Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Berxwedana dayikên Mexmûrê ya li dijî dorpêça PDK’ê didome

Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo rakirina dorpêça PDK’ê ya li ser wargehê, ev 7 roj in çalakiya rûniştinê pêk tînin. Çalakî îro jî berdewam kir

Ambargoya PDK’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 52’an de berdewam dike. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo rakirina dorpêça li ser wargehê ev 7 roj in li ber Asayîşa PDK’ê çalakiya rûniştinê dikin. Çalakî bi şev û roj didome.

Tevî hemû astengiyan jî dayik çalakiya xwe didomînin. Dayikên Aşitiyê diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk neyê ew ê çalakiya xwe bidomînin. Hêzên asayîşê yên li benda kontrolê destûr nadin ku kesek serdana dayikan bikin û li gel dayikan hevdîtinê pêk bînin.

Dayikên Aşitiyê ku bi rojane li benda kontrolê di çalakiyê de ne gelek caran pêşmergeyan êrîşî wan kirin û heqaret li wan dikin. Di roja 5’ê îlonê de komeke ji jinan pêk dihat xwest ku bi dayikan re hevdîtinê bike. Lê ji hêla hêzên asayîşê ve hatin astengkirin û rastî êrîşê hatin. Meclisa Îştar a Mexmûrê jî bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî komê şermezar kir.

Daxuyaniya Meclisa Îştarê

Daxuyanî wiha ye:

“Weke ku tê zanîn ev 26 sal in wargeha me di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de ye. Wargeha me rexmî hemû zor û zehmetiyan jî dîsan li berxwedaye û jiyana xwe ya rojan berdewam kiriye.

Jinên Mexmûrê jî weke jinên Botanê xwedî dîrokek qedîm ku tejî berxwedan, têkoşîn û destkeftiyên girîng in. Ji derdor û cîranên xwe yên ku malavaniya wan dikin re bûye pêşeng, lê rexmî van hemû kiryar, berxwedan û têkoşînê jî ev 52 rojin wargeha Mexmûrê di bin dorpêçeke ji derveyî exlaqê mirovahiyê de ye. Ji bo ku ev dorpêç bê dawî kirin ev 7 roj in komek ji dayikên me li ber deriyê asayîşa PDK’ê di çalakiya rûniştinê de ne. Lê, belê em îro dibînin li Tirkiye û başûrê Kurdistanê bêrêzî û ziman dirêjiya herî mezin li hemberî dayikên me yên xwedî qîmet û berxwedêr dikin.

Bang li hemû derdoran kirin

Dayikên me yên ku li wir di çalakiya rûniştinê de ne ev 7 roj in bê xwarinin û hêzên asayîşa PDK’ê destûr nadin ne xwarin, ne jî ji bo serdana dayikan kes ji wargehê biçe wir. Heyanî niha ev çand caran komên dayikan yên wargehê xwestin biçin serdana dayikên di çalakiyê de ne, lê belê rastî astengî û heqareta hêzên asayîşa PDK’ê tên. Ji bo vê yekê di dîroka 5’ê vê mehê de komeke dayikan xwest biçin serdana çalakiyê bikin lê rastî astengiya hêzên asayîşa PDK’ê hatin û hêzên asayîşê bi hovane êrîşa wan kir û rastî heqaretê hatin. Em jî weke Meclisa Îştar a Wargehê vê êrîşa hovane bi tundî şermezar dikin û bangewaziya me ji bo tevahî saziyên mafên mirovan û rêxistinên jinên başûrê Kurdistanê heye ku li hemberî van êrîşan xwedî helwest bin û dengê xwe bilind bikin.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar