Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bersiva nelirêtiyê desthilatê wê gel bi xwe bide

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku tifaqa cumhur ketiye nava tirseke mezin û wiha got: “Bikarin kê peyda bikin, ji bo tev li tifaqa xwe bikin serî lê didin.” Her wiha Meralê got:" Wê welatî bersiva herî xurt bide we."

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û rojevên heyî nirxand.

Erdhej veguherandin talan û mêtingeriyê

Meral da zanîn ku îktîdarê bi verastkirinên nû yên hawirdorê re qadên rantê yên nû ava kirine û wiha got: “Lê divê îktîdarê piştî vê erdhejê ku veguherand karesatê qala verastkirinên nû bikira. Diviya derheqê tevdîr, rêbaz û venêrînan bikira. Diviya ji ewil dîsa rayeyên odeyên endezyar û avahîsazan lê vegeranda. Li Karataş a Edeneyê herêma pîşesaziya organîze hate avakirin. Ev yek tê wateya talan û mêtingeriyeke bêdawî ya li ser xwezayê. AKP, bi çavê rantê li pirsgirêka hawirdorê dinêre. Mixabin qadên çandiniyê yên mayî jî bi polîtîkaya tunekirinê re rû bi rû ne. Îktîdar û şirîkê wê yê biçûk armanc dikin ku çandiniyê tune bikin. Weke HDP’ê me piştî erdhejê teklîfa avakirina Komîsyona Îhtîsasa Karesat û Destwerdana Lezgîn kir.”

Welat ber paş ve diçe

Bi domdarî Meral bal kişand ser rapora demokrasiyê ya Freedom House’ê û ev nirxandin kir: “Azadiyên li 195 welat û 15 herêman hatine nirxandin. Rewşa Tirkiyeyê ya heyî niha yek bi yek hatiye vegotin. Mixabin mîna salên berê, Tirkiye dîsa di kategoriya welatên neazad de hatiye nirxandin. Hemû dinya vê rastiyê dibîne. Di nirxandina vê derbarê de wiha tê gotin; ‘Erdogan û AKP kontrolên demokratîk û hevsengiyan ji bo tesfiyekirina hevrikên xwe yên siyasî bi kar tînin.’ Jixwe ji sala 2015’an heta niha em van tiştan dibêjin. Mekanîzmayên hevsengî û venêrînê ji holê rakirin. Hevirkên xwe yên siyasî bi destê daraz û saziyan tesfiye dikin. Mînaka vê ya herî şênber jî HDP ye. Freedom House ev yek aşkere tespît kiriye. Tirkiye di lîsteya welatên herî zêde paş dikeve de ye. Tirkiye di endeksa azadiyan de bi Tanzanyayê re ketiye pêşbirkê. Em ê piştî 14’ê gulanê hewl bidin Tirkiyeyê bikin welatê azadiyan.”

‘Êşên herî giran jin dijîn’

Meral, da zanîn ku Meclîsa Jinan a HDP’ê 8’ê Adarê li herêmên erdhejê derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Yên ku di erdhejê de herî zêde mafên wan hatine binpêkirin jin in û me hewl da dengê wan bêhtir biqîrin. Di 8’ê Adarê de li Nûrheq û Islehiyeyê bûm. Êşên herî giran jin dijîn. Nikarin pêdiviyên xwe yên herî bingehîn peyda bikin. Barê malbatê li pişta wan hatiye kirin û di şertên zehmet de dimînin. Em jin dê ji bin kavilên erdhejê jiyaneke nû ava bikin.”

‘Lîstokên di ser bankayan rê tê lîstin nayê qebûlkirin’

Di berdewamê de Meral wiha got: “Di kampanyaya Tirkiye Yek Dil e de ji gelek kanalan weşanên zindî hatin kirin. Şova bexşan hate kirin û bankayên cemaweriyê bexş kirin. Bankaya Navendî 30 milyar, Bankaya Zîraatê 20 milyar, Vakfibankê 12 milyar, Halkbankê 7 milyar û bi giştî 69 milyar lîre bexş kirin. Bexşên hatine kirin ji sedî 60 ên van bankayan bûn. Lê rastî çi ye? Ji bo krediyan bidin mexdûrên erdhejê, faîz bilind kirin. Di dema pandemiyê de bi faîzê 0,74 û 0,64’an kredî dihat dayîn. Lê heman bankayên cemaweriyê di vê erdhejê de faîz zêde kirin. Ev nayê qebûlkirin. Ma bankavaniya cemaweriyê ev e?”

‘Tirs û xofa tifaqa cumhur’

Meral pirsa “Hûn şirîkatiya Huda-Par û tifaqa cumhur çawa dinirxînin” jî wiha bersivand: “Em niha ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê dixebitin. Xwe ji bo hilbijartinê amade dikin. Di nava tifaqa cumhur de tirs û xofeke mezin dest pê kiriye. Bikarin biçin ku derê xwe paşve nadin û diçin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar