Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Berxwedana dîrokî di roja 156’an de ye

Berxwedan çalakên girevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û niha bi hezaran kurd di vê berxwedanê de ye ket roja 156’emîn

Berxwedan û çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryar didomin. Çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Ocalan ku ji aliyê Hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin kete roja 156’yan. Piştî çalakiya Guven di 16’ê kanûna 2018’an de bi sedan girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdisatnê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakiya zêdetirê 350 girtiyî ket roja 119’an û ji 1’ê adarê ve ye jî li dora 7 hezar girtî li hemû girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û bi israr didomînin.

Çalakiya xwe li malê didomînin

Çalakgerên ku ji girtîgehan tên berdan jî bi israr çalakiya xwe li malê didomînin.  Hin ji van berxwedêran û roja berxwedan wan wiha ye; Berxwedana Seda Akin, li Êlihê kete roja 98’an, a Gurbet Ektîren a li Dêrika Merdînê kete roja 88’emîn, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 96’emîn, a Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê kete roja 43’yemîn û ya Naîme Çelîk li Rezana Amedê ket roja 43’yemîn.

Berxwedana li HDP’a Amedê

Li avahiya HDP’a Amdê jî çalakiya perlamenterên HDP’ê didome. Berxwedana parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û ji 3’yê adarê ve ye û berxwedana parlamenterên HDP’ê  yên wanê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve ye berdewam dike.

Çalakiyên li Başûr

Li aliyê din berxwedana Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê jî 143 roj in didome. Çalakiya Fadîle Tok a Mexmûrê jî kete roja 83’yan. Di heman demê de çalakiya Herêm Mehmût di roja 47’emîn, a Şeyma Ednan di roja 39’emîn  û ya Gulebax Celal jî di roja 24’emîn de bi biryardarî berdewam dike.

Berxwedana li Ewropayê

Berxwedana 14 çalakgerên li Strasboûrgê û ya Îmam Şîş a li Galler a Ingilîstanê jî kete roja 118’an. Çalakiya   Yûsûf Îba a li Torontoyê kete roja 91’an, a Mustafa Tuzak a li Duîsburgê kete roja 90’î, ya Husên Yildiz kete roja 85’an, a Hasbî Çakici kete roja 84’ emîn, a Şiyar Xelîl a li Nurinbergê kete roja 79’ emîn, a Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê kete roja 74’emîn, a Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê kete roja 69’ emîn,  a Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê kete roja 52’yemîn  a Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî kete roja 26’emîn. Çalakger bi biryarin û piştevaniya ji bo berxwedana wan jî ranaweste.

Çalakiyên fedayî yên li dijî tecrîdê

Her wiha ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên canbexşane pêk hatin. Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ûgûr Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’yê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên canbexşane pêk anîn û şehîd bûn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de şehîd bû. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiyên canpexşane pêk anîn û şehîd bûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar