Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Berxwedana dîrokî di roja 162’yemîn de ye

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe 162 roj in li ber xwe dide

Berxwedana  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir, di roja 162’yemîn de didome.  Li Hewlêrê berxwedana Endamê HDP’ê Nasir Yagiz ê bi heman armancê destpê kir di roja 149’emîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 Çalakgeran û li Galler Îmam Şîş di roja 123’yemîn de didome. Çalakiya girtiyên girtîgehên bakurê Kurdistan û Tirkiye 124 roj in didome. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 49’emîn de didome.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag a di 3’ê adarê de, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên di 8’ê adarê de dan destpêkirin didome. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 104 roj, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 94, Semra Alkan a Alîaga ya Îzmîrê 102 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 51 roj, Naîme Çelîk li Rezana Amedê 49 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin.

Çalakiyên li qada navnetewî didome

Yûsûf Îba li Torontoyê 96 roj, Mele Mûstafa Tûzak li Duîsburgê jî 96 roj, Husên Yildiz 90 roj, Hasbî Çakici 89 roj in di greva birçîbûnê de ne. Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya Fadîle Tok 89 roj, Şiyar Xelîl ê li Nurinbergê 85 roj, Cemal Kobanê û Omer Bagdur yên li Kasselê 80 roj, Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ê li Paytexta Awusturya Viyana 73 roj, Mehmet Alî Koçar ê li ber Neteweyên Yekbûyî ya Cenevê 62 roj, Nahîde Zengîn, Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingîlîstanê Londonê 33 roj di gireva birçîbûnê de ne. Herêm Mehmût 54 roj, Gulebax Celal 33 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Çalakiyên fedayî yên li dijî tecrîdê pêk hatine

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê sibatê de Ûgûr Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de şehîd bû. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa T a Oltu ya Erziromê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiyên fedayî pêk anîn û şehîd bûn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê şehîd bû. Siraç Yuksek, di 2’ê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye, Mahsûm Pamay jî di 5’ê Nîsane de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedayî pêk anîn û şehîd bûn. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar