Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Berxwedan û serkeftin deynê stûyê me ye’

Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê, li navçeyên Dutaxê û Panosê ji aliyê hezaran kesan ve hatin pêşwazî kirin. Pêşwazîkirin veguherî mitîngên girseyî. Namzet Sirri Sakik axivî û got: “Sedsala nû wê bibe sedsala azadiya gelê kurd.”

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Agiriyê Sirri Sakik, Nejla Demîr, Heval Bozdag û Zelal Yilmaz, li navçeyên Dutaxê û Panosê buroyên xwe yên hilbijartinê vekirin. Dayika Sema Yuce, Zennure Yuce beşdarî vekirina buroyan bû. Dirûşmaya girseyan jî ev bû: “4-0.”

Dûtax: Wê ev sedsal bibe sedsala azadiya gelê kurd

Namzetan bi konvoyek qelebalix li navenda navçeyê geriyan. Pişt re bi meşê çûn ber buroya hilbijartinê. Girseyek qelebalix namzetan pêşwazî kir û dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. Piştî buro hat vekirin, namzet derketin ser otobusa hilbijartinê û girseyê silav kirin. Dayika Sema Yuce, Zennure Yuce jî li ser otobusê silav da gel. Di vê kêliyê de girseyê bênavber dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.

Namzet Nejla Demîr bal kişand ser zextên darazê yên li ser gelê kurd û got: “Dixwazin cezayê muebedê li 36 hevalên me bibirin. Dixwazin îradeya gelê kurd ceza bikin. Lê belê em ê paşve gav neavêjin. Emê serî li ber vê pergala zalim netewînin.”

Sirri Sakik jî bi kurdî xelkê silav kir. Sakik bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û got: “Heke em bibin yek wê ev zilm di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe. Ji ber vê yekê yekitiya me pir girîng e. Civaka li vir peyamê dide hemû kurdan. Em dibêjin dema pêş dema azadî, aştî û demokrasiyê ye. Em dixwazin di sedsala pêş de rêwitiya têkoşîneke dijwar bi demokrasiyê tacîdar bikin. Sedsala nû wê ji bo kurdan bibe sedsala azadî, aştî û demokrasiyê. Wê ev sedsal bibe sedsala azadiya gelê kurd. Em ê di 14’ê Gulana 2023’yan de her hevalê xwe yê sirgûnê vegerînin ser axa wan û zindanan vala bikin. Em ê azadiyan pêk bînin. Hemû hevrêyên xwe vegerînin. Heke hûn 4 hevalên me bişînin Meclisê em ê bibin dengê we yê çareseriyê.”

Peyama 4-0 

Sakik destnîşan kir ku ew ê li Agiriyê 4 parlamenteran bibijêrin û got: “4 parlamenter li ber fermana we amade bin. Em ê hemû şaredariyên li bajêr bi dest bixin. Em ê çend meh şûn ve hemû şaredariyên xwe şûnve bigirin. Kurd bi têkoşîna xwe ya mafdar hatin van rojan. Em ji têkoşînê hatin heyama müzakereye. Em ê rêya efûya giştî vekin. Wê zext nikaribin me bêzar bikin. Heke zext bi ser biketina em ê îro ne li vir buna. Berxwedan û serkeftin deynê stûyê me ye.”

Panos: Ew êdî nikarin sozan bidin wê êdî hesab bidin

Şandeya namzetan piştî Dutaxê berê xwe da Panosê. Konvaya ji sedan wesayît pêk dihat her ku çû zêde bû. Şande li Panosê Cadeya Cumhuriyetê meşiya û bi hezaran kes tev li meşa wan bûn. Li ber buroyê bi sedan welatî şandeyê pêşwazî kir. Vekirina buroyê veguherî mitîngek girseyî. Girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Namzet Zelal Yilmaz axivî û diyar kir ku wê gelê Agiriyê xwedî li hemû namzetên xwe derkeve û wiha got: “Em dizanin hûnê xwedî li me derkevin. Em ê 4 namzetan jî bişînin Meclisê. Dengê hûn bikar bînin gelek girîng in û berpirsiyarî dikeve ser milê me hemûyan. 20 sal in ev me cihê dikin û her tim bi çavê dijminatiyê li me dinêrin. Em  ê vê rejîma faşîst biqewirînin. Em ê feqîrî û betaliyê rakin. Em ê vê îktidara ku we feqîr û betal hiştiyê bişînin. Ew êdî nikarin sozan bidin wê êdî hesab bidin.”

Namzet Heval Bozdag jî wiha got: “Em ê hewl bidin ku hêjayî vê coş û gelê xwe bin. Em ê roja 14’ê Gulanê çavê xwe li rojek girîng vekin. Em ê wê rojê bikin ku êdî jiyana nû dest pê bike. Îktidara AKP-MHP’ê talanê li her deverê pêk anî, xelkê feqîr kir, rejîma rantê ava kir û xwezaya me talan kir. Avahiyên sexte çêkir û bi hezaran kes di van avahiyan de jiyana xwe ji dest dan. Ew ê di 14’ê Gulanê de hesabê vê yekê bidin.”

Sirri Sakik jî axaftinek kurt kir û behsa girîngiya hilbijartinê kir.

Bazîd

Li gundên navçeya Bazîdê jî xebata hilbijartinê hat kirin. Xebatkarên partiyê li gundên Kazan, Pullutarla, Aşagî Tavla geriyan û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê. Xebatkarên partiyê li ketinên gundan alên partiya xwe daliqandin.

Giyadîn

Şandeya namzetan dê sibê serdana navçeya Giyadînê bike. Rêveberên partiyê li taxên navçeyê belavokan belav kirin û her kesî vexwedinîn pêşwazî namzetên xwe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar