Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bertekên welatiyan yên li dijî AFAD’ê

Li navçeya Bêhiştî ya Semsûrê ku ji erdhejê zirarek mezin dîtiye, ji ber xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng dest pê kirin, welatiyan bertek nîşan dan û gotin ku piştî her tişt qediya hatine û bal kişandin ku ne dewlet, gel li wan xwedî derketiye.

Li navçeya Bêhiştî ya Semsûrê ku ji ber erdhejê wêran bûye, hejmara kesên mirine hê baş nayê zanîn. Li navçeya ku bi dehan avahî hilweşiyane, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin, şêniyên navçeyê li ber xirbeyên xwe sekinîne. Li navçeya ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja çaran de dest pê kirine, hat hînbûn ku mirovan xwe avetine pêşiya wesayîdên AFAD’ê û alîkarî xwestine lê wan alîkarî nekirine û derbas bûne.

‘Ne dewlet gel li me xwedî derket’

Li taxa Yenî Mahaleyê avahiya Nûr a 8 qatî jî ji ber erdhejê rûxiyaye. Songul Metîn li ber avahiya rûxiyayî ji bo xwişka xwe sekiniye, dibêje ku xebatên ji bo lêgerîn û rizgarkirinê dereng dest pê kirine û bertek nîşan dide. Songul Metîn bal dikşîne ku rojên destpêkê dengê mirovan ji avahiya wan dihat û wiha got: “Em bi rojan têkoşiyan, ji bo werin li van avahiyan binêrin çavên me li rêya komên alîkariyê man. Diviyabû şaredar bihata, li halê me bipirsiya lê me ne şaredar ne jî qeymeqam dît. Tu kes ji wan me temsîl nake. Pêşî gotin pir deng heye, hêviya me çêbû lê niha… Dewlet xwedî li me dernakeve, sazî û mirov hatin li me xwedî derketin. Ne dewlet mirov ji me re eşyayan dişînin.”

‘Me xwe avêt pêşiya wesayîda AFAD’ê’

Seydî Vakas Metîn jî da zanîn ku tevî ku gelek caran li wan geriyane jî rayedaran bersiva wan nedane, piştî çar rojan komên lêgerînê ketine nava avahiyê û wiha got: “Duh serê sibehê dest bi rakirina xirbeyan kirin, ê me di qata herî jêr de ne. Me di van çend rojan de tu alîkarî ji dewletê nedît. Koma alîkariyê ji vê derê derbas bû, me jî wê demê pêşiya wan girt lê walî ‘got pê li hemûyan bikin derbas bibin.’ Bi rojan em li bendê man ku werin tiştek bikin lê tu kes nehat. Zarokên me mirin.”

‘Xizmên min mirin mala min wêran bû’

Ayşe Soma jî got ku hem xizmên wê mirine hem jî mala wê wêran bûye, piştî ku her tişt qediyaye hatine alîkariyê û wiha got: “Mala min a li Bazarcixê hilweşiya. Xizmên min ên li Dîlokê mirin niha jî ez li vê derê li benda xwişk û birayên xwe me. Zarokên min li Bazarcixê di vagonên trênê de dimînin. Hê jî li vir hêviya min heye lê tu tişt nemaye. Çend rojan li vir tu tişt nekirin. Me jî nikaribû tiştek bikira. Du roj in xebatan dest pê kirine.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar