PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berxwedan serkeftinê tîne

Dayika Emîne Şenyaşar ji bo edalet pêk bê 202 roj in nobeta edaletê digire. Bi israr, bi biryar û bi baweriya ku ew ê bi têkoşîna xwe edaletê mîsoger bike li ber xwe dide. Dîrokê her tim nîşanî me daye ku mirovên bi bawerî û biryar, mirovên bi israr li ber xwe dane teqez her dem bi ser ketine.

Gelek kes dibêjin ‘Ma ev dewlet e’, ‘Ji xwe edalet tune ye. Em çi bikin vala ye’, ‘Ji xwe qanûnan nas nakin’, ‘Tenê bi min/me pirsgirêk çareser nabe’ û wekî wê… Gelek gotinên neyînî û bê hevî tînin ziman. Bê bawerî, bê hevî û bê biryarî hest û sekna koletiyê ye. Eger mirovek bibîne zilm tê kirin û temaşe bike, bi awayekî veşarî ew jî hevkarê wê zilmê ye. Eger mirovek bibîne ku zilm li wî tê kirin û dengê xwe neke, tê wateya ku ew her çend nerazî be jî wê zilmê qebûl dike. Ev jî sekna jiyana koletiyê ye. Kesên kole, zilmê dibînin lê li dijî vê zilmê bêdeng in. Bê çare ne. Perîşan û pepûk in.

Mirovên azad, mirovên xwedî bawerî û mirovên xwedî bi rûmet tu carî zilmê qebûl nakin. Her çend zanibin ku tenê bi têkoşîna wan ew zilma heyî bi dawî nabe jî, dîsa li dijî zilmê serî danînin. Her tim li dijî zilmê serî radikin. Her  tim li ber xwe didin. Dizanin ku ew azad nejîn jî dê nifşê siberoja wan azad bijîn. Mînakên vê yekê jî gelek in. Kesên navdar Gandî, Abdullah Ocalan, Leyla Guven, Rosa Parks, Ahed Tamîmî, Clara Zetkin û gelek kesên din. Niha jî Emîne Şenyaşar û kurê xwe 202 roj in li ber xwe didin. Bi tena serê xwe dest pê kir lê çalakiya wê her ku diçe mezin dibe. Belav dibe. Îro li pêş Edliyeya Rihayê, dê sibê li pêş edliyeyên gelek bajarên din ev çalakî belav bibe. Ji ber ku dayikên wekî Emîne Şenyaşar zilm li wan hatiye kirin û mafê wan hatiye binpêkirin gelek in. Bi hezaran kurd bi heman zilmê re rû bi rû mane.  Çawa ku çalakiya Dayikên Şemiyê bi dayikekê dest pê kir û li Stenbol, Amed, Êlih û Îzmîrê belav bû, çalakiya ‘Nobeta Edaletê’  ya dayika Emîne Şenyaşar jî dê li gelek bajaran belav bibe.

Çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyarş ku di 9’ê Adarê de dest pê kiribû, di roja 202’emîn de dewam dike. Di roja 200’emîn de ji gelek baro û rêxistinên hiqûqê bi sedan parêzer tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan malbata Şenyaşar.  Heta niha bi sedan sazî û rêxistinên civakî û partî çûn serdana Malbata Şenyaşar û piştgirî danê. Ev nîşan dide ku dema mirov mafdar û ji doza xwe bawer be, dema mirov bi biryar û israr be, teqez di doza xwe de bi ser dikeve. Dema mirov bi biryar û bawerî li ber xwe bide, teqez bi ser dikeve.  Emîne Şenyaşar bi vê çalakiya xwe nîşanî hemû cîhanê da ku zilm li wê hatiye kirin. Nîşanî hemû cîhanê da ku heta niha Edalet li Tirkiyeyê tune û ew ji bo edaletê pêş bixe têdikoşe. Nîşanî hemû cîhanê da ku hemû hiqûqnas doza wê diparêzin û doza wê mafdar e. Nîşanî hemû cîhanê da ku xizmên wekîlê AKP’ê zilm li wan kiriye û daraza Tirkiyeyê vê zilmê diparêze. Bi vê baweriyê 202 roj in li ber xwe didin. Ji ber vê yekê her tim berxwedan û têkoşîn azadî û serkeftinê tîne.

Kesên azad zilmê qebûl nakin. Kesên azad kesên têkoşer û berxwedêr in. Kesên azad kesên xwedî bawerî, hevî û biryar in. Dizanin ku edalet, azadî, wekhevî, demokrasî û mafên mirovan bê têkoşîn û berxwedan pêş nakeve. Ji ber ku berxwedan û têkoşîn azadî ye.

Nûçeyên Têkildar