PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Berxwedan bi felsefeya Rêber Apo gihîşt asta herî bilind’

Ji gerîlayên HPG'ê yên Cenga Xabûrê Dijraber Amed destnîşan kir ku şerê li herêmê tê meşandin bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye asta lûtkeyê

Gerîlayê HPG’ê Dijraber Amed êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û têkoşîna gerîla nirxand.

Amed ku di nava Berxwedana Cenga Xabûrê de ye, diyar kir ku li Kurdistanê şerekî giran diqewime û ev şer ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû herêmê û mirovahiyê girîng e û wiha got: “Gelê me û cîhan bi vê yekê zane. Ji bo hin hêzan rasthatina li dijmin dibe ku dibe sedema tirsê lê belê ji bo me hêzên gerîla ne bi vî rengî ye. Em bi rastiya dijmin zanin. Her wiha em ji têkoşîneke ji çanda berxwedanê û rastiya Rêbertî tên.

Dewleta tirk li dijî me ketiye nava pêvajoyeke cidî ya şer, em jî bi ruhê fedayî şerekî mezin dimeşînin, li ber xwe didin. Ev ruh li Mamreşo derket holê. Ruhê şerê fedayî yê Apoyî li vê derê gihîşte asta herî bilind. Li Zendûrayê û herêmên ku li dijî hevalên me çekên kîmyewî têne bikaranîn, hevrêyên me di nava têkoşîn û berxwedaneke mezin de ne. Her kesî ev têkoşîn dît. Dewleta tirk li hemberî berxwedan û têkoşîna gerîla bêçare maye.”

Şerê du sîsteman

Gerîla Amed destnîşa kir ku hêzên leşkerî yên mêtingeriya tirk newêrin li hemberî gerîla şer bikin û ev tişt anî ziman: “Di hin dîmenan de jî qareqara wan tê bihîstin. Bêguman di navbera hêzên ji bo pereyan şer dikin û hêzên gerîla yên bi rengekî fedayî şer dikin gelekî cudahî hene. Heval her roj li dijî dijmin çalakiyan dikin. Dijmin ji aliyê psîkolojîk ve li ber qedandinê ye. Ev rewş bi berxwedana Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê mezin dibe.

Ev şer ne şerekî demkurt e. Dibe ku bi salan dewam bike. Ji ber ku ji aliyê cewherî ve şerekî di navbera sîstema kapîtalîst û sîstema azadîxwaziya demokratîk a Rêberê me de ye. Ev şer şerê navbera du sîsteman e. Ev şer şerê mirovahiyê, şerê man û nemanê ye. Divê her kes vê yekê baş fêhm bike. Dewleta mêtinger a tirk nabêje; ev PKK yan jî PDK ye. Bi rêbazên cuda li dijî kurdan hemûyan şer dike.

Rastî ew e ku dewleta tirk wê li hemberî me nikaribe bi ser bikeve. Di serî de dewleta tirk her kes bi vê yekê zane. Moral, coş û kenê gerîla yê di dema şer de radixe pêş çavan ku serketin wê misoger be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar