Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Berxwedana dîrokî 182 roj in didome

Berxwedana greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 182’yan de didome. Çalakiya rojiya mirinê jî 8 roj li pêy xwe hişt

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest pê kiribû û piştî hat berdan li malê berdewam kir, di roja 182’yan de didomîne.

Li aliyê din, bi heman armancê li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê berxwedana Nasir Yagiz jî di roja 169’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Gallerê ya Îmam Şîş jî di roja 143’emîn de dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 144 roj in berdewam dike. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 109’emîn de bi biryardariyek xurt berdewam dike. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 74 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Berxwedana zêdetirî 350’î dîlên azadiyê ya li hemû girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya di 16’ê kanûna 2018’an de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya pêşenga çalekiya greva birçîbûnê Leyla Guven hatî destpêkirin jî di roja 144’an de berdewam dike. Bi heman armancê piştî 1’ê adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 68’an de berdewam dike.

Rojiya mirinê 

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoya Stenbolê, Gebzeya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 9’emîn de dewam dike. Navê 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne, wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Ergîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.”

Berxwedana li der ve

Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê adarê de, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên di 8’ê adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihê 122 roj, Gurbet Ektîren 113, Mahsûn Şen 124 û Mûrat Aksin 55 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 122 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 71 roj, Naîme Çelîk li Rezana Amedê 68 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin.

Çalakiyên canbexşane

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên canbexşane pêk anîn û şehîd bûn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de şehîd bû. Siraç Yuksek jî di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û tevli karwanê şehîdan bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar