Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Berxwedana Bagokê mîna 15’ê Tebaxê bandor li Rojava kir

Kamûran Hesen Mehdî destnîşan kir ku Berxwedana Bagokê ya 1'ê Nîsana 1988'an mîna Pêngava 15'ê Tebaxê bandor li Rojavayê Kurdistanê kir û helwesta wê demê ya PDK'ê bi bîr xist

Kamûran Hesen Mehdî ji Qamişloyê ye. Berxwedana gerîlayên PKK’ê ya 1’ê Nîsana 1988’an ku li Çiyayê Bagokê li dijî 10 hezar leşker, tank û helîkopterên artêşa tirk dimeşînin, bandorê lê dike û bi vî rengî Tevgera Azadiyê ya Kurd nas dike. Sala 1990’î bi karên ciwanan di asta welatparêziyê de tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurd dibe.

Kamûran Hesen Mehdî ku heta niha jî têkoşîna xwe dewam dike, anî ziman ku Berxwedana Bagokê ne tenê li bakurê Kurdistanê her wiha li Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, li tevahiya bajarên rojavayê Kurdistanê deng veda û ruh da gel.

Mehdî ku ji ANF’ê re axivî anî ziman ku Berxwedana Bagokê mîna Pêngava 15’ê Tebaxê ya Duyemîn bandor li xelkê herêma Cizîrê kir û wiha got: “Mêrdîn li ser sînorên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Dirbêsiyê yên Rojava ye. Bagok jî li ber Qamişloyê ye. Ya rast Mêrdînî û Rojavayiyên li ser vê xetê xizmên hev in; wê demê jî çûn û hatin çêdibû. Ez 16 salî bûm. Ciwanekî bi hestên Kurdîtiyê bûm. Min berxwedana li Çiyayê Bagokê piştî demeke kurt ji xizmekî xwe bihîst û gelekî bandor li min kir. Wê demê televîzyon, radyo tune bû. Dijmin çiqasî hewl dida veşêre û rastiyê berevajî bike jî vê berxwedanê deng veda. Milîtanên Rêber Apo li Rojava jî di nava gel de kar dikirin. Di serdana malan de qala vê berxwedanê dikirin.”

‘Coşeke mezin da gel’

Kamûran Hesen Mehdî ragihand ku şerê li Bagokê û berxwedana hate nîşandan ji 15’ê Tebaxê jî wêdetir bandor li herêma Cizîrê û tevahiya bajarên Rojava kir û ev tişt anî ziman: “Pêngava 15’ê Tebaxê jî bandoreke girîng kiribû, lê belê ji aliyê cografîk ve ji ber ku li cihekî dûr çêbûbû, wê demê her kesî nebihîstibû. Dostên tevgerê û kesên polîtîk 15’ê Tebaxê bihîstibûn, lê belê dema ku berxwedana 20 gerîlayan a li dijî 10 hezar leşkerên Tirk hate bihîstin, vê yekê coşeke mezin da gel. Weke ku gel li benda berxwedaneke bi vî rengî bû. Di nava gel de baweriyeke mezin afirand. Em wê demê gelekî ciwan bûn. Me moral jê girt. Wê demê em heval di nava hev de civiyan. Me hîn nizanîbûn ku navê wan gerîla ye. Me digot, ‘Şervanên Kurd li dijî artêşa Tirk ku tank, top û balafirên xwe heye û bi wan êrişan dike, berxwedaneke mezin nîşan dan. Bi hezaran leşker bi ser şervanên Kurd ve çûn, lê ew artêş şikest’. Dilê me şa bûbû. Vê rewşê bandor li kesayetiya me jî kir. Baweriya me ya bi xwe û gelê xwe zêde bû.”

‘Berxwedana Bagokê û PKK’ê bawerî dan me’

Hesen Mehdî bi bîr xist ku di destpêka salên 1980’î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê li Rojava dest bi kar kirin, lê belê wê demê piraniya xelkê herêmê di bin bandora partiyên ser bi PDK’ê ve bûn û wiha got: “Wê demê piraniya xelkê Rojava dostê PDK’ê bû. Malbata min jî bi heman rengî bû. Ya rast ji ber ku beriya PKK’ê tevgereke Kurd tune bû, bi hestên Kurdîtiyê piştgirî ji PDK’ê re dihate dayin. Dema ku Barzaniyan serî hildan, xelkê Rojava jî ji ber ku serhildana Kurdan bû piştgiriyeke mezin dabû û piştî ku PDK’ê sala 1979’an dest ji çekê berdan, bêbaweriyeke mezin çêbû. Di Berxwedana Bagokê û berxwedanên piştî wê de hate dîtin ku milîtanên PKK’ê bi hejmareke gelekî kêm jî be dikarin li hemberî artêşa herî mezin û faşîst, bi rengekî destanî li ber xwe bidin. Ji bo me ev tiştekî gelekî mezin bû. Me di vir de serketin dît. Baweriya têkoşînê bi gel re çêbû. Li dora Apoyiyan civiyan. Sala 1988’an bi bihîstina berxwedanê re herî zêde bandor li ciwanan bû. Ji Helebê heta Şamê ji zanîngehan tevlîbûn li nava refên gerîla çêbûn. Vê rewşê kir ku xelkê Rojavayê Kurdistanê hîn bêhtir li dora tevgerê bicive.”

‘PDK’iyan berxwedan û têkoşîna çekdarî reş kirin’

Kamûran Hesen Mehdî diyar kir ku partiyên ser bi PDK’ê ve mîna ku piştî Pêngava 15’ê Tebaxê kirin, piştî dengvedana Destana Bagokê jî dest bi propaganda reşkirina têkoşîna çekdarî û Tevgera Azadiyê ya Kurd kirin. Mehdî axaftina xwe wiha domand: “Piştî Pêngava 15’ê Tebaxê belavokeke dijber belav kirin. Digotin ‘Ne dema şer e, ev yek ji bo Kurdan xetereyeke mezin e’. Li ber berxwedana Kurdan radibûn. Nedixwestin ku hişyar bibe û têbikoşe. Nêzîkatiya wan bi vî rengî bû. Yekane tişta dixwestin ku Tirk razên û ew jî karibin li ser Kurdan axatiya xwe dewam bikin. Dema ku lehengiya gerîla ya li Bagokê hate bihîstin û bandor li me kir, heman nêzîkatî nîşan dan. PDK û partiyên li Rojava yên dûvikên PDK’ê li dijî tevgerê dest bi propaganda reşkirinê kirin, îftirayên giran kirin. Hewl dan ku nehêlin gel li dora Tevgera Azadiyê bicive. Ji ber ku fikrên Rêber Apo bandor li gel dikir û hêdî hêdî gel li dora tevgerê diciviya.”

‘PDK mîna doh îro jî êriş dike’

Kamûran Hesen Mehdî ragihand ku PDK û partiyên dûvikên wê nêzîkatiay xwe ya li 15’ê Tebaxê, Berxwedana Bagokê çibû heman nêzîkatiyê niha jî nîşanî Şoreşa Rojava û Tevgera Azadiyê dide û wiha got: “Nêzîkatiya wan a li Rojava jî bi heman rengî ye. Şoreşa ROjava pêk hat, Rêveberiya Xweser ava bû. Gelek êriş çêbûn û berxwedan hate nîşandan. Heta niha bi ti awayî pişgirî nedane û Rêveberiya Xweser nas nekirine. Berevajî, bi dewleta Tirk re bûn yek. Dewleta Tirk a faşîst li ser Rojava dest bi êrişên dagirkeriyê kir. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Partiyên ser bi PDK’ê ve tevlî vî karê dagirkeriyê bûn. Dewleta Tirk çend sal in çiyayên Başûrê Kurdistanê dagir dike, gerîla li ber xwe dide, PDK jî radibe PKK’ê sûcdar dike, destê xwe dide Tirkiyeyê û hewl dide PKK’ê ya ku Kurdan temsîl dike bieciqîne. Gerîlayan dorpêç dike û qetil dike. Ji van şehadetan PDK berpirsyar e. Berê jî bi rengekî eşkere şerê Kurdan kir, niha jî vê yekê bi veşartî dike. Lê belê em ji nûçeyan dibihîzin ku amadekariyê dike ku bi rengekî eşkere tevlî şer bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar