Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman: Îktîdara AK-MHP’ê darbekar e

Navenda Nûçeyan |

Hikûmeta AKP-MHP’ê îro di danê sibehê de bi biryara wezareta karên hundir li şaredariyên Sêrt, Îdir, Hawêl, Misirc û Vartînîsê qeyûm tayîn kir. Hevşaredar jî di danê sibehê de ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Bi xespkirina şaredariyan re bertekên li dijî hikûmeta AKP-MHP’ê jî zêde bûn.

Têkildarî mijarê hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar li navenda partiyê ya giştî civîneke çapemeniyê li dar xist û got: “Qeyûm xespkirina vîna gel e. Xespkirina ked û xwarina hemû mirovên xizan e. Ez bang li hemû kesên keda wan tê xwarin û rêxistinên kedê dikim ku li dijî tayînkirina qeyûman têkoşîna demokratîk bilind bikin. Derketina li dijî qeyûman, derketina li dijî şer e. Redkirina polîtîkayên qeyûm, redkirina şer û xespkirina ked û vînê ye. Redkirina xizanî, talankirin û wêrankirinê ye. Parastina aştî û demokrasiyê ye.”

‘Ev îktîdar dijminê gelê kurd û demokrasiyê ye’

Bi domdarî jî Sancar diyar kir ku îktîdara AKP-MHP’ê, îktîdara darbeyan e û wiha pê de çû: “Ev îktîdar berhema darbeyan e. Darbekar û dijminê demokrasiyê ye. Dijminê vîna gel e. Dijminê gelê kurd e. Gelê kurd dizane li vîna xwe û rûmeta xwe xwedî derkeve. Bi salan e tu hêz û êrîşan nekarî vîna gelê kurd têk bibe. Dê tu kes nekare têk jî bibe. Em li hemberî we serî natewînin û têk naçin. Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

‘AKP bûye vîrûsa herî mezin’

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî bi daxuyaniyekê tayînkirina qeyûman şermezar kir û got: “Di Roja Cejna Zimanê Kurdî de tayînkirina qeyûman, dagirkerî ye. Îktîdar şaredariyên ku nekarî bi dest bixe, bi rêya qeyûman dagir dike. Em weke derdorên ji demokrasiyê bawer bang li hemû kesî dikin ku li dijî AKP ku bûye vîrûsa herî mezin û herî talûke rawestin. Em bang li hemû hêzên ked, aştî û demokrasiyê dikin ku li dijî vê yekê bi hevre têbikoşin.”

Çend bertekên li ser medyaya civakî wiha ne:

Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu:  Vaye darbe..! Darbeya îktîdarê ya li dijî vîna gel ev e. Yên ku dibêjin dê li dijî me darbe bê kirin, li dijî vîna gel darbeyê dikin. Dîsa xwelî li we be!

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş: Vê sibehê qeyûm tayînî şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc û Hawêlê hatine kirin û hevşaredarên me binçav kirin. Hûn darbekar in. Qeyûm pratîka herî mezin a darbeyê ye.

Parlamenterê CHP’ê Alî Haydar Hakverdî: Qeyûm darbe ye. Qeyûm darbeya li dijî vîn û demokrasiya sindoqê ye.

Navenda Giştî ya TÎP’ê: Desthilatdariyê îro qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kir. Asayîbûna Qesrê ev e. Bi vê dixwaze zextan bike, vîna gel xesp bike û mirovan binçav bike. Em hemû kiryarên li dijî demokrasî û wekheviyê red dikin. Em bi hevşaredar û vîna gelê xwe ne.

Parlamenterê TÎP’ê Bariş Atay: Du tiştên girîng ên AKP’ê di rojên koronayê de dest ji bernedane hene. Yek jê karkeran weke kole dibe û keda wan dixwe, ya duyan jî vîna gel tune dihesibîne û li dijî şaredariyên HDP’ê darbeyên siyasî pêk tîne.

Ji damezirînerên Partiya DEVA’yê Ahmet Farûk Unsal: Qeyûm tayînî şaredariyên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêlê û Vartînîsê kirin. Ev rejîm ji bo vîna gel rêz nagire. Ev rejîmeke keyfî û nediyare.

Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu: Hişmendiya darbekar a ku vîna gel îpotek dike, di nîva şevê de jî operasyonên xwe dewam dike. Bi leşkerên tayînkirî re, mafê gel û hilbijêran xesp dike.

Siyasetmedarê kurd Sirri Sakik: Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê yên din jî kirin! Tifaqa qeyûm a sala 2019’an de, îro li ser HDP’ê dewam dike.

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî: Dibe ku hûn karibin bi tank, top û leşkerên xwe yên bi pere avahiyan dagir bikin. Lê hûnê tu carî nekarin vîna gel teslîm bigirin. Em ê bi vîna gel, rejîma qeyûm hilweşîn in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar