Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bersûcê kuştina 301 kesan tehliye bû mamosteya got ‘Bila zarok nemirin’ hat girtin

Mamoste Ayşe Çelîk a ji ber gotina ‘Bila zarok neyen kuştin’ rastî cezayê 15 mehan hat, zaroka xwe ya 18 mehî li pey xwe hişt û hat girtin. Li aliyê din jî bersûcê kuştina 301 karkerên Somayê û xwediyê şîrketa madenê Can Gurkan hat berdan

Li Tirkiyeyê bi hezaran siyasetmedar, rojnameger, hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan, karker, karmend û akademîsyen girtî ne. Duh li Tirkiyeyê du mînakên balkêş ku serdestiya hêzê nîşan dide rû da. Yek jê dayika zaroka 18 mehî mamsote Ayşe Çelîk ji ber got ‘Bila zarok nemirin’ rastî 15 meh ceza hat û hat girtin.

Mamoste Ayşe Çelîk di pêvajoya qedexe û dorpêça Sûrê ya 2016’an de bi telefonê beşdarî bernameya Beyaz Show bû û got ‘Bila zarok neyên kuştin.’ Mamoste Ayşe Çelîk ji ber gotina ‘Bila zarok nemirin’ bi îdîaya ‘propaganda rêxistinê kiriye’ doz lê hat vekirin û rastî 15 meh cezayê girtîgehê hat. Duh piştî derket dadgehê zaroka xwe ya 18 mehî li pey xwe hişt û hat girtin. Ayşe Çelîk di nîsana 2018’an de tevî zaroka xwe ya pitik hatibû girtin û li ser îtîraza pitika wê biçûk e cezayê wê hatibû taloqkirin. Mamoste Ayşe duh zaroka xwe teslîmî dayika xwe kir û ket Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.

Xwediyê şîrketa madenê hat berdan

Mînaka din jî duh Serokê Rêveberiya Şîrketa Xebitandina Komirê ya Soma Can Gurkan serbest hat berdan. Serokê Şîrketa Kana Komirê Can Gurkan ku rastî 15 sal ceza hat duh hat berdan. Di 13’ê gulana 2014’an de li Somayê Kana Komirê hilweşiya bû û 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê serokê Şîrketa Komirê Can Gurkan û 51 bersûcên din de 301 caran ji 2 salan heta 25  salan cezayê girtîgehê xwestibûn. Di 11’ê tîrmeha 2018’an de dadgehê li Can Gurkan 15 sal ceza birî. Heyetê li Midûrê xebitandina Şîrketa Komirê ya Soma Ramazan Dogru 22 sal û 6 meh, Cîgirê Midûrê Xebitandina Şîrketê Îsmaîl Adali 22 sal û 6 meh, Midûrê Xebitandina Şîrketê Akin Çelîk 18 sal û 9 meh û Endezyarê Madenê Ertan Ersoy jî 18 sal û 9 meh ceza birî. Ji kesên ceza li wan hati birîn Alp Gurkan jî di nav de 37 kes beraet kirin. Piştî biryarê parêzeran îtîraz kirin û Serokê Şîrketê Komirê Can Gurkan tehliye bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar