Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Berxwedana 100 rojî: Dê bi serkeftinê encam bibe

NPG’ê destnîşan kir ku berxwedan li dijî êrîşên dewleta tirk a ji 23’yê Nîsanê û vir ve dayî destpê kirin, 100 roj e didome û wiha got: “Di wê baweriyê de ne ku dê ji niha û şûn ve hemû hevrêyên me li ser pratîka heyî xurtir bibin, berxwedanê bi ser bixin.”

Fermandariya Giştî ya Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî berxwedana gerîla ya li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya NPG’ê wiha ye:

“Êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a mêtinger a ji 23’yê Nîsanê û vir ve dayî destpêkirin, îro dikeve roja xwe ya 100’î. Tu guman têde nîne armanca esasî ya dewlta tirk ji vê êrîşa dagirkeriyê ya dayî destpêkirin, tesfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê, hemû destkeftiyên gelê kurd ji holê rakirin û bi armanca qirkirinê sînorên Mîsakî Mîllî dagirkirine. Bi vekirî dixuyê ku ji bo vê jî destek û erêkirina hêzên navneteweyî yên komploger û ji nûnerên xeta hevkar a kurd jî girtine. Li ser vî bingehî dixwaze demek kin Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike, weke qonaxa duyemîn jî başûrê Kurdistanê  armancên xwe yên li ser herêmê pêk bîne dike hedef. Lê li dijî vê, berxwedana di serî de li Mamreşo, Zendûra, li Avaşîn û Metîna berxwedanên girîng-dîrokî hatine kirin, vê berxwedanê hêviyên dewleta tirk a qirker-mêtinger di qirika wan de hiştine. Di vî warî de berxwedana ku gerîlayan di serî de li Zap, Metîna û Avaşîn, dîsa li Bakur û Başûr dayî destpêkirin, encamên girîng bi xwe re aniye. Bi desteka xurt a gelê me û dostên em ve, ev berxwedan di roja xwe ya 100’î de li hember mêtingeriya tirk bûye vînek xurt.

Her çendî taktîka demê ya nû ya Gerîlayên Modernîteya Demokratîk a tevgera me pêş xistî, kêm jî be, pêkanîna wê û bi pêşengtiya Şoreş Beytûşebab, Serhat Giravî, Delal Dixwaz û Rêber Zinaran li ser bingehê xwîna 70’ê şehîdên me destanên lehengiyê pêk hatine. Bi taybet li ser bingehê bikaranîna kûranî û firehiya bejahiyê, şerê gerîla yê li gorî dema nû xwe dispêre pisporiyê, derxist holê ku li hemberî her cûre teknîka dijmin serketin bi dest xistiye. Ev encam di serî de ji bo me û hemû beşên hejar nixekî gelekî mezin îfade dike.

Di nava 100 rojên borî de artêşa tirk bi çeteyên li gel, tevî bikaranîna her cûre teknîkê jî, îro nekariye li herêma Avaşînê tevgera dagirkeriyê pêk bîne. Niha li Avaşîn, Wexelê, Girê Sor, xeta Stûnê, li gelek deverên din berxwedan û tevgera gerîla vê yekê vekirî nîşan dide. Ev pêvajoya berxwedanê ya li Mamreşo, Zendûra û Şehîd Serdar destpê kirî, bi pêşengtiya fermandarê bi nirx Serhat Giravî û Saryayan îro gihiştiye astekî bilind. Artêşa tirk a li Dola Konferansê û Dola Mara bêencam hişt, ji bo li Werxelê û Girê Sor encam bigire, hê dorfirehtir ketiye nava hewldanan. Nêzî 2 meh in, li du noqteyên cuda yên berxwedanê yên li Werxelê û dîsa li hemberî kelha berxwedanê ya Girê Sor, tevî ku bi dehan car çekên kîmyewî û teknîk hate bikaranîn jî, nekarîn bixîne, îro berxwedan hê xurtir dom dike. Hemû fermandar û şervanên li herdu tûnelên şer ên li Werxelê û Girê Sor berxwedanê bi ruhê fedayî bilind dike, li ser navê rêveberiya giştî ya tevgerê û Fermandariya Navendî silav dikin, ji ber vê berxwedana lehengiyê hemû hevrêyan pîroz dikin. Berxwedana ku ew niha bi cesaret û fedarkiyeke mezin birêve dibin, li rûpelên herî bi rûmet ên dîroka têkoşîna me cih digire û nûnerên roja em ya îro ya ruhê fedayî ya Apoyî ye.

Derket holê ku şerê bejahî ya çalakiya êrîşa Pîramît a li Avaşîn a bi pêşengtiya hevrêyê me yê bi nirx Şerzan Qaşûra ku fermandarî û pêkanînerê wê ye ku berê hatibû pîrozkirin û teqdîrkirin encamên mezin bi xwe re aniye.

Dîsa avakarê taktîka demê ya nû ya bi pêşentiya hevêr Bawer û Delal ku li xeta Kela Bêdewê û Cîloya Biçûk ku dijmin da sekinandin û xiste çiravê bi serê xwe serketineke mezin e.

Destanên lehengiyê ya Rêberan û Têkoşeran ku li derdorî destana Zendûra ya Qada Xabûrê pêk hat, ji bo derketina van encaman cihek girîng girtin.

Bi taybet di 2 hefteyên dawî de çalakiyên xurt ên baş derketin holê, di vê çarçoveyê de;

Li Boxaz Şehîd Canşêr a li xeta Avaşîn-Wexelê fermandar û şervanên tev li çalakiya 16’ê tîrmehê ya dizî-êrîş pêk hat de pîroz dikin.

Hemû hevrêyên keda wan û tev li çalakiya 22’yê tîrmehê ya li Girê Koordîne ya Metîna ku ji 2 baskan ve bi xurtî li dagirkeran da, pîroz dikim.

26’ê tîrmehê li dijî dagirkerên li nava Girê Şehîd Axîn û Şehîd Şahan ên Xakûrkê çalakiyeke dizî pêk hat û çûne ser cenazeyên dijmin û çek hatine rakirin û bê windahî vegeriyane. Em hemû hevrêyên tev li vê çalakiyê bûne û keda wan hene pîroz dikin.

27’ê tîrmehê li xeta Gever Wergenima hêzê YJA Starê li dijî wesayîtekê leşkerî çalakiyeke xurt a sabotajê pêk anîne. Hemû hevrêyê tev li çalakiyê bûne û keda wan heye pîroz dikin.

Dîsa hemû hevrêyên tev li çalakiya Pêngava Egîdê Botanê ya li Botanê bûne û keda wan hene, pîroz dikim.

Li bakurê Kurdistanê hemû çalakî û berxwedaniya heyî û dîsa herî dawî çalakiya serketî ya li dijî hêzên dagirker a li Qereqola Xozat-Armûtka pîroz dikin. Hemû hevrêyên tev li vê çalakiyê bûne û keda wan hene silav dikim.

Di vê dema girîng a dîroka têkoşîna me de, bi taybet li Avaşîn, Metîna û Zap a di bin berpirsyariya fermandariya me de ye dikeve roja 100’î, ji niha ve diyar e ku êrîşên dagirkeriya tirk tarûmarkiriye, dixwazin bînin ziman ku pêvajoya berxwedana mezin serketiye, wan teqdîr pêşwazî dikin û daxwaza domandina serketinên mezintir dixwazin.

Hevalên hêja;

Bêguman pêvajoya bexwedana ku pêşdikeve, ne bes e û şaşitiyên xwe jî hene. Îro li ser wan sekinîn û bi lezgînî derbaskirina wan ji bo ku berxwedana îro ya bilind dibe bigihîne serketinê, erkek bingehîn e. Encax tevî vê yekê ji niha ve encamek serketî ya mîna Garê li Avaşîn, Zap û Metînayê derketiye holê. Di dîroka gelê Kurdistan û ya têkoşîna tevgera me de tu caran li hemberî hêzên dijminekî ku bi teknolojiya mezin ve xwe gurç û pêçkirî, berxwedaniyên ku ev 100 roj in nehiştiye dijmin serweriya xwe li ser erazî çêbike pêş neketiye. Tiştên îro diqewimin di dîroka gelê me cara yekemîn e. Îro pir aşkera ye ku hêzên me yên gerîla yên li ser bingehê bîrdoziya Rêber Apo lêhûrbûnê dikin, bi pêşxistina taktîka nû ya demê re modelek nû ya berxwedanê ku wê hêvî bide hemû gelan diafirînin. Ji niha ve tê dîtin ku hêzên me yên berxwedanê ku wê li ser vî esasê nebesiyên xwe derbas bike û serketinê misoger bike.

Dewleta tirk ê li hemberî vê berxwedana bêhempa ya hêzên me yên gerîla zehmetî dikişîne û ketiya nava tengasiyê, ji aliyekê ve bi hewldaneke mezin dixwaze binketina xwe ji raya giştî veşêre, ji aliyê din jî dixwaze di navbera kurdan de şer derxîne û serê vê binketina xwe binuximîne û pêşî li kûrbûna vê binketina xwe bigire. Ev hêza ku 100 roj in hê jî nikariye Avaşînê dagir bike, hewl dide vê rastiyê ji hemû raya cîhanê veşêre. Ji bo vê jî di nava hewldanê de ye ku li eniya Başûr jî eniyeke duyem ê şer li hemberî gerîla veke.

Di vê çarçoveyê de ketina tevgerê ya hêzên girêdayî PDK’ê ya hema pişt qadên ku berxwedaniyeke herî dijwar lê tê dayîn û komkirina hêzê watedar e. Çawa ku di qetilkirina mirovên me yên bêsûc a herî dawî ya li Konyayê hat dîtin, rizgarkirina rejîma AKP-MHP yê qirker-faşîst ji binketinê ku dijminatiya gelê me ya li her qadê kiriye bingehê siyasetê xwe, berevajî berjewendiyên gelê me ye. Hem ev rewş û hem jî bûyera li qada Xelîfanê qewimî ya hê jî nehatiye zelalkirin, di hêla berjevendiyên netewî yên gelê me de asta mezinbûna metirsiyê nîşan dide. Ev di demekê de ye ku binxistina dewleta tirk ê niha tevgera dagirkeriyê birêve dibe, di serî de vê destê hêzên Başûr xurt bike û wê bi hemû gelê me û gelan mezin bide qezenckirin.

Em di vê mijarê de ji bo ku PDK’ê xwe ji vê planê qirêj ê dijimin dûr bigire û bi dijminên gelê me re hevkariyê neke gelek hewldan nîşan dan; hê jî em bi sebrek mezin vê hewldanê raber dikin. Encax hûn jî dizanin ku bûyerên ku van rojên dawî de pêkhatin, rewş hê zêdetir metrisîdartir dike. Lê rewş çi dibe bila bibe dê tu kes nikaribe serê binketina ku artêşa tirk a di bin berpirsiyartiya Hûlûsî Akar ê tetîkçî û dijminê sondxwarî yê gelê kurd binuximîne.

Heya dawiyê baweriya me heye ku wê hemû hevalên me li hemberî her cûre lîstokên dijmin bi tedbîr tevbigerin û bi şeklekî hê xuluqkartir ve encamên taktîkê me ya dema nû binirxînin û hê bihêztir pratîkên dema bê pêkbînin û bi rengekî mutleq berxwedanê bigihînin serketinê. Bi vê baweriyê em bi dil û can we hemûyan û di şexsê we de hemû hevalên me yên li qadên Herêma Parastinê yên Medyayê û bakurê Kurdistanê silav dikin, di vê pêvajoya girîng a dîroka têkoşîna me de ji we re serketinê dixwazin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar