Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana Dayikên Aştiyê li dijî ambargoya PDK’ê didome

Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li benda konrolê ya asayîşa PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 5 roj li pey xwe hiştin. Dayîk dibêjin ku heta ku bersiva daxwaza wan a rewa neyê dayîn û ambargo berdewam bike wê çalakiya xwe berdewam bikin

Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 50 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike.

Dayîkên Aştiyê yên Mexmûrê xwestin wek şandeyekê serdana rayedarên hikumetê yên li Hewlêrê bikin lê rastî astengiya asayîşa PDK’ê hatin û ev 5 rojin li benda kontrolê ya asayişa PDK’ê  çalakiya xwe didomînin. Jin û Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku ji Rojnewsê re axivîn li dijî vê helwesta PDK’ê nerazîbûn nîşan dan.

Endama Kordînesyona Meclisa Îştar Fedîle Tok ya ku ji bo rakirin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 127 rojan ketibû çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bêdorveger niha jî cihê xwe di nava çalakiya dayîkên aşitiyê de digre. Li ser dorpêça li ser wargehê Tok wiha got: “Pêwîste gelê kurd divê pêvajoyê de yekîtiya xwe çêbike. Dewleta tirk bi planên nû dixwaze xaka Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Dewleta tirk niha bi artêşa xwe, MÎT û hevkarên xwe tevahî xaka başûrê Kurdistanê dagir kirine. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze nirx, hebûn û rastiya gelê kurd tune bike. Ez bang li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr, parlamantoya Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî dikin ku li dijî van êrîşan helwesta xwe diyar bikin.”

Tok wiha domand: “Pêwîste her kurdekî bêje ez xwedî wijdanim divê li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekin û parastina şeref û namûsa xwe bike. Pêwîste kurd di vê pêvajoyê de yekîtiya xwe çêbikin û bi yekîtiyê bersiva dijminê xwe bidin. Herî dawî ji ez bang li tevahî jinan dikim ku dakevin qadan û berxwedan bilind bikin.”

Dayika bi navê Cemîle Korkmaz jî wiha qala armanca çalakiya xwe kir: “Ev zêdetirî 50 rojane amabargoyek girankirî li ser wargeha me tê meşandin. Di çerçoveya vê ambargorê de du dayîka pitikên xwe winda kirin, gelek nexweşên me yên giran hen rê nayê dayî derbazî bajarê Hewlêrê bibin. Heya niha me gelek çalakî û rêbaz bikar anîn lê encam ne girtin. Weke dayîkên aştiyê me biryar da ku em çalakiyek wiha bikin da em bigihin armanca xwe. Ev 5 roje çalakiya me berdewam dike, heya serkeftinê jî wê çalakiya me berdewam bike.”

Dayika bi navê Yildiz Çomlek jî ev tişt anî ziman: “Ev 5 rojin çalakiya me berdewam dike lê heya niha tu berpirs û rayedarê hikmeta Herêma Kurdistanê bersiva daxwazên me ne dane. Niha rê nayê dayîn ku xwendekar, karker û nexweşên me jî derbazî bajarê Hewlêr bibin. Du jinê ducanî pitikên xwe windakirin. Ji herkese re rê heye, lê tene ji bo wargeha me rê girtiye. Heya niha jî em nizanîn ji ber çî rê liber me girtine. Em dibêjin em birane lê ew wiha nafikirin. Gelo em biçin Hewlêr wê çi ji wan bê. Em daxwaz dikin ku ev ambargo li ser gelê penaber rabe.” MEXMÛR

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar