PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berwarî: Hikûmeta Başûr sûcên dewleta tirk vedişêre

 

Endanê KNK’ê û hevserokê Eniya Demokratîk a Gel Dr. Kamîran Berwarî  aşkera kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê sûcên dewleta tirk vedişêre û wiha got: ” Hebûna leşkerên tirk binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê nahêle leşkerên tirk werin derxistin.”

Balafirên şer ên artêşa tirk di 23’yê çileya 2018’an de herêma Dêralokê bombebaran kir û 4 sivîlên herêmê qetil kirin. Heya niha jî agahî ji du kesên din nayê girtin. Xelkê Behdînan hem li dijî bêdengiya rayedaran hem jî li dijî dagirkeriyê, di 26’ê çile de serî hilda û bi ser baregeha artêşa tirk a Sîrê ya girêdayî Şeladizê de girtin. Welatiyên ku hêrsa xwe nîşan didan, baregeh şewitandin. Lê leşkerên tirk li wir jî êrîş kirin û 2 welatî şehîd kirin, 6 jî birîndar kirin.

Piştî van bûyeran Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir ku destên derve li pişt vê bûyerê heye. Lê berî vê bûyerê rayedarên dewleta tirk jî heman daxuyanî dabûn. Lê ya balkêş ew bu Hikûmeta Herêma Kurdistanê hata niha li ser qetilkirina sivîlan daxuyanî nedaye. Lê dema ku gel baregeha dewleta tirk li nava xaka Herêma Kurdistanê şewitandin yekser daxuyanî da.

Endanê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel Dr. Kamîran Berwarî li ser raperîna gel a li Şeladiz, êriş û baregehên Tirkiyeyê û derxistina leşkerên tirk ji xaka Herêma Kurdistanê û helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê li beramber van êrişan û daxuyaniya wan ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Dr. Kamuran Berwarî ev tişt anî ziman: “Ew raperîna ku li Şêladiz, Sîrî û Dêrelokê pêk hatî, çavakaniya xwe ji kêmasî û şaşitiyên ku di salên 1992`yan de hatiye kirin digre. Gelê Behdînanêbgelek caran diyar kirine ku hebûna leşkerên tirk li nav xaka başûrê Kurdistanê xalek metirsîdar e li ser başûrê Kurdistanê. Hebûna leşkerên tirk binpêkirina serweriya xaka Herêma Kurdistanê ye. Destavêtin û xwe têkelkirina nav karê xelkê Behdînan di aliyê siyasî, aborî, leşkerî, perwerdehî, zanistî û olî ve bandorek mezin li ser xelkê Behdînan  dike.”

‘Destê ti partiyan li pişt bûyera Şêladizê nîne’

Berwarî li ser hebûna baregehên tirk ên li nav xaka Başûr aşkera kir ku baregehên Tirkiyeyê ne tenê di aliyê leşkerî de bi kar anîn, ji bo îstixbaratê jî têne bikaranîn û wiha domand: “Sîxuriyê li nav Behdînan û gelê Behdînanê dikin. Xelkê Behdînan dikin sîxûr û bi xwe ve girê didin û hewil didin ku xelkê ji bo xizmeta xwe bi kar binin. Hebûna leşker û baregehên Tirkiyeyê li nav xaka Başûr jiyan li gelê herême kiriye dojeh. Ji ber firokeyên keşfê xelk êdî nikarin ji malên xwe derkevin. Dewleta tirk ne tenê xelkê sivîl qetil dikin, lawir û xwezayê jî dike armanc û tine dike.”

Berwarî got ku destê ti partî û kesî li pişt raperîna Şêladizê nîne û gel bi xwe pêk aniye û wiha pêde çû: “Ji ber kîn û hêrsa gelê herêmê ya ji kiryarên dewleta tirk a bi salan li herêmê dike ev raperîn pêk hat.”

‘Hikûmeta Herêma Kurdsitanê sûcên dewlata tirk diveşêre’

Li ser daxuyaniya hikûmeta herêmê ya ku gotibû destê derve li pişt raperîna Şêladizê heye jî Dr. Kameran Berwarî wiha got: “Heyf ji bo wê daxuyaniyê. Ew daxuyanî hikûmeta herêmê li gel mantiq, rastî, exlaq û zanînê ne guncawe. Hikûmeta Herêma Kurdsitanê bi salan e bi awayekî vekirî sûcên dewlata tirk diveşêre. Ew sucên ku dewleta tirk bi awayekî aşkera dibêje me vî kesî kuştiye, me vê komkujiyê pêk aniyê, hikûmeta herêmê diveşêre. Ev jî tê wê wateyê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji sala 92 heya niha şirîkê sûcên dewleta tirk e. Alîkarî ji bo Tirkiyeyê dike ku Tikriye kurdan dikuje. Ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê girîng nîne ku welatiyên wî bêne kuştin an jî serweriya xaka wê bê binpêkirin û sinorê wê bê derbaskirin, ji bo wî ya girîng ewe ku dewleta tirk ji xwe razî bike û xwe bi dewlata tirk bide pejirandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bawerî bi gel û pêşmergeyên xwe nîne ku wan biparêzin, ji ber wê çendê diçin leşkerên dewleta tirk tînin nava xaka herêmê.”

Nehêlaye leşkerên tirk bên derxistin

Berwarî bal kişand li ser biryarên ku parlementoya Iraq û ya Herêmê yên ji bo derxistina leşkerên tirk dabû û ev tişt got: “Parlamentoya Herêma Kurdistanê di sala 2003`yan de biryara derxistina leşkerên tirk ji xaka herêma Kurdistanê dabû. Di vir de diyar dibe ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî parlamena Herêma Kurdistanê ye. Di sala 2008`an de jî parlamena Iraqê biryar daye ku leşkerên Tirkiyeyê ji nava xaka Herêma Kurdistan û Iraqê derbikeve lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne hêlaye ku ew leşker ji xaka Herêma Kurdistanê derbikevin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne guhdarî prensîbên navnetewî dike, ne guh dide biryarên Parlamentoya Herêma Kurdistan, ne guh dide biryarên parlementoya Iraqê ne jî guh dide gelê xwe. Ev jî bûye sedem ku hemû rêxistin û partiyên fermî û ne fermî vê daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Divê rê neyê dayîn ku balafirên tirk sînor derbas bikin

Li ser derxistina leşkerên tirk ji xaka Herêma Kurdistanê jî Berwarî wiha got: “Hebûna leşkerên tirk li nava Başûr hebûnek zêdeye, ji ber ku vir navê wê Kurdistan e. Ji ber wê çendê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê vegere ser biryarên parlementoya Iraq û parlementoya Herêma Kurdistanê bi cih bîne. Ew 500 hezar îmzayên ku ji bo derxistina leşkerên tirk ji xaka Herêmê hatibûn komkirin, divê hikûmeta Herêmê biryar li ser wan bigire û îradeya gel li ber çavan bigire. Ji bo derxistina leşkerên tirk an dê hikûmeta herêmê bi rêya Iraq, NY, Amerîka û civaka navnetewî daxwaza derxistina leşkerê tirk bike yan jî dê rê li ber gel veke ku baregehên leşkerên tirk dorpêç bikin û leşkerên tirk ji xaka xwe derbixin. Divê êdî hikûmeta herêma Kurdistanê qebûl neke û rê nede ku balafirên şer ên Tirkiyeyê sînorê wan derbas bikin.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar