Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Berxwedana dîrokî di roja 160’emîn de ye

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 160 roj in li ber xwe dide

Berxwedana  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir, di roja 160’emîn de didome.  Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 147’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 121’emîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiye 122 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 47’emîn de didome.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 102 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 92, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 100 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 49 roj, Naîme Çelîk li Rezana Amedê 47 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Greva birçîbûnê li qada navnetewî didome

Yusuf Îba li Torontoyê 94 roj, Mele Mustafa Tuzak li Duîsburgê jî 94 roj, Husên Yildiz 88 roj, Hasbî Çakici 87 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 87 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 83 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 78 roj, Şivan Agaogulu û Sultan Yigît ê li Paytexta Awusturya Viyana 71 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbuyî ya Cenevê 60 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 31 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmut 52 roj, Gulebax Celal 31 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiyên fedayî pêk anîn

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedayî pêk anîn û şehîd bûn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê şehîd bû. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedayî pêk anîn û şehîd bûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar