Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bertekên li dijî qeyûman: Dewleta tirk û Erdogan ji koronayê xetertirin

Navenda Nûçeyan |

Hikûmeta AKP-MHP’ê îro bi fermana wezareta karên hundir qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Êlih, Lice, Farqîn, Gêlê û Erxeniyê kirin. Li hêlekê hevşaredar binçav kirin û li hêla din jî nehiştin ku tu karmendên şaredariyan bikevin avahiya şaredariyan. Di heman demê de li Êlihê 16 welatiyên ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan jî hatin binçavkirin. Li dijî biryara tayînkirina qeyûman, gelek derdoran bertek nîşan dan.

Bi tayînkirina qeyûman re gelê Êlih, Licê, Farqîn, Gêlê û Erxeniyê jî çû ber avahiyên şaredariyê û bertek nîşan dan. Di vê çarçoveyê de şêniyên Licê li ber avahiya şaredariyê li hev kom bûn û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşma ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ hate berzkirin. Hevserokê HDP’ê yê Licê Yûsûf Teker di çalakiyê de axivî û got dewlet çiqas êrîş bike, ew ê hîn bêhtir xurt bibin.

 

‘AKP vîrûsa koronayê weke firsend bi kar tîne’

Hevşaredara Erxeniyê Meryem Yildiz û endamên meclisa şaredariyê jî li pêşiya avahiyê hatin rawestandin û destûr nedan ku derbasî hundirê avahiyê bibin. Hevşaredar Yildiz jî betek nîşan da û got ku gelê Erxeniyê dê desteserkirina vîna xwe qebûl neke. Yildiz got; “AKP krîza vîrûsa koronayê ji xwe re weke firsend dibîne. AKP a ku divê li dijî vîrûsa koronayê têbikoşe, li dijî îradeya gelê kurd şer dike. Gelên Tirkiyeyê wê hesabê vê bipirse.”

Çalakiyên li Êlihê

Li Êlihê jî di danê sibehê de polîsan avahiya Şaredariya Êlihê dorpêç kirin û di serdegirtina malan de hevşaredar Songul Korkmaz û Mehmet Demîr û 10 endamên meclisa şaredariyê binçav kirin. Her wiha polîsan nehişt ku karmendên şaredariyê bikevin avahiya şaredariyê. Welatiyên ku li ber avahiya şaredariyê jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan û gotin ku ya ku hatiye kirin dagirkerî ye. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî destnîşan kir ku AKP êdî bûye pirsgirêka tenduristiyê ya gel û dijminê kurdan e. Her wiha polîsan êrîşî girseyê kir û 16 kes binçav kirin.

Rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî bang li gel kir ku saet di 20.00’an de li şaneşîn, şibake, hewşên malê xwe û kuçeyên xwe çalakiya deng derxistinê û gulopgirtinê li dar bixin. HDP’a Êlihê ragihand ku dê êvarê saet di 20.00’an de li ser medyaya civakî bi hastaga “#QeyûmDarbeYe (#Kayyumdarbedir)” tayînkirina qeyûm û binçavkirinan şermezar bikin

Têkildarî mijarê Xebata Tifaqa Kurdistanî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji ewil bang li hikûmeta AKP-MHP’ê hat kirin ku dev ji dijminatiya kurdan berdin û ev tişt hatin parvekirin: “Em tayînkirina qeyûman a li dewsa şaredarên me û binçavkirina wan şermezar dikin. Em bang li raya giştî ya cîhanê, kesên demokrat û her kesê xwedî wijdan dikin ku li dijî van kirinên AKP’ê bêdeng nemînin. Em vê zilmê qebûl nakin. Em bang li gelê xwe dikin xwedî li hilbijartiyên xwe derkevin.”

Ji HDP’ê banga çalakiyan

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Em vê hewldana namerdane şermezar dikin ku di demekê de ku dinya li dijî nexweşiyê têdikoşe, dijminatî li kurdan tê kirin. Em bang li gel, hêzên ked û demokrasiyê dikin ku ji îro û pê ve her roj saet di 20:00’an de li pace û şaneşînên xwe çalakiya şermezarkirinê li dar bixin.”

KCDK-E: Dewleta tirk ji koronayê xetertir e

Der barê mijarê de Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê jî daxuyaniyek da û ev tişt destnîşan kir: “Di demekê de ku mirovahî bi penceşêra şewba koronayê re mijûl dibe de, dewleta tirk jî bê ku navber bide qirkirina kurdan, êrîşên qirkirinê didomîne. Di demekê ku vîrûsa koronayê jiyana bi milyonan xistiye xetereyê, faşîst Erdogan ê ku tu tevdîrek negirtî û weke çareserî jî derewên ku tên zanîn mirovahiyê mijûl dike, êrîşî gelê kurd dike. Dewleta tirk û şefê qirker ê wê Erdogan, ji vîrûsa koronayê xetertir e. Dem ew deme ku em vê hişmendiya faşîzan teşehîr bikin û li hemû cîhanê re ragihînin û hemû derfetên xwe ji bo vê seferber bikin.”

TJA

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyekê tayînkirina qeyûman şermezar kir. TJA’yê daxuyand ku dinya bi derdê vîrûsa koronayê ketiye lê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi dijminatiya li kurdan, desteserkirina îradeyê û pêkanînên nehiqûqî hewl dide vê rewşê ji xwe re weke firsendekê bi kar bîne. TJA’yê diyar kir ku dê vê neheqî, bêhiqûqî û talanê qebûl nekin. TJA’yê bang li jinan û parêzvanên demokrasiyê kir ku li dijî vê zilmê tev li refên berxwedanê bibin.

KESK

Di heman demê de Konfedrasyona Giştî ya Sendîkayên Kedkaran (KESK) jî der barê mijarê de ev daxuyanî da: “Tayînkirina qeyûman û serdegirtina malên hevşaredaran, nîşan dide ku AKP’ê şewba koronayê veguherandiye firsendekî. Di qonaxekî wiha dîrokî û biêş de ku bi milyonan mirov ji neçarî li malên xwe dimînin de, divê zirarê nedin têkiliyên hevre jiyanê.”

ÎHD’ê xwest ku hevşaredar vegerin ser peywira xwe

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku tayînkirina qeyûman pekanîneke nehiqûqî ye û rê li ber qelskirina hewldanên demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya civakî vedike.  ÎHD’ê xizmetên rêveberiyên herêmî yên ji bo parastina ji vîrûsa koronayê bi bîr xist û da zanîn ku tayînkirina qeyûman tunehesibandina vîn û tenduristiya gel e. ÎHD’ê herî dawî jî xwest ku tayînkirina qeyûman bê betalkirin û hevşaredar careke din vegerin ser peywirên xwe.

‘Armanca guherandina rojevê ye’

Têkildarî mijarê hevserokê rêxistina HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û alîkarê Hevserokê Giştî yên HDP’ê Salîm Kaplan jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan. Ceylan û Kaplan destnîşan kirin ku tayînkirina qeyûman polîtîkayeke aşkera ya dijmantiya li dijî kurdan e. Axaftvanan diyar kir ku hikûmet dixwaze rojeva heyî biguherîne û şertên parastina ji koronayê ji destê kurdan derxînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar