Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e

Ji akademîsyenên Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku bêyî tevlibûna Ocalan ne pêkan e ku tu proje li Rojhilata Navîn bi ser bikevin

Ji akademîsyenên Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî, têkildarî rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn de ji Ajansa Rojnewsê re axivî û tecrîd û komploya li dijî Ocalan nirxand.

Berwarî diyar kir ku Ocalan di encama siyaset û stratejiyeke navneteweyî de hatiye girtin û armanca girtina wî jî wiha destnîşan kir: “Girtina Birêz Ocalan bi plan bû. Ew di encama siyaset û stratejiyeke navneteweyî de hat girtin. Armanceke wan ji vêya hebû. Helbet niha baştir tê fêmkirin girtina wî ji bo nehiştina aştî, aramî, azadî û demokrasiyê bûye. Ji bo careke din gelên Rojhilata Navîn bikevin qonaxeke din a tarî ya dîrokê vê yekê kirin.”

Armanca komployê

Têkildarî girtîhiştina Ocalan de jî Berwarî ev tişt anî ziman: “22 sal in Rêber Ocalan di girtîgehê de ye û aşkera bûye ku ev yek ne di berjewendiya gelên Rojhilata Navîn de ye. Armanca wan a ji komployê ew bû ku êdî tu fikir û felsefeyeke din a weke alternatîfê bernema û projeyên wan dernekeve. Projeya netewa demokratîk û xweseriya demokratîk, ji bo îro projeyeke berfireh e. Projeyên rojhilatî an jî rojavayî yên niha li Rojhilata Navîn çareseriyê li gel xwe naynin. Ji ber vê mirovahî û gelê kurd ê xwedî wijdan, 22 sal in hewl didin Birêz Ocalan azad bibe.”

Divê Ocalan azad bibe

Berwarî da zanîn ku Ocalan li gorî qanûnên navneteweyî nehatiye girtin û wiha pê de çû: “Ocalan li gorî qanûnên navneteweyî nehatiye girtin. Girtina wî derveyî qanûnên navneteweyî ye. Ji ber vê jî ger kurd ji aliyê qanûnî ve jî li ser kar bikin, dikarin Ocalan azad bikin. Niha hem Komîteya ‘Ji Ocalan re Azadî’ hem jî hinek saziyên navneteweyî li dijî tecrîdê xebatan dimeşînin. Eger dewletên mezin ên navneteweyî weke îdîa dikin naxwazin xwîna mirovahiyê birêje, dixwazin aramî li Rojhilata Navîn mayînde bibe û berjewendiyên hemûyan bi hev re têde bên parastin, divê wê demê Ocalan azad bibe.”

Bêyî Ocalan ne pêkan e

Di dawiya axaftina xwe de Berwarî diyar kir ku Amerîka, Brîtanya, Îsraîl, Fransa û dewletên NATO’yê gihîştine wê qenaetê ku bêyî azadiya Ocalan û PKK’ê tu çareserî li Rojhilata Navîn pêkan e û ev nirxandin kir: “Hemû jî gihîştine wê qenaetê ku bêyî Ocalan û PKK’ê çareserî li Rojhilata Navîn çênabe. Tu planeke ku PKK û Ocalan li Rojhilata Navîn ji derveyî wê hatine hiştin serneketiye.” DIHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar