Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Berxwedana di roja 188’an de didome

Berxwedana greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan kete roja 188’an. Her wiha çalakiya Nasir Yagiz di roja 175’an de û ya koma yekemîn a li girtîgehan jî di roja 150’î de berdewam dike. Çalakiya rojiya mirinê ya koma yekemîn a li girtîgehan 14 roj û ya koma duyemîn jî 4 roj li pey xwe hişt

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Guven di roja 188’an de didome.

Endamê HDP’ê Nasir Yagiz jî li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê bi heman armancê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya Yagiz kete roja 175’an. Çalakiya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê di roja 149’an de û ya koma yekemîn a girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî di roja 150’î de berdewam e. Piştî koma yekemîn a girtiyan, di dîrokên cuda de bi sedan girtî ketin greva birçîbûnê û herî dawî jî ji 1’ê adarê ve bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê û çalakî didome.

Çalakiya li Amedê

Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di vê çarçoveyê de Dag ji 3’yê adarê ve û Temel û Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer jî di 3’yê adarê de tevî parlamenter Dag li avahiya HDP’ê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha jî Yildiz, Yaşar, Tekîn û Ozgezer li malên xwe çalakiya xwe berdewam dikin.

Piştî derketin çalakî li malên xwe domandin

Li hêla din welatiyên ku di girtîgehê de dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre derketin jî çalakiya xwe li mala xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin a li Êlihe di roja 128’an de, ya Gurbet Ektîren di roja 119’an de, ya Mahsûn Şen a li Dêrik a Mêrdînê di roja 130’î de, ya Mûrat Aksîn a li Dêrikê di roja 61’an de, ya  Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê di roja 128’an de û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî di roja 77’emîn de, Naîme Çelîk jî li Rezana Amedê jî di roja 75’an de berdewam dike.

Çalakiya endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di roja 115’emîn de û ya Herêm Mehmûd jî di roja 80’yan de didome.

Çalakiya rojiya mirinê

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 30’ê nîsanê de çalakiya xwe veguherandin rojiya mirinê. Di 10’ê gulanê de jî koma duyemîn a girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin. Navê kesên di koma yekemîn a çalakiya rojiya mirinê de wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk, li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Ergîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Halûk Kaplan û Ferhat Turgay.”

Koma duyemîn a rojiya mirinê

Navê 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên di koma duyemîn de dest bi rojiya mirinê kirin jî  wiha ne: “Li Girtîgeha Kandirayê girtiyên bi navên Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadîn Akdemîr û Engîn Kahraman, li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyên bi navên Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mûstafa Taşan, li Girtîgeha Patnosê girtiyên bi navên Sena Efe, Burhan Şik, Faysel Atak û Şafî Kayhan, li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdagê girtiyê bi navê Reşad Ozdîl, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê girtiyên bi navên Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyê bi navê Saît Ozturk.”

Çalakiyên fedaî pêk anîn

Bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan, welatiyê bi navê Ugur Şakar li bajarê Krefeld ê Almanyayê di 20’ê sibatê de agir berda bedena xwe û di 22’yê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Bi heman boneyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici jî di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Bi heman boneyê girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û girtiyê siyasî Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar