Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Berxwedana Dayikên Aştiyê di roja 27’an de ye

Ambargoya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ya li ser Wargeha Mexmûrê di roja 72’yemîn de didome. Ji bo rakirina ambargoyê jî Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 27 roj in tevî hemû şert û mercên nebaş jî li ber xwe didin

Di 17’ê tîrmeha îsal de berpirsyarê MÎT’ê yê başûrê Kurdistanê Osman Kose li restoranta Hoqqabaz a li Hewlêrê hate kuştin. Piştî vê bûyerê jî Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê bêyî ku sedemekê bi raya giştî re parve bike, ambargo danî ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr). Bi ambargoyê re ev 72 roj in ku ne tu kes dikare ji wargehê derkeve û ne jî dikare bikeve wargehê.

Li dijî vê ambargoyê, Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê xwestin bi rayedarên hikûmeta Başûr re hevdîtinê bikin. Bi vê boneyê jî bi rê ketin. Lê dayik li ber benda kontrolê ya hêzên asayîşa PDK’ê ku di navbera Mexmûr û Hewlêrê de ye hatin sekinandin. Li ser vê yekê jî dayikan li ber benda kontrolê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya dayikan a ji bo rakirina dorpêçê di roja 27’emîn de didome. Dayik tevî şert û mercên nebaş jî dibêjin ku di çalakiya xwe de bi israrin û heta ku ambargo bi dawî dibe jî dê çalakiya xwe berdewam bikin. Asayîşa PDK’ê rê nade ku xwarin û vexwarin ji bo dayikan biçe û tîma destûrê biçe serdana dayikan.

Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê

Her wiha ji ber ambargoyê dermanên li nexweşxaneyê kêm bûne, nexweş nikarin biçin bajarên Başûr da ku derman bibin û bi sedan karker jî nikarin biçin ser karên xwe. Niha jî gelek nexweş li bendê ne ku ambargo bê rakirin da ku biçin derman bibin. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar