Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berteka dayika Emîne Şenyaşar: Ji dizekan re dibêjin wekîl

Endamên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê serdana malbata Şenyaşar kir. Endama platformê Gulîzar Îpek wiha got: “Qîrîna dayika Emîne ya edaletê guhê me diqetîne û dilê me hemûyan diêşîne.” Dayik jî wiha bertek nîşanî parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz da: “Ji dizekan re dibêjin wekîl.”

Endam û rêveberên Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê serdana Malbata Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê çalakiya edaletê li dar dixe, kirin.

Di serdanê de Emîne Şenyaşar qala tiştên di nobeta wê ya edaletê de hatine serê wê ji endamên Platformê kir. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz da û wiha got: “Ji dizekan re dibêjin wekîl, ma gelo dizek dibin wekîl?”

Ferît Şenyaşar jî qala hûrguliyên dosyeya dozê kir û ev tişt anî ziman: “We me nexist şûna însanan. We ceza neda van însanan. Êrîşî ambûlansên me radikirin nexweşxaneyê kirin û zirarê dan malê dewletê. Qet nebe ji bo vê gavekê biavêjin. Qet nebe ji bo vê ceza bidin wan kujeran.”

Ji Platformê Gulîzar Îpek jî di serdanê de axivî û wiha got: “Heta edalet pêk were em ê jî wek rêxistinên jinan şopdarê doza we bin. Çi ji destê me were em ê bikin û ji bo vê jî amade ne. Qîrîna dayika Emîne ya edaletê guhê me diqetîne û dilê me hemûyan diêşîne.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar