PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Berxwedan di roja 116’emîn de didome

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kir, di roja 116’emîn berdewam dike. Li aliyê din berxwedan Başûr, Ewropa û zindanan bi tevlibûna hezaran bilind bûye

Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 116’emîn de, berdewam dike.  Guven, dema di 8’ê mijdara 2018’an de bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îlan kir ku heta tecrid bi dawî nebe, dest ji çalakiya xwe bernade. Piştî Guven dest bi çalakiyê kir, di 12’ê Çile de Mehmet Ocalan şandin Îmraliyê û tenê 15 deqîqe hevdîtin hatkirin.

Guven, polîtîkayên hikûmetê yên li hemberî Ocalan rexne kir û derbarê hevdîtina hat kirin de, diyar kir ku bi dîtina 15 deqîqeyan tecrîd naşike û çalakiya xwe berdewam kir. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê çile de hat berdan. Piştî ku Guven hat berdan jî diyar kir ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê, dê çalakiya xwe berdewam bike û ev 116 rojin bi biryardarî li ber xwe dide.

Piştgiriya ji bo Guven

Her wiha serdanên partî, komele, sazî û dezgehên civaka sivîl û demokratîk ên ji bo Leyla Guven berdewam dikin. Jin û dayîkên ku dem bi dem çûn serdana Guven, ji bo ku Guven bijî û tecrîd bê rakirin dest bi kompanyeya îmzeyan kirin û Înîsiyatîfa Deng Bidin Leylayê” avakirin.

Berxwedana Nasir Yagiz di roja 103’yemîn de ye

Piştî çalakiya Leyla Guven Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Hewlerê bi heman daxwazê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêrveger kir. Çalakiya Yagiz jî di roja 103’yemîn de li gel rewşa tenduristiya wî nebeşe bi biryardarî berdewam dike. Her wiha çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 77’emîn de didome.

Berxwedana li zindanan

Piştî Guven û Yagiz li zindanan jî bi heman armancê berxwedan hat destpêkirin. Di 16’ê kanûna 2018’an de koma destpêkê tevli berxwedanê bû. Çalakiya koma ewil a ku li zindana dest bi girevê kir di roja 78’emîn de berdewam dike. Li aliyê din jî ji 1’ê adarê ve ye li hemû girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji derveyî girtiyên nexweş bi hezaran girtiyên azadiyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêderveger kirine. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar