Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Berxwedana 14’ê Tîrmehê îro li Îmraliyê û çiyayên Kurdistanê dewam dike’

Gerîlayên HPG'ê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn û gotin: “Berxwedana ku li zindana Amedê di sala 1982'an de destpê kir, îro li Îmraliyê û çiyayên Kurdistanê dewam dike. Em diyar dikin ku em deyndarê van lehengan in. Li ser vî esasî em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo azadiya gelan heta serkeftinê em ê têbikoşin.”

Gerîlayên HPG’ê Orhan Lotos û Armanc Kolîs li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê ji ANF’ê re axivîn.

Orhan Lotos: Em di salvegera 42’emîn a 14’ê Tîrmehê de berxwedana mezin ya rojiya mirinê ku di pêşengtiya heval Kemal, Xeyrî, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz de pêk hat û mohra xwe li dîrokê da, di şexsê van hevalan de em hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin, bejna xwe li beramberî bîranîna wan ditewînin. 14 Tîrmehê di dîroka Kurdistanê û di ya mirovahiyê de xwedî roleke girîng e. Di roja me ya îro de jî şêwazê têkoşîna me dide diyarkirin. Sekna milîtantiya PKK’ê bi berxwedana zindana Îmraliya derket holê û gihîşt lûtkeya herî jor. Niha jî afirînerê vê berxwedanê, di şert û mercên ku ji zindana Amedê xirabtir e di zindana Îmraliyê de tê meşandin. Ev 27 meh in bi Rêber Apo tu awayî hevdîtin pêk nehatiye, nahêlin gotineke wî derkeve derve. Berê di zindana Amedê de digotin ‘Türkçe konuş çok konuş’ (Tirkî biaxive, zêde biaxive) niha jî nahêlin gotineke Rêbertî derkeve derve.

Rêbertî di berxwedana xwe ya di girava Îmraliyê de kêlî bi kêlî helwesteke şoreşgerî raber dike, li hember siyaseta qirkirinê û îmhayê Rêber Apo dibe xwedî hêzek ku em jî xwe ava bikin û li ber xwe bidin. Ev berxwedan niha di tunelên şer de tê kirin. Rêber Apo li ber xwe dide, em jî dikarin li ber xwe bidin, Rêber Apo li hember hêzên dagirker ruhê fedayîne dide meşandin. Ji ber wê jî heval niha li Zap, Avaşîn û li hemû qadên Kurdistanê berxwedaneke destanî dikin. Ev ruh di şexsê Rêber Apo de destpê kiriye û di pêşengtiya wî de bi pêş dikeve. Em bi berxwedana Rêber Apo re hene, heta ku Rêber Apo zindana Îmraliyê li ber xwe bide em ê jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin û li ber xwe bidin. Yên ku damarê wijdanî pê re hebe, welatparêz e û li hember van komkujiyan dibe xwedî helwest, pewîst e li ber xwe bide. Ji ber ku faşîzm ne mirovahiyê û ne jî însanetiyê nas dike. Li cihê ku mirovayetiyê nas nake, li dijî mirovahiyê şer bike û bixwaze mirov tune bike, tenê çareyek heye, ew jî berxwedan e.

Em bawer dikin wê gelê me û yên ku li me guhdar dikin; wê tevlî vê berxwedanê bibin û ala serkeftinê bilind bikin. Her kes li ku dibe bila bibe; divê serî rake, li ber xwe bide û têkoşînê bilind bike. Careke din dubare em şehîdên 14 Tîrmehê û hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin. Bi ruhê 14 Tîrmehê em ê biçin ser kar û ji her kesî re serkeftinê dixwazim.

‘Dengê zîndana Amedê di çeperên şer de olan dide’

Armanc Kolîs: Berxwedana 14 Tîrmehê di şexsê Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Mehmed Xeyrî Durmûş û Elî Çîçek de deng veda. Di şexsê van lehengan de em hemû berxwedêrên wê demê bi bîr tînin, bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Wan hevalan di sala 1882’an de li gel derfetên kêm çareserî di rojiya mirinê de dîtin. Ji bo ku bigihêjin azadiyê biryareke bi vî rengî stendin, li ser vî esasî heta şehadetê jî berxwedana xwe domandin. Ew berxwedan ji sala 1982’an û heta îro tê, çavkaniya xwe ji van lehengan digire. Serokatî dibêje ‘Ez hêza xwe ji şehîdan digirim’. 24 sal in Rêber Apo di zindana Îmraliyê de bêyî rawestan berxwedana xwe didomîne. Serokatî ruhê xwe li ser esasê azadiyê ava dike, dagirker nikare îradeya Serok bişkîne, di roja me ya îro de di çeperên şer de ruhê 14 Tîrmehê heye. Careke din dagirkerî di zindanê de dixwaze îradeya kurdiyetiyê bişkîne û teslîm bigire. Ji ber ku ev îrade çavkaniya xwe ji van lehengan digire, ev îrade nayê şikandin. Em careke din van lehengan bi bîr tînin û em diyar dikin ku em deyndarê van lehengan in. Li ser vî esasî em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji bo azadiya gelan heta serkeftinê em ê têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar