Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Berxwedana Dag û Er di roja 54’an de ye

Greva birçîbûnê ya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku di destê PDK'ê de dîlgirtî ne, di roja 54'an de ye.

Greva birçîbûnê ya Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên di destê PDK’ê de dîlgirtî ne, dewam dike. Greva ku li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li Girtîgeha Hewlêrê destpê kir, di roja 54’an de ye.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er herî dawî li hemberî zexta ji bo lixwekirina kincê bi yek tîpî di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Ji ber ku hîn jî bersiv ji daxwaza wan re nehatiye dayin, çalakî dewam dike.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî. Dag ragihandi ku her diçe tenduristiya wan xirabtir dibe û got: “Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’ Em bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo kêm kiriye. Tenduristiya wî nebaş e.” Dag diyar kir ku wî jî 10 kîlo kêm kriiye û nikare zêde biaxive.

Malbatên girtiyan zextên li ser zarokên xwe şermezar kirin û bang li rewşenbîr û komeleyên mafên mirovan ên li Başûrê Kurdistanê kirin ku xwedî li zarokên wan derkevin.

KUŞTINA WAN HATE PLANKIRIN

KCK’ê jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan li dijî hevkarên herêmî yên MÎT’ê operasyonek pêk anîn, sîxurê bi navê Yasîn Alî Hidir girtin, ev şexs ji aliyê PDK û MÎT’ê ve ji bo kuştina Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er li girtîgehê hatibû wezîfedarkirin.

KCK’ê her wiha diyar kiribû ku pêwendiyeke yekser a Dag û Er bi kuştina endamê MÎT’ê nîne û gotibû, “Beriya her tiştî derbarê van her du girtiyan de agahiyên şaş ji raya giştî re hatine dayîn. Pêwîst e ev agahî werin sererastkirin û derbarê Mazlûm Dag û Abdurrahman Erd de raya giştî rast bê agahdarkirin. Li Hewlêrê di kuştina endamê MÎT’ê de rasterast ti eleqeya Mazlûm Dag û Abdurrahman Er nîne û cihê xwe di wê çalakiyê de negirtine. Tenê alîkarî dane hevrêyên ku çalakî pêk anîne. Hevalên ku ev çalakî kirine niha li ser wezîfeya xwe ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar