Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Berwarî:  Hişmendiya têkbirina gelê kurd, dê dewleta tirk li ser nexşeyê nehêle

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir êrîşên li ser Kurdistanê û rewşa Îmraliyê hemû girêdayî navenda şerê taybet a li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê ye û got “Hemû siyaset di destpêkê de li ser Îmraliyê tê meşandin.”

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku bi taybet ji bo êrîşên sûîqestê bajarê Silêmaniyê hatiye hilbijartin û got: “YNK bi xwe hedef e. Bi van qetilkirinan dixwazin YNK’ê gunahbar bikin û aramiya Silemaniyê bikin hedef.”

Cîgirê serokê Akademiya Siyaset û Fikra Demokrasiyê ya başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî, der barê êrîşên li ser Kurdistanê, poltîkayên li Îmraliyê, biryara KCK’ê ya rawestandina bêçalaktiyê ji ANHA’yê re axivî.

Kamûran Berwarî diyar kir ku li Îmraliyê û Kurdistanê siyaset û qirkirinên ku pêk tên, encama heman konspetê ne û wiha got: “Cezayê disîplînê-qedexeya hevdîtinan li Îmraliyê, êrîşên ser Başûr, Şengal, Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, qirkirina siyasî ya li bakurê Kurdistanê, trafîka dîplomasiyê ya dijberî kurdan, hemû li ser yek konseptê pêk tên. Navenda doza kurdî di asta navneteweyî, herêmî û cîhanî de Serok Ocalan e. Ji ber wê hemû siyasetên xwe destpêkê li ser Îmraliyê didin meşandin.  Ev girêdayî navenda şerê taybet a li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê ne. Di demên pêş de ger ev dewlet siyaseta xwe di ber çavan re derbas nekin dê derbeyeke mezin a aborî bixwin û nikarin xwe li ser pêyan bigirin.”

‘Iraqê xwe teslîmî dewleta tirk kiriye’

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku hikûmeta başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê û avakirina baregehan rê daye dewleta tirk û ev tişt anî ziman: “Bê hikûmeta Iraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê yek serbazê tirk nikare ser axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê bimîne. Iraqê xwe teslîmî dewleta tirk kiriye. Li Iraq û başûrê Kurdistanê zêdetirî 2 hezar û 400 şîrketên dewleta tirk kar dikin. Bi vê re hemû dahatên Iraqê û bi taybetî jî yên başûrê Kurdistanê dibin û li welatê xwe belav dikin. Ev şerê niha li ser aboriya Kurdistanê dike.”

Di nava 2 salên dawîn de, li başûrê Kurdistanê 7 bûyerên terora siyasî bi destê MÎT’a tirk pêk hatin. 5 ji wan li nav bajarê Silêmaniyê pêk hatin. Lê heta niha tu kesek li ser van bûyeran nehatiye girtin.

Berwarî li ser pirsa me ya ‘ji bo çi Silemaniyê dikin hedef?’ ev bersiv da: “Bajarê Silemaniyê cihekî rewşenbirî, aramî, aştî û demokrasiyê ye. Piraniya kesên daxwaza pênaberiyê kirine, çalakvan, rewşenbîr li Silemaniyê ne. Lê niha hemû bajarên başûrê Kurdistanê û Iraq bi temamî bûye meydana terorê. Hin peymanên veşartî yên van 4 dewletên Kurdistan dagir kirine ku ev nexşe li cem hinek partî û hêzên kurdistanî jî hene û van planan bi cih tînin. Di planê de têkbirina Tevgera Azadiya Kurdistanê li 4 parçeyên Kurdistanê û bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê heye. Ev jî ji aliyekî ve lawazî û bêçaretiya dewleta tirk nîşan dide ku nikare beramberî gerîla, gelê kurd bi ser bikeve. Ji ber wê jî bi rêya sûîkastan rewşenbîr, pêşeng, siyasetmedar, akademîsyen, mirovên bê çek dike hedef. Her wiha bi van êrîşan re hewl didin bingeha Osmaniya Nû deynin. YNK bi xwe hedef e. Bi van qetilkirinan dixwazin YNK’ê gunahbar bikin û aramiya Silemaniyê bi xwe armancek e.”

Agirbest derfetek bû lê dewleta tirk pêk neanî’

KCK’ê piştî erdheja 6’ê sibatê bêçalaktiya ku dabû destpêkirin û di hilbijartinê de hatibû dirêjkirin, ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker 13 hezîranê bi dawî kir. Der barê biryara KCK`ê de Kamûran Berwarî diyar kir ku dewleta tirk tu carî agirbest pêk neaniye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Agirbest gaveke erênî bû. Pêngavek ji bo diyalogê, dan û standinê û çareserkirina pirsgirêka kurd bû. Her çi qas ev pêngav yekalî bû jî di dem û cihê maqûl de hat dayîn. Zêdetirî 12 agirbestên yekalî ji aliyê PKK’ê ve hatine ragihandin lê tu carî dewleta tirk ev qebûl nekir. Bidawîkirina agirbestê jî mafekî rewa yê PKK`ê ye. Ji ber ku ji dema agirbestê heta niha êrîşî Kurdistanê dikin. Tirkiye gunehbara ku di agirbestê de êrîşên xwe dike û rê nade pêşxistina diyalogê. Çawa ku di sala 1984`an de dest bi şer kiribûn, niha jî vegeriyane wê qonaxê. Ev hişmendiya têkbirina gelê kurd, dê dewleta tirk li ser nexşeyê nehêle.”

Berwarî xuyan kir ku niha rewşa Rojhilata Navîn, Sûriye, Tirkiye, Iraq, Îranê ber bi rewşeke xirab û wêrankar ve diçe û ger sînorek û destwerdanek ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ji van dewletan re neyê danîn, dê Rojhilata Navîn bibe goleke xwînê û qonaxa dagirkirina destkeftiyên neteweyî yên gelan dest pê bike. Berwarî da zanîn ku bi taybet dewleta tirk ji bo vê yekê hikûmeta şer ava kiriye.

`Divê kongreyeke awarte bê lidarxistin`

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku divê gelê kurd siyaseta xwe ya herêmî, cîhanî û navxweyî di ber çavan re derbas bike û ev tişt lê zêde kir: “Erkeke li ser milê PKK, KCK, KNK, HDP û partiyên li Kurdistanê ye ku pengavekê ji bo xurtkirina yekitiya neteweyî biavêjin. Hewldan bê dayîn ku kongreyek an jî konferanseke awarte bê lidarxistin, rewşa îro li Kurdistanê di ber çavan re bê derbaskirin, stratejiyeke nû ya yekgirtî li hember vê dagirkeriyê bê dayîn. Her wiha divê gelê me ji her demê zêdetir têkoşîn û berxwedana xwe xurt bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar