Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Berxwedana dîrokî di roja 154’an de ye

Berxwedana li dijî tecrîda Ocalan a bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û niha bi hezaran kurd di vê berxwedanê de ye ket roja 154’an

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji aliyê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ket roja 154’an. Piştî çalakiya Guven di 16’ê kanûna 2018’an bi sedan girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdisatnê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege4r kirin. Çalakiya zêdetirê 350 girtiyî ket roja 116’an û ji 1’ê adarê ve ye jî li dora 7 hezar girtî li hemû girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine didomînin.

Piştî zindanê berxwedana li malê

Giriyên ku ji girtîgehan tên berdan jî bi israr çalakiya xwe li malê didomînin.  Hin ji van berxwedêran û roja berxwedan wan wiha ye; Berxwedana Seda Akin, li Êlihê kete roja 95’an, a Gurbet Ektîren a li Dêrika Merdînê kete roja 82’yemîn, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 92’yemîn, a Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê kete roja 42’yemîn û ya Naîme Çelîk li Rezana Amedê jî ket roja 42’yemîn.

Berxwedana parlamenteran

Li avahiya HDP’a Amdê jî çalakiya perlamenterên HDP’ê didome. Berxwedana parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag ji 3’yê adarê ve ye û berxwedana parlamenterên HDP’ê  yên wanê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve ye berdewam dike.

Li aliyê din berxwedana Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê jî 141 roj in didome. Çalakiya Fadîle Tok a Mexmûrê jî kete roja 81’an. Di heman demê de çalakiya Herêm Mehmût di roja 45’emîn, a Şeyma Ednan di roja 37’emîn  û ya Gulebax Celal jî di roja 22’yemîn de bi biryardarî berdewam dike.

Berxwedana li Ewropayê

Berxwedana 14 çalakgerên li Strasboûrgê û ya Îmam Şîş a li Galler a Ingilîstanê jî kete roja 115’an. Çalakiya   Yûsûf Îba a li Torontoyê kete roja 89’an, a Mustafa Tuzak a li Duîsburgê kete roja 88’an, a Husên Yildiz kete roja 83’yan, a Hasbî Çakici kete roja 82’ yemîn, a Şiyar Xelîl a li Nurinbergê kete roja 77’ emîn, a Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê kete roja 72’emîn, a Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê kete roja 67’ emîn,  a Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê kete roja 50,  a Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî kete roja 25’an. Çalakger bi biryarin û piştevaniya ji bo berxwedana wan jî ranaweste.

Çalakiyên canbexşane

Her wiha ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê, girtiya bi navê Medya Çinar li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê, girtiya bi navê Yonca Akici li Girtîgeha Jinan a Şakranê, girtiyê bi navê Siraç Yuksek li Girtîgeha Osmaniyeyê û herî dawî jî Mahsûn Pamay li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê çalakiya canbexşane pêk anîn û şehîd bûn. Di heman demê de li Almanyayê jî welatparêzê kurd ê bi navê Ugur Şakar çalakiya xweşewitandinê pêk anîbû û şehîd bûbû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar