Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana bi hêza cewherî

Weke li cîhanê, li Kurdistan û Tirkiyeyê jî rojeva sereke ya civakan şewba vîrûsa koronayê (Covîd-19) ye. Li hemû cîhanê siyaset, saziyên zanistê û civak li ser bergiriyên li hemberî şewba Covîd-19’ê disekinin. Hema bêje rojeva hemû çapemeniyê jî nûçeyên der barê şewba vîrûsa koronayê de diyar dikin.

Tevî bertekên hevpar ên hemû mirovahiyê, polîtîkayên li dijî van bertekên hevpar jî derdikevin pêş. Dewleta TC’ê jî yek ji van e. Dikare bê gotin ku ji derketina Covîd-19’ê vir ve, xwedî polîtîkayeke bi vî rengî ye. Serê ewil hebûna şewba vîrûsa koronayê ya li Tirkiyêyê ji civakê veşart û bi vî awayî bû sedema belavbûna wê. Hem muayeneya bi hezaran kesên ji hecê vegeriyan ku îxtîmala vîrûsê bi wan re hebû, nekirin hem jî bêyî tu tedbîr bigirin ew berdan nav civakê.

Dewleta TC’ê hem bi vê bi sînor nema hem jî şewba vîrûsa koronayê ji xwe re kir wek firsend û bi kar anî. Ji aliyekî ve ji bo metirsiya vîrûsa koronayê ji mirovan re dibêje ‘Ji bo tevdîran ji mal û bajarê hûn lê ne dernekevin’, bi biryarên wergirtine jî ceza dide kesên li gor wan tevnagerin û ev kirine mecbûriyeteke zagonî. Piştî biryarên wergirtine polîs, yekîneyên kontrgerîla û hwd. şandin herêmên êrîşkirinê, mekan, semt û hwd. yên hatine plankirin û bi vî awayî dest bi êrîşên qirkirina fizîkî û siyasî kir. Êrîşên dagirkeriyê yên li dijî şaredariyên HDP’ê berdewam kirin. Demên dawîn pêkutiyên li ser girtiyên zindanan jî li êrîşan zêde kirin.

Polîtîkayên îşkencekar û faşîst ên li dijî girtiyên di zindanan de, her tim pêngavên detpêkê yên dewleta TC’ê ya qirker bûne. Ji vî alî ve pêkutiyên li zindanan her tim konsepteke dewletê bûye. Li dijî vê jî zindan rojeva sereke ya gelê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Lewma dewleta TC’ê ya qirker, ji bo rojeva sereke ya zindanan û gel biguherîne bi awayekî zanebûn bi feraseteke şerê taybet û psîkolojîk tevdigere. Hem di dema berxwedana grevên bîrçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven hem jî di dema berxwedanên zindanan ên grevên birçîbûnê yên berê polîtîkayeke wiha dabû ber xwe. Dewleta TC’ê ya qirker û klîka faşîst a AKP-MHP’ê ya temsîla wê dike, vîrûsa koronayê ji bo xwe dike firsend û bi vî awayî polîtîkayên xwe yên faşîst li zindanan bi pêş dixe.

Li hemû cîhanê valakirina zindanan tê guftûgokirin. Li hin welatan ev pêk jî hatiye. Di rojeva TC’ê de tiştekî wiha tune ye. Li pey hîle û xurdeyan e. Derneketina derve ya civakê ya ji ber vîrûsê weke firsend dibîne û bi vî awayî pêkutiyan li muxalefetê dike û dixwaze bertekan bê bandor bike. Klîka faşîst a AKP-MHP’ê dîsa zagona ‘înfaza cezayan’ anî rojevê. Bi vî awayî dixwaze ev zagon di meclisê de bê erêkirin û hemû çete û kujerên nêzî xwe berde û pêşiya sûcên nû li wan vebike. Li aliyê din jî li girtîgehên mîna Êlih, Şakran û hwd. bi polîs, leşker û gardiyanan êrîşî girtiyên siyasî, şoreşger dike. Piştî îşkenceyan girtiyan mişextî girtîgehên din dikin. Bi vî awayî jî dibin sedema belavbûna vîrûsa koronayê li girtîgehan. Ji niha ve nûçeyên bi vî rengî di çapemeniyê de dertên.

Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, sosyalîst, şoreşger û hêzên demokrasiyê ne xerîbên polîtîkayên zindanan ên dewleta TC’ê ya faşîst in. Bi çi awayî van polîtîkayan dikin meriyetê, bi tecrûbeyan tên zanîn. Gel dizane ku di cotmeh-mijdar-kanûna 1991’î de zindana Eskişehîrê ya wek ‘hucreyên mirinê’ dihat binavkirin, di kîjan şert mercan de û bi çi armancê hatin vekirin.

Berî ‘hucreyên mirinê’ yên Eskişehîrê bên vekirin bi sererastkirina ‘înfaza’ cezayan girtî û hikûmxwarên edlî hatibûn berdan. Ji bo bandora bertekên raya giştî kêm bikin xwedêgiravî hin ‘şoreşger’, ‘çepgir’, ‘sosyalîst’ û hwd. yên tirkiyeyî jî daxilî vê guhertinê kiribûn. Wek encameke vê guhertinê jî li gorî xala 125’emîn a TCK’ê girtiyên PKK’î di zindanan de mabûn.

Yên şandibûn ‘hucreyên mirinê’ yên Eskişehîrê bi giranî girtiyên PKK’î bûn. Niha jî girtiyên siyasî yên li zindanan bi giranî yan PKK’î yan jî yên bi îdiaya KCK’î ne hatine girtin dimînin. Dê bi ‘înfaza cezayan’ a ji aliyê klîka faşîst a AKP-MHP’ê tê sererastkirin jî, wekî sala 1991’î dê dîsa girtiyên bi îdiaya PKK’î ne hatine girtin li zindanan bên hiştin.

Tişta klîka faşîst a AKP-MHP’ê jî dixwaze bike ji vê pêştir ne tiştekî din e. Faşîzma Hîtler çi anîbe serê cihûyan, ew jî dixwazin heman tiştê bikin. Çawa ku faşîzma Hîtler cihûyên li ‘kampên temerkuzan’ kom kiribûn şandibûn odeyên gazê û bi vî awayî ew qir kiribûn, faşîzma AKP-MHP’ê jî dixwaze heman tiştê bîne serê kurdên di zindanan de.

‘Hucreyên mirinê’ yên Eskişehîrê di 1991’î de bi berpirsiyariya burokratên dewletê, wezîrê edaletê Suat Bîlge yê wê serdemê û koma bi pêşengiya musteşarê wî faşîstê tescîlkirî Arif Yuksel hatibûn vekirin. ‘Hucreyên mirinê’ yên wek sûcê mirovahiyê û lekeyeke reş kete nav rûpelên dîrokê, bi berxwedana şoreşgerên girtiyên azadiyê û bertekên hevpar ên raya giştî ya Kurdistan û Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê yên navneteweyî ji neçarî hatibûn girtin.

Roja me ya îro jî pêkan e û şert û merc hene ku êrîşên qirkirina kurdan ên klîka faşîst a AKP-MHP’ê ya dixwaze di bincila sererastkirina ‘înfaza cezayan’ de pêk bîne, bên şikandin. Gerîlayên azadiyê di çeperan de li ber xwe didin. Rastiya gelê kurd ê xwedî biryar û hişmendiya azadiyê heye. Ji vî alî ve derfet ji salên 91’î zêdetir in. Bi hêza xwe ya cewherî dikarin li derveyî modernîteya kapîtalîst bibin xwedî jiyaneke din. Dikarin hêz û derfetên xwe bikin yek û bi jiyaneke komunal û demokratîk li hemberî metirsiyên vîrûsa koronayê jî xwe biparêzin. Li gundên hatine valakirin û terkirin û jiyana wan a xwezayî ya li derveyî bajaran derfetên parastinê hîn zêdetir in. Heger ev pêk bên dê polîtîkayên qirkirinê yên li zindanan ên klîka faşîst a AKP-MHP’ê dikaribin bên astengkirin. Divê neyê jibîrkirin ku encax civaka birêxistinkirî û xwe dispêre hêza xwe ya cewherî dikare xwe biparêze û li hemberî her cure metirsî û êrîşan xwe biparêze û çareseriyê pêk bîne. Dikare pêşî li polîtîkayên klîka faşîst a AKP-MHP’ê ya hepskirina li malê û êrîşên qirkirinê yên li dijî girtiyên kurd ên ku di bin sererastkirina ‘înfaza cezayan’ de dixwazin pêk bînin bê girtin.

Nûçeyên Têkildar