Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Berxwedan ne diruşmeya me ye, jiyana me ya azad e’

Du ciwanên Kobanê ku duh di encama balafireke bêmirov a dewleta tirk de şehîd bûn, hatin definkirin. Di merasîma definkirinê de Rêveberê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer axivî û diyar kir ku ew Kobanî ne ku çeteyên herî hov têk birine û dê heta dawiyê li ber xwe bidin

Nêrgiz Ismayîl |

Li herêma Kobanê di 20’ê cotmehê de balafireke bêmirov bombe li wesayîteke sivîl barand. Di encamê de du ciwanên kurdan Hemze Kobanê  û Fîraz Kobanê şehîdbûn û çar kes jî birîndar bûn.

Du ciwanên kurd li Kobanê bi merasîmeke girseyê û di bin dirûşmeya ‘Hevkariya we me dikuje’ hatin definkirin.

Di merasîmê de Rêveberê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer axivî û ev tişt anî ziman: “Em di kesayeta her du şehîdên me yên bi nirx sersaxiyê ji malbatên wan dixwazin. Ev êrîşa yekemîn e. Ez dixwazim aşkera bibêjim ku cihê xayînan di nava me de nîne. Ew ne Kobanî ne. Her dîwarekî Kobanê deh şehîdên me hene. Her rêkeke Kobanê bi dehan şehîd hene, em vê ji bîr nekin. Divabe em xwe paqij bikin ji xayîn û sîxuran. Bila ne tenê gelê me yê Kobanê bizanibe ku berxwedaniya me qet venamire, di tevahiya Kurdistanê û cîhanê em ê li ber xwe bidin. Ji ber ku berxwedanî ne diruşmeya me ye, berxwedanî jiyana me ya azad e. Em li ber xwe didin û bi wê em ê bigihêjin doza xwe. Ev rastiya ku em fêrbûne ji şehîdên xwe yên qehreman fêr bûne. Di vê pêvajoyê de êrîşên mezin li ser gelê me hene, li her deverê ji ber gelê me teslîm nabe. Lewra dixwazin ew ruhê berxwedanê lewaz bikin. Em ê qet lewaz nebin.

Gelê Kobanê du caran berxwedanî kirine; di 19’ê Tîrmeha 2012’an gava li hemberî hişmendiya rejîmê bi ser ketin û cara duyem jî li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe dan û bi ser ketin. Berxwedana Kobanê bû nimîne ji hemû gelên cîhanê re ku dikare serkeftî be. Dewleta tirk jî dixwaze wê bê rûmetiya xwe ne tenê li Efrînê, Serê Kaniyê, heman demê de li Kobanê jî pêk bîne. Li ser vê xakê gava yekemîn bû dema ew hovên mîna DAIŞ’ê ji vir hatin derxistin, wê hîn ev berxwedanî berdewam bike. Ji ber wê yekê em wekî gelê kurd divabe em xayînan ji nav xwe derxînin, cihê xayînan di nava me de nîne tenê cihê şehîdan û berxwedêran heye.

Bi sedan şehîd hene, bi hezaran şehîdên me hene. Ev cihê berxwedanê ye. Cihê qehremantiyê ye. Ne cihê xayîna ne. Dewleta tirk tengav bûye êrîş dike, ne ji ber xurtbûna xwe. Her rojan tehdîdan dike ku wê êrîşî bakurê Sûriyeyê dike. Çima êrîş dike. Ew heyfa DAIŞ’îyan digire. Dewleta tirk çete derbasî nava me kirine, ew çeteyan derbasî nava me kirine. Yê ku alîkariya sîxuran dike ew dewlet e, ew terorîst e ne em in.

Ey gelê Kobanê dewleta tirk ne ew dewleta 2015-2018 û 2020’î ye. Xwe ricayî rûsan dikin ku êrîşî me bike û destkeftiyên me bin pê bike. AKP’ê di nav sekeratê de ye. Lewma êrîş dike. Wiha be wê di hilbijartinan de jî bi sernekeve.

Lewma gelê me, taybetî jî gelê Kobanê xwedî helwest e û ev kombûna we helwesteke mezin e ku em ji cîhanê re dibêjin em Kobanî yanî em hetanî dawî kesên berxwedêr in. Gava em ji cîhanê re dibêjin em Kobanî ne ew têdigihên ew e em însanê bihêzin ku me hêza herî hovane di cîhanê de têk biriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar