Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Berxwedan ket roja 117’emîn

 Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir, di roja 117’emîn de berdewam dike

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 117’emîn de, berdewam dike.  Guven, dema di 8’ê mijdara 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îlan kir ku heta tecrid bi dawî nebe, dest ji çalakiya xwe bernade. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, di 12’ê Çile de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û tenê 15 deqîqe hevdîtin hatkirin.

Guven, polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî Ocalan rexne kir û derbarê hevdîtina hat kirin de, diyar kir ku bi dîtina 15 deqîqeyan tecrîd naşike û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê çile de hat berdan. Piştî ku Guven hat berdan jî diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê, dê çalakiya xwe berdewam bike û ev 117 rojin bi biryardarî li ber xwe dide.

Berxwedana Yagiz di roja 104’emîn de ye

Piştî çalakiya Leyla Guven Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Hewlerê bi heman daxwazê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêrveger kir. Çalakiya Yagiz jî di roja 104’emîn de li gel rewşa tenduristiya wî nebeşe bi biryardarî berdewam dike. Her wiha çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 78’emîn de didome.

Berxwedana li zindanan

Piştî Guven û Yagiz li zindanan jî bi heman armancê berxwedan hat destpêkirin. Di 16’ê kanûna 2018’an de koma destpêkê tevli berxwedanê bû. Çalakiya koma ewil a ku li zindana dest bi girevê kir di roja 79’emîn de berdewam dike. Li aliyê din jî ji 1’ê adarê ve ye li hemû girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji derveyî girtiyên nexweş bi hezaran girtiyên azadiyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêderveger kirine. Berxwedana girtiyên azadiyê ligel hemû zext, îşkence û cezayên disîplînê jî bi israt û biryardarî didome. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar