Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bertekên li dijî astengkirina Rojnameya Xwebûnê zêde dibin

Sazî û rêxistinên ziman ên wekî MED-DER, Komîsyona Ziman a Baroya Amedê, Komîsyona Ziman a Baroya Şirnexê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Taro Ziman û Çanda Kurdî, Awesta Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman û gelek nivîskar, rojnameger û hunermendan bertek nîşanî astengkirina malpera Rojnameya Xwebûnê dan

Navenda Nûçeyan |

Sazî û rêxistinên ziman ên wekî MED-DER, Komîsyona Ziman a Baroya Amedê, Komîsyona Ziman a Baroya Şirnexê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Taro Ziman û Çanda Kurdî, Awesta Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman û gelek nivîskar, rojnameger û hunermendan bertek nîşanî astengkirina malpera Rojnameya Xwebûnê dan. Rojnameger, nivîskar û saziyan li ser hesabên medyaya dijîtal bertekên li dijî astengkirinê anîn ziman û li rojnameya Xwebûnê xwedî derketin.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê li ser hesabê medyaya dijîtal got: “Eger ‘xirabkirina zimanekî’ terorîzm be, bi awayekî sîstematîk astengkirina rojnameyeke bi kurdî jî terorîzm e. Em vê terorîzmê bi tundî şermezar dikin.”

Saziya ziman MED-DER’ê jî bertek nîşanî astengiyê da û wiha got: “Heke xerakirina zimanekî cûreyeke terorkariyê be, 99 sal înkara zimanê kurdî teror û sûcdariya herî mezin e. Astengkirina Rojnameya Xwebûnê, tenê ‘ji hezaran yek’ astengkirin û sûcên ku li hemberî zimanê kurdî hatine kirin e. Em bi tundî şermezar dikin.”

Tora Ziman û Çanda Kurdî jî wiha got: “Xwebûn dengê gelê kurd e. Hûn nikarin dengê me bibirin.”

Baroya Şirnexê bertek nîşan da

Ji aliyê din ve piştî Baroya Amedê Baroya Şirnexê jî li ser hesabê xwe twîtterê bertek nîşanî astengkirina Xwebûnê da.

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Şirnexê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku Rojnameya Xwebûnê ji aliyê Saziya Teknolojî û Ragihandinê ve hatiye astengkirin û wiha bertek nîşan da: “Rojnameya Xwebûnê ji 22. 12.2019’ê ve heftane bi kurmancî û kirmanckî tê weşandin. Li Tirkiyeyê tekane rojnameya kurdî ye. Lê mixabin di 28.01.2022’yê de bêyî sedem û bêyî biryara dadgehekê malpera tekane rojnameya kurdî Xwebûnê hat astengkirin. Ev yek li dijî azadiya ragihandin û çapemeniyê ye. Em wek Baroya Şirnexê vê astengiya bêsedem a li dijî dezgeheke ragihandinê ya bi kurdî qebûl nakin. Em bang li rayedaran dikin ku demildest astengiyê rakin û dev ji polîtîkayên qedexeyê yên li ser kurdî berdin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar