimanê zikmakî tuneye

Di axaftina xwe de Temellî da zanîn ku dê bersiva herî xweş kesên xizan, betal, mexdûrên KHK’ê û kedkar di hilbijartinê de bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ceyrana Qesrê tu carî venamire, lê li Pirsûs û Wêranşarê  ceyran tune. Esnaf perîşan bûye û nikare baca xwe bide. Erdogan nikare mirovan di mîtînga xwe de kom bike bi fermanê û maşîneyên xwendekaran mirovan dikişîne mîtîngan. Berê xwendekarên bi maşina diçûn dibistanan hebûn, lê niha kesên bi maşîneyan diçin mîtîngan hene. Her wiha tehemûla îktîdarê ji zimanê zikmakî û kurdî re nemaye. Mirov bi astengiyên li pêş ziman tu carî zimanê zikmakî ji bîr nake. Zimanê zikmakî zimanê dayikê ye. Em vê feraseta yekperestiyê qebûl nakin. Ez carek din dibêjim kurdan wekî çîna duyemin dibine. Ez dibêjim ez rihayî, wanî û tirkiyeyî me.”

Heyet derbasî Sîweregê bû

Heyeta HDP’ê piştî li Wêranşarê mîtînga mezin pêk anî derbasî navçeya Sîweregê bû. Li Sîweregê jî heyeta HDP’ê ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Dema karwana HDP’ê gihişt Sîweregê ji ber ku qad tarî bûbû, bi hezaran kesan ronahiya telefonên xwe pêxist û qada mîtîngê wekî stêrên li ezman çirûsî û ronî bû. Li vir jî namzetê Amedê Dr. Selçuk Mizrakli, bal kişand ser Yilmaz Guney, Mehmet Uzun û gelek siyasetmedarên din û anî ziman ku Sîweregê bedelên giran daye û dê vê carê vîna xwe nîşan bidin. Hevserok Temellî jî bal kişand ser pirsgirêkên Riha û Sîweregê û destnîşan kir ku ew dê di 31’ê Adarê de dawî li van pirsgirêkan bînin. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar