Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bertekên gelê başûrî yên li dijî êrîşên PDK’ê

Xelkê herêma Germiyan êrîşa hêzên PDK’ê li dijî gerîlayan weke êrîşek ne rewa bi nav kirin û gotin ku berpirsên PDK’ê her tim dijî destkeftiyên kurdan bi Tirkiyeyê re di nav planan de ne. Her wiha nûnerên siyasî yên Başûr jî bang li hizbî siyasî kirin da ku xwedî helwest bin

Duh êvarî, li herêmek navbera gundên Kanê û Sergelê yên navçeya Amediyê hêzên PDK’ê êrîşî wesayîtek ku tê de gerîlayên HPG’ê hebûn, kir, di encama êrîşê de 2 jê bi giranî 3 gerîlayên HPG’ê birîndar bûn. Nerazîbûna li hemberî êrîşa hêzên PDK’ê ya ser gerîlayan her ku diçe zêde dibe.

Xelkê herêma Germiyanê derbarê êrîşa hêzên PDK’ê ya ser gerîlayan de axivîn.

Dê kurd zirarê bibînin

Koçer Umer diyar kir ku berpirsên PDK’ê her tim dijî destkeftiyên kurdan bi Tirkiyeyê re di nav planan de ne û wiha got: “Li cihê ku PDK hêzên xwe li ber dagirkeran rawestîne, çekdarên xwe bi hinceta parastina xakê, dijî gerîlayên PKK’ê bikar tîne. Ji bo vê ne tenê PDK li dijî PKK’ê şer dike, şerê Tirkiyeyê ye û bi rêya PDK’ê dijî hemû kurdan tê kirin. Hewldanên şerxwaz ên PDK’ê tenê di berjewendiya dewleta tirk de ye, yên ku zirerê bibînin dê kurd bin. Berpirsên vê yekê hêzên ku dîroka wan tije xiyanet in. Ji bo vê pêwîst e aliyên dilsoz, hewl bidin demek zû kongreya neteweyî li dar bixin.”

Hewldanek ne rewa

Welatî Dilêr Ebdulrehman jî da zanîn ku hewldanên PDK’ê yên li dijî gerîlayan hewldanek ne rewa ye, binketî ye û ev tişt anî ziman: “Rewşa heyî ji bilî ziyanê tiştek bi xwe re neyne. Ji bo vê pêwîst e pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Hemû şerên di navbera kurdan de çêbûyîn, bi fitneya welatên dagirker çêbûne. Bo vê pêwîst e aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê bêdeng nemînin û hewl bidin aloziyê çareser bikin.”

‘Nabe tu aliyek bibe sedema şer’

Nûnerên partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê jî derbarê bûyerê de axivîn.

Seroka Fraksiyona Tevgera Goran a li parlamentoya herêma Kurdistanê Gulistan Seîd diyar kir ku ew ji ber bûyera pêk hatî xemgîn in, ne alîgirin û wiha got: “Herêma Kurdistanê di rewşek aloz û nayê xwestin de derbaz dibe. Nabe tu aliyek bibe sedema tundûtujî û dirûsbûna şer. Pêwîst e rêz li bingehên neteweyî û nîştimanî were girtin. Ji ber ku tenê dijmin ji vê rewşê sûdmend dibin.”

Divê bê lêkolînkirin

Endamê Mekteb Siyasî ya Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê Bextiyar Mistefa destnîşan kir ku bi çi hincetek be ev tiştek ne rewa ye û ev tişt anî ziman: “Di bûyerên bi vî awayî de dijmin jê feyde dibînin. Em bang li parlamentoyê dikin da ku di demek zû de ji bo lêkolînkirina rewşê, lijneyek were avakirin. Ji bo ku xwîna kurdan bi destê kurdan neyê rijandin, di vê hizbên siyasî helwesta xwe nîşan bidin. Destê dijmin di vê aloziyê de heye û wê doza kurdan ber bi tunebûnê ve bibe. Her wiha wê destkeftiyên gelê kurd ji holê rake.”

Bang hat kirin

Endama Civata Giştî ya Tevgera Goran Nesrîn Cemal jî ev tişt anî ziman: “Şerê kurd bi kurdan, wê tenê zirerê bigihîne gelê kurd. Wê tenê dilê kurdan bişewitîne, malwêraniya kurdan ne yekbûna wan e. Tenê dijminên kurdan ji vê yekê feydeyê dibînin. Ez bang li hemû hêzan dikim da ku êdî berê tifengê nedin zarokên kurdan.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar