Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bertekên li dijî binçavkirina Gergerlîoglu

Polîsan parlamentere HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu ku parlamenteriya wî ji aliyê meclisê ve hat betalkirin, binçavkirin. Binçavkirin piştî hedefnîşandayîna Devlet Bahçelî pêk hat. Binçavkirina Gergerlîoglu rastî bertekan hat

Navenda Nûçeyan |

Polîsan parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu li meclisê binçav kirin. Omer Faruk Gergerlîoglu, piştî meclisê parlamenteriya wî betal kir, li meclisê dest bi çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ kir. Piştî Gergerlîoglu li meclisê dest bi nobetê kir, polîsan di saeten serê sibê de tevî cilê wî yên şevê, dema li lavabo dest û rûyê xwe dişûşt bi zorê ew binçav kirin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, kêliyên ku polîsan Gergerlîoglu li meclisê binçav kirin vegot. Kaçmaz ku bû şahidê binçavkirina Gergerlîoglu wiha got: “Bi zorê Gergerlîoglu binçav kirin. Tenê destûr da ku destmêjê bigire. Binçavkirina Gergerlîoglu, ji bûyerên 1994’an xerabtir in. Destûr nedan ku nimêja xwe bike û cilên xwe li xwe bike. Bi sedan polîs hatibûn. Gergerlîoglu xwest nimêj bike. Lê destûr neda nimêjê bike. Bi girtekên şaş û derew ên Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin serê sibê bi zorê dema Gergerlîoglu ji tuvaletê derdiket binçav kirin û birin.”

Ji salên 1994’an xerabtir bû

Huseyîn Kaçmaz, da zanîn ku mixabin dîmen û geşedanên pêş ketin ji yên salên 1994’an xerabtir bûn û ev tişt anî ziman: “Her çend dîmenên salên 1994’an li Tirkiye û cîhanê xweş xuya nebin jî, lê ev dîmen îro dîsa li meclisê dubare bûn. Polîsan mudaxaleyî min û wekîla me Fîlîz Kerestecîoglu jî kirin. Bi milê min girtin û pêşiya min girtin. Destûr nedan ku em dîmen bigirin û vê rewşê teşîr bikin. Ji bo me asteng bikin her tişt kirin. Koma HDP’ê girtin. Serê her odeekê polîsek bi cih kirin. Destûr nedan ku derkevin derve jî. Hindik mabû mamoste Omer bixin xwarê. Bi dehan polîsan ew li pey xwe kaş kirin û birin. Em ê têkoşîna li dijî vê zilm û bê hiqûqiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

HDP: Destûr nedan nimêj bike

Piştî polîsan bi zorê Gergerlîoglu li meclisê binçav kirin, HDP bertek nîşanî vê yekê da. Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê der barê binçavkirina Gergerlîoglu de daxuyaniyek parve kir û wiha got: “Parlamenterê me Omer Faruk Gergerlîoglu, dema li meclisê ‘Nobeta Edaletê’ digirt, polîsan serê sibê saet di 06:30’an de li meclisê ew bi zorê binçav kirin. Dema Gergerlîoglu ji lavaboyê derket xwest nimêj bike û cilê xwe biguhere. Ji polîsan re got ‘Ez nimêj bikim û cilê xwe biguherînim’ Lê polîsan ew bi zorê binçav kirin.  Zêdeyî 100 polîs ketin hundir. Tevî îtîraza wekîlên me Huseyîn Kaçmaz û Fîlîz Kerestecîoglu, jî dîsa bi zorê Gergerlîoglu binçav kirin û destûr nedan ku nimêj bike û cilê xwe biguherîne.”

Binçavkirina Gergerlîoglu bû TT: Wekîlê gel di bin çavan de ye

Piştî polîsan Gergerlîoglu binçav kirin, bertek û nerazibûn pir zêde bûn. Bikarînerên medyaya civakî li ser hesabê twîtterê bertekên xwe anîn ziman.

Bi sernavê #WekîlêGelDiBinçavan de ye bi deh hezaran peyam hatin parvekirin.

Navenda Giştî ya HDP’ê jî li ser hesabê tiwîtterê ya medyaya civakî wiha got: “Dilê hemû gelê Tirkiye yên bindest li Nobeta Edaletê ya li meclisê bû. Îktîdar û şirîkê wê tehamulî vê hezkirin û rûmetê nekir. Tiştên ku ji dengan bi firmanê û girtekên derew û şaş tên kirin gelê Tirkiyeyê tu carî vê yekê ji bîr nake. #WekîlêGelDiBinçavandeye (#HalkınVekiliGözaltında).”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar