Hemleya şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê mezin dibe. Di çarçoveya vê hemleyê de pêşketinên girîng çêdibin. Bi hêz û kevneşopiya berxwedêr a Newrozê asta têkoşîna gelê kurd cardin derket holê. Peyama azadiyê gelek zelal da yar û neyaran. Li zindanan, gelek deverên Kurdistanê û derveyî welat grevên birçîbûnê berdewam dikin. Li rojavayê Kurdistanê hêzen azadî û demokrasiyê dawî li tarîtiya DAIŞ’ê û piştevanên wê anî. Bi wesîleya Newrozê ev serkefttin diyarî tevahiya mirovahiyê hate kirin. Bi kurtasî qasî asta têkoşînê mezin dibe, encamên wê jî ew qas şênber dibin.
Li aliyê din êrîşên li hemberî têkoşîn û hemleya azadiyê jî berdewam dikin. Bi taybetî îro peşengtiya şer û êrîşên li hemberî gelê kurd ji hêla îktîdara MHP-AKP’ê ve tê kirin. Bi taybetî van çend salên dawiyê lez dane vî şerî. Hemû heza leşkerî, aborî, siyasî û dîplomatîk a dewletê bi armanca têkbirina têkoşîna azadiya gelê kurd bikar tînin. Tekane armanca wan ew e ku gelê kurd di sedsala pêşiya me de wekî kole, di bin destê xwe de bigirin. Bes dewran ne dewrana sedsal berê ye. Gelê kurd di asta herî jor de gihiştiye hişmendiya neteweya demokratîk. Wekî encama vê yekê li Şeladizê dibe Remezan Mihemed, li Zindana Tekirdagê dibe Zulkuf Gezen, li Amedê dibe Leyla Guven, li Dêrazorê dibe Şervan Cûdî û Lorenzo Ossetiyê îtalî.
Ligel hemû êrîşên îktîdara MHP-AKP’ê gelê kurd berxwedana xwe ne rawestandiye û di encama vê têkoşîna bi israr de faşîzmê winda kiriye. Ne tene îktîdara MHP-AKP’ê her wiha di şexsê wan de îdeolojiya fermî ya dewleta tirk a îmha û înkara gele kurd jî winda kiriye. Tu derfeta domandina îmha û înkara gelê kurd di destê vê îktîdarê û dewleta tirk de nemaye. Meseleya kurd û Kurdistanê dewletên înkar û îmhaker derbas kiriye. Li hemberî hêza gelê kurd di nav neçeriyek mezin de ne. Rastiya “li Rojhilata Navîn kê li dijî kurdan şer bike, dê winda bike” cardin bi hemû zelaliya xwe di rastiya îktîdara MHP-AKP’ê de xuya bûye.
Îro di hundir de qeyrana Tirkiyeyê ya aborî, siyasî û leşkerî encama şerê li hemberî gelê kurd e. Her wiha tengijîn û tecrîdali derve ji cardin bingeha xwe ji politikaya îmhakirina gelê kurd digire. Ji ber tengijîna dijîn êdi gotinek wan a din nagire. Bi gefa, “Me hemû qedandin” dest bi axaftina xwe dikin lê bi lawahiya, “Bo xatirê Xwedê stûyê me li ber kurdan netewînin” diqedînin. Êdî du gotinên wan hev nagirin.
Li hemberî têkoşînê bêhn li wan çikiya ye û bi awayek bêhiş diaxivin. Ji ber vê bêhişiyê heta têkçûnê dê êrîşên xwe bidomînin. Di encama van êrîşan de civak zehmetî û êşan jî dikişine. Ev jî rastiyek têkoşînê ye. Ev têkoşîn nebebûya bawer bin dê ev eş û zehmetî sed qatî bûna. Faşîzm jî dê hartir bûya. Ku îro faşîzm diricife, encama vê têkoşînê ye. Bi bilindkirina têkoşînê dawiya faşimê dê zûtir bê. Bêtêkoşînî jî faşîzm, êş û zehmetiyan zêde dike.
Ji bo zûtirîn demê de faşîzm tê biçe tişta lezgîn bê kirin li her derê piştgiriya berxwedêrên grevên birçîbûnê û di 31 Adarê de dersdayîna faşîzmê ye.