Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Berxwedan dê bi 1’ê Gulanê re bigihêje asta bilind’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku gelê kurd bi rengekî topyekûn li ber xwe dide û wiha got: “Pêngava me ya berxwedanê ya li Kurdistanê dê bi 1’ê Gulanê re bigihêje asta bilind û di rêya serketina mayinde de wê bi pêş ve biçe.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir, ew 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin û bal kişand ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li gelek deverên dinyayê belav bûne.

Kalkan anî ziman ku li çar parçeyên Kurdistanê, li çar aliyên dinyayê jin, ciwan, kedkar; gelê kurd li her cihî ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin û wiha got: “Gelê kurd li her derê ji bo rakirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê 24 saetan di nav çalakiyan de ne. Li zindanan bi hezaran girtiyên azadiyê di grevên birçîbûnê de ne. Gel berxwedaneke fedaî dike. Em bi berxwedaneke wisa dikevin 1’ê Gulanê.”

Cejna Karkeran pîroz kir

Kalkan têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran û berxwedana grevên birçîbûnê nirxandineke wiha kir: “Ji niha ve ez cejna hemû karker û kedkaran pîroz dikim. 1’ê Gulanê roja hevgirtin û têkoşînê ya gelê kurd, gelên kedkar û jinan e. Gelê kurd gelekî kedkar e. Ji ber vê jî 1’ê Gulanê roja yekitî û hevgirtinê ya gelê kurd e. Em tevger û gel bi pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dikevin 1’ê Gulanê. Çawa ku em bi vê pêngavê ketin 8’ê Adarê û Newrozê, niha jî em bi berxwedaneke wisa dikevin 1’ê Gulanê.

‘Em bi têkoşînê yekitiya xwe ava dikin’

Kalkan bibîrxist ku bi hezaran girtî bi mehan e di grevê de ne û wiha got: “Di 31’ê Adarê de me derbeke mezin li faşîzmê xist. Ez bawer im wê kurd li her derê bi awayekî coş tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bibin. Li cîhanê jî di 1’ê Gulanê de gelek çalakî tên kirin. Em çalakiya azadî û demokrasiyê û pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ dikin yek. Her roj li deşt û çiyayan gerîlayên me yên qehreman şer dikin.  Li her çar parçeyên Kurdistanê jinên kurd, ciwanên kurd û karker şer dikin. Gelê kurd li her derê ji bo rakirina tecrîdê û hilweşandina faşîzmê 24 saetan di nav çalakiyan de ne. Li zindanan bi hezaran girtiyên azadiyê di grevên birçîbûnê de ne. Gel berxwedaneke fedaî dike. Em bi berxwedaneke wisa dikevin 1’ê Gulanê. Em yekitiya herî mezin di têkoşîna xwe de ava dikin. Ev têkoşîn kurdan tîne ba hev û gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî li dora xwe kom dike.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar