Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Berxwedan li zindanan a li dijî tecrîdê bidome

Girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê û Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê  berxwedana xwe vegotin gotin ku heta tecrîd bidome dê çalakiya wan jî bidome

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 118’emîn de didome. Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê li Hewlerê bi heman armancê 105 rojin didome. Çalakiya 14 çalakgerên li Strasbuorg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî 79 roj, çalakiya koma girtiyên ewil ku di 16’ê kanûnê de li girtîgehan dest pê kir 80 roj in didome. Di 1’ê adarê de jî li tevahiya girtîgehan bi hezaran girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.

Girtiyên Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê, diyar kirin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Ji girtiyan Şevket Şeker ku bi heman armanc û daxwazê dest bi grevê kiriye bi rêya parêzeran re peyam ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand.

Piştî çalakiyan dest pê kir zext jî duqat zêde bûn

Şeker anî ziman ku piştî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir, vîtamîna B1 nadin wan û wiha got: “Piştî grevê dest pê kir zextên li ser girtiyan 2 qat zêde bû. 2 hefte ye rojnameya Yenî Yaşam nadin me. Pirtûkên kawîşên me kom kirin. Hevdîtinên me yên bi rêveberiyê encam negirtin. Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe me dest bi grevê kiriye. Heta tecrîd bidome têkoşîna me ya li dijî tecrîdê jî dê bidome. Di 28’ê çile de li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê Abdullah Kurt, Ugur Coşar û Şaban Yener dest bi grevê kiribûn. Piştî 1’ê adarê hêjmar gihnişt 56 kesan.”

Li 4 girtiyan cezayê hucreyê birîn

Li aliyê din girtiyê bi navê Şemsettîn Erdem ê li qawîşa A-17 a Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê dimîne, nameyek ji Şaxa Komeleya  Mafê Mirovan (ÎHD) ê ya Îzmîrê re şand û derbarê binpêkirinê ew û hevalên xwe rastî tên, vegot. Erdem di nameya şand de, diyar kir ku ew, girtiyê nexweşîna felce ya zarok (polîo sekeli) Ozgur Bektaşoglu yê 43 salî, Mehmet Tekîn ê ûr di serê wî de heyî û Ozgur Çelîk di heman qawîşê de dimînin. Erdem, di nameya ji Şaxa ÎHD’ê re şand de ev agahî parve kirin: “Di 6’ê mijdara 2018’an de em li dijî hejmara li ser piyan derket. Li ser vê yekê gardiyenan em derp kirin. Me jî xwest destpêkê serî li Şaxa ÎHD’ê bidin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Manîsayê bi hinceta ‘Dirûşme berzkirin’ û ‘li dijî hejmara li ser piyan derketin’ derberê min de 3 caran her yek ji bo 10 rojan cezayê hucreyê birî û 3 meh cezayê hevdîtinê daye min. Ji bo hevalên min Mehmet Tekîn û Ozgur Çelîk jî ji heman dosyeyê, du caran 3 meh cezayê ragihandin û 6 meh jî cezayê hevdîtinê hatiye birîn. Rayedarên girtîgehê dest bi înfaza van cezayan kiriye. Herî dawî ji bo hevalê me Ozgur Bektaşoglu yê dirûşme berz kir jî cezayê ragihandinê hat birîn. Bêyî ku agahiya van cezayan bidin me, dest bi înfaza wê kirin.”

‘Em daxwaza alîkariya hiqûqî dikin’

Erdem da zanîn ku hevalên wan di 12’ê sibatê de dema çûn hevdîtina telefonê, bêyî ku hevdîtinê bikin dîsan vegeriyan qawîşê û wiha got: “Ji ber vê nekarin agahiya ceza girtinê bidin malbatên xwe. Rayedarên girtîgehê dibin navê hejmar nedayînê de, cezayên nû li me dibarîne. Tenê ji bo min bi giştî 11 meh cezayê dîsîplînê û 8 caran jî her yekê ji bo 10 rojan cezayê hucreyê hatine birîn. Niha ez 69 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deme. Bi darê zorê me radikin hejmara li ser piyan û bi vî awayî îşkencê li me dikin. Hemû hevalên min ên din jî rastî heman cezayan hatine. Ji ber vê ez daxwaza alîkariya hiqûqî ji we dikim. Em dixwazin derbarê cezayê me yê hatiye erêkirin de, serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin. Em bang li hemû sazî û dezgehên berpirsiyar dikin ku guh bidin vê banga me û desteka xwe diyar bikin.” DÎLOK / MANÎSA

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar