Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Berxwedan jiyan e têrê nake, divê em bêjin; serhildan jiyan e’

Gerîlayên ku Kurdistanê li dijî dagirkeran diparêzin, gotin “Îsal wê bibe sala serketin û azadiyê ya gelê me” û destnîşan kirin ku divê di şerê man û nemanê de gel û gerîla bibin yek, bi ruhê Newrozê tev li pêvajoyê bibin.

Bi nêzîkbûna Cejna Newrozê re gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê jî amadekariyên xwe yên ji bo pîrozkirina Newrozê dewam dikin. Gerîlayên ku wê Newrozê li çiyayên Kurdistanê pêşwazî bikin, bal kişandin ser girîngiya serhildanê.

Gerîlaya YJA Starê Rojevîn Rotînda şehîdên azadiyê bi bîr anî û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya meha adarê û wiha got: “Meha Adarê ji bo gelê Kurdistanê û gelê Rojhilata Navîn mehekî serhildan û berxwedanê ye. Yên ku ev rihê serhildan û berxwedanê dayî vê mehê Kawayê Hesinkar, Mazlum Dogan, Zekiye Alkan û heval Rehşan’in. Ez di kesayeta van şehîdên mezin de, giştî şehîdên me yên Tevgera Azadiyê û şehîdên me yên meha Adarê bi bîr tînim. Ez vê roja Newrozê ya pîroz di serî de li Rêber Apo, tevahî şehîdên me yên şoreşê, gelê me yê Kurdistanê, gelê cihanê yê bindest û tevahî hevalên tevgera azadiyê de cihê xwe digrin pîroz dikim.

Meha Adarê destpêka Biharê ye, xweza di vê mehê de xwe ji nû ve avadike. Em jî wek şervanên Rêber Apo bi taybetî di vê mehê de xwe ji nû de ava dikin û wekî şervanek YJA-STAR’ê bi ruhê meha Newrozê, bi ruhê Kawayên hemdem re li hemberî Dehaqên serdemê hîn zêdetir şer bikin û vê Newrozê bikin, Newroza azadiya gelê kurd û gelên bindest yên cîhanê. Em êdî vî dijminê hov li ser vê axê derbixin, wekî ku Şehîd Reşîd jî got em nehêlin siya wan jî li ser vê axê bimîne. Armanca me ya ji vê Newroza îsal ewe ku bi ruhê şehîdên me yên nemir ku ev meha Newrozê bi watedartir kirîn.

Çawa ku Heval Mazlûm di zîndana Amedê de li hemberî Dehaqên nû, Esad Oktayan û dewleta tirk şer dikir û bi şîara ‘Berxwedan jiyane’ berxwedanek mezin li dar xist, îro jî li Mam Reşo, li Zendûra û li Tepê Sor di kesayeta Şehîd Rêberan, Şehîd Cumaliyan de bi heman şîarê li hemberî heman Dehaqan û heman faşîzmê berxwedanekî bêhempa hatiye pêşxistin. Em jî wek şervanên Rêber Apo ku li ser şopa van Şehîdên leheng yên nemir dimeşin, em ê vê salê bikin sala dawî û siya dijmîn jî ji vê axê derxînin. Li ser vî esasî dixwazim ji gelê me, ji ciwanên kurd û ji jinên kurd re bêjim, pêwîste ku hûn vê zilm û hovîtiyê qebul nekin û bi vê ruhê Newrozê yê serhildanê û berxwedanê yê Heval Mazlûman rabin serhildanê û em êdî nebêjin ‘Berxwedan jiyane’, em bêjin ‘Serhildan jiyane’.”

‘Ya serkeftin ya serkeftin’

Gerîlayê HPG’ê Şaho Tolhildan destnîşan kir ku berxwedana Mazlûm Dogan a ku Kurdistanê ronî kir hîn jî li çiyayên Kurdistanê dewam dike û wiha got: “Çawa ku di dîrokê de Kawayê Hesinkar bi vîn û hêza xwe dijminê dagirker têkbir, bi heman awayî ew hêz gihişt tevgera me. Di şexsê Mazlûm Dogan de bi diruşmeya ‘Berxwedan jiyane’ berdewam kir. Her wiha ev hêz gihişt dest û çekên gêrîlayên li serê çiyayên azad û bi berdewamkirina berxwedanê, dijminê gelê kurd têkbir. Em di pêvajoyek hesas a sala 2022’an de derbas dibin ku ji bo gelê kurd û tevgera me pir girîng e. Ez jî wek şervanek fedayiyê Rêber Apo vê wek erk li ser xwe digirim ku di vê pêvajoya hesas de bi ruhê Newroz, ruhê Kawayê Hesinkar herwiha bi ruhê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ku xwedî lê derbikevim. Soza xwe li hemberî Rêber Apo û şehîdan dubare dikim tol û xwîna şehîdan li erdê nehêlim.

Wek tê zanîn di şexsê gêrîla de bi ruhê fedayî, fikr û felsefeya Rêber Apo bi hêza ku ji şehîdên xwe girtine berxwedanek bê hempa li çiyayên Kurdistanê tê meşandin. Li ber çavê tevahî cihanê li Metîna, Zap, Avaşîn û Behdînan berxwedanek bêmînak li hemberî pêşketîtirîn teknîka serdemê tê meşandin û roj bi roj dijmin têk dibin. Di vê pêvajoyê de şerê ku tê kirin, şerê man û ne manê ye. Divê gel û gêrîla dest bidin hev û bi ruhê fedayî tev li vê pêvajoyê bibin. Em wek gêrîla heta dilopek xwîna me ya dawî, em ê têbikoşin. Em ê îsal bikin sala serkeftinê û azadiya gelê nîştiman, mizgîniya azadiyê ji bo dayikên şehîdan û Rêbertiya xwe bînin. Ji bo vê yekê tenê gotina ‘Berxwedan jiyan e’ têrê nake, divê em bêjin ‘An serkeftin, an serkeftin’. Bi vê yekê em sala 2022’an bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tevahî gelên bindest. Banga min ji bo gelê me ewe ku li vê pêvajoyê xwedî derbikevin û ji demên din hîn zêdetir, piştevaniya gêrîla bikin. Bi hev re wek ba û bahoz ser dijmin de biçin.”

‘Em ê agirê Newrozê gur bikin’

Welat Mîdyad jî li ser cejna Newrozê wiha axivî: “Ez cejna Newrozê li Rêber Apo, gêrîlayên serê çiyan, berxwedêrên zîndanan, gelê me yê welatparêz û giştî mirovahiyê pîroz dikim. Heval Mazlûm Dogan bi hêz û vîna Kawayê Hesinkar di zîndanan de ji bo pêşî li tunebûna kurdan bigire ji agirê Kawayê hesinkar destgirt û bi şikandina faşîzmê gelê kurd û Kurdistanê ronî kir. Ev agir niha li Metîna, Zap, Avaşîn û Garê bi berxwedana hevalan hîn gurtir bû û pêşxistin. Li van herêman, bi berxwedaniya dibin fermandariya heval Şoreş Beytuşebab de hat kirin dijmin têkbirin û çeteyên wan tar û mar kirin. Bi ruhê berxwedana Şoreş Beytuşebab em bi Rêber Apo re Newrozê pîrozbikin. Bila gelê me yê welatparêz li gel gêrîlayên serê çiyan bi ruhê Kawayan, Mazlûman, Cumaliyan, Ronahiyan, Serhatan, Çavreşan û Hejaran berxwedanek mezin li Kurdistanê pêşbêxe. Ji bo gêrîla Newroz çi be ji bo gelê kurd jî ew e. Li ser vê esasî em wek fedayiyên Rêber Apo serkeftinên mezin û azadiyê bi dest ve bînin. Armanc û hedefa me ew e ku em vê Newroza îsal bi Rêberê xwe re pîrozbikin. Bi vê ve girêdayî em ê agirê Newrozê li çiyayên Kurdistanê geş bikin û azadiyê mîsoger bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar