Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, 145 roj in bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Li girtîgehan jî girtî 107 roj in di grevê de ne
Çalakiya greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest pêkir, hem li hundir û hem li derve belav dibe û berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê 145 roj in didome. Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz 132 roj in didome. Berxwedana li Strasbourga li Fransayê ya 14 Çalakgeran di roja 106’emîn de didome. Çalakiya koma yekem a girtiyên girtîgehên Tirkiye 107 roj in didome.
Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi grevê kirin. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan jî çalakiya xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 86 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 76, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 85 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 34 roj in di greve de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.
Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag 30 roj in didome. Çalakiya Parlementerên HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç 25 rojin didome. Îmam Şîş li Galler a Brîtanyayê deng daye vê berxwedanê û çalakiya wî jî 106 roj in didome.
Çalakiya Yusuf Îba, li Torontoyê 80 roj, Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 79 roj, Husên Yildiz 74 roj, Hasbî Çakici 73 rojin di grevê de ye didome. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 72 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 68 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 63 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 58 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 41 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilistan a Londonê 16 roj di grevê de ne. Herêm Mehmut 36 roj, Şeyma Ednan 28 roj, Gulebax Celal 13 roj in di grevê de ye. AMED