Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Berwarî: Tirkiye bikeve Başûr wê wekî Qibris jê dernekeve

Endanê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel Dr. Kamuran Berwarî qala metirsiyên dagirkeriya dewleta tirk ên li ser  xaka Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Ger Tirkiye were Başûrê Kurdistanê wê wekî Qibrisê jê dernekeve.” Herwiha Berwarî bûyera li Tirabzon ya li dijî geştiyarên Herêma Kurdistanê weke belgeyek ya dijminahiya dewleta tirk a li dijî hebûna gelê kurd binavkir

Endanê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Hevserokê Eniya Demokratîk a Gel Dr. Kamuran Berwarî têkildarî armancên êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistan û bûyera di 18’ê tîrmehê de li Tirabzona Tirkiye ku nijadperestan êrîşê komek geştiyarên ji başûrê Kurdistanê kiribûn  ji Rojnews’ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwede Dr.Kamuran Berwarî qala armanca dagirkeriya dewleta tirk a li ser Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Armanca sereke ya dewleta tirk jiholê rakirina destkeftiyên netewî û nîştimanî yên başûrê Kurdistanê ye. Herwiha dixwaze hêzên Kurdistanî bîne beramberî hev, hikûmet û desthilata başûrê Kurdistanê lewaz bike. Armanca wana ewe ku dest daynin ser nefta Kerkûkê. Piştre Silêmanî, Helebce, Germiyan û deverên din ên Başûrê Kurdistanê dagir bike. Di dawiyê de jî wîlayeta Musilê bi giştî dagir bike.”

Di dewama axaftina xwe de Berwarî got ku projeya AKP’ê ji bo dagirkirin û ji holê rakirina destkeftiyên herçar parçên Kurdistanê heye û wiha domand: “Ji bona wê jî zêdetir aliyê olî û mezhebî bikartîne. Herwiha sûd ji lewaziya yekitiya nava kurdan digre. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkek olî ye, pirsgirêkek netewî, nîştimanî, siyasî û demokrasî ye.”

Di dirêjiya axaftina xwe de Berwarî wiha got: “Her kesek bêje PKK sedemê hatina Tirkiye ya başûrê Kurdistanê ye, ger li wî kesî lêkolîn bikin wê were dîtin ku ew kes dostê stratejîk yê AKP’ê û Erdogane. Ji bo wê hatina hêza Tirkiye jî peywendiya wê bi hinek hêzên başûrê Kurdistanê re heye. Ew hêzên ku nikarin xwe biparêzin, hewildidin wana bînin ji bo desthilata xwe pê biparêzin.”

Berwarî di axaftina xwe de li ser bêdengiya parlamentoya Herêma Kurdistan a li beramberî dagirkeriya dewleta tirk û bersîv nedana daxwaza parlamenteran a ji bo rûniştina taybet li ser mijara dagirkeriyê jî axivî û ev tişt gotin: “Piraniya parlementerên Herêma Kurdistanê bi rêya hizbî çûne parlementoyê û girêdayî kes, komên nava hizbanin. Ya din jî ewe ku heya niha hemû neketine di  ferqa metirsiya dagirkeriya Tirkiye de. Çewan ku ji berê de jî dema behsa metirsiya li ser Kerkûk û Efrînê dihat kirin û kes hest pê nedikir heya ku pêkhat, niha jî dibe ku hikûmeta herêmê hest bi vê yekê nake. Ger Tirkiye were vir wê wekî Qibrisê carek din jê dernekeve. Wê demê wê tiştek binavê hikûmet, dewlet, destkeftiyên netewî û nîştimanî nemîne.”

Li ser bûyera 18’ê tîrmehê ku li bajarê Tirabzon yê Tirkiye dema komek geştiyarên başûrê Kurdistanê xwestin bi ala Herêma Kurdistanê ve wêneyê xwe bigrin, rastî êrîşa nijadperestên tirk hatibûn jî Berwarî wiha axivî: “Ev bûyer nayê wê wateyê ku gelê kurd, ereb, tirk û faris dijminê hevin. Bûyerên wisan hinek car li Hewlêr û Bexdayê jî rûdane. Kesên ku van bûyeran dikin, temsîla gelê xwe nakin. Ew nûnertiya hûkmek şovenîst dikin. Li gel vê jî ev bûyer peyameke ji bo başûrê Kurdistanê. Rastiya wê yekê ye ku Tirkiye hebûna kurd, Kurdistan û sitatûyek ji bo Kurdistanê naxwaze. Herwiha encama axaftinên Erdoganin ku di got, ger konek yê kurdan li çola Efrîqa jî be em ê êrîş bikin ser.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar