Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Berxwedana dîrokî di roja 166’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li dijî Ocalan, di roja 166’an de didome. Her wiha li welat û derveyî welat jî zêdetirî 7 hezar çalakvan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya greva birçîbûnê ya Guven 166 roj li pey xwe hişt. Di heman demê de hem li welat û hem jî li derveyî welat bi hezaran çalakvan bi heman boneyê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.

Çalakiya greva birçîbûnê ya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê jî didome û kete roja 153’yan. Di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê hatibû destpêkirin jî di roja 153’yemîn de bi israr didome.

Bi hezaran berxwedêr bi israr in

Li Strasbourg a Fransayê jî 14 çalakgeran, greva birçîbûnê dabû destpêkirin. Çalakiya li Strasboûrgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê 127 roj li pey xwe hişt. Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan di 16’ê kanûna sala 2018’an de li gelek girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi dehan girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştre jî di rojên cuda de bi sedan girtiyên ji heman dozê ketibûn greva birçîbûnê. Herî dawî, di 1’ê adarê de li hemû girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê zêdetirî 7 hezar girtî ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Çalakiya koma yekemîn a li girtîgehan kete roja 128’an.

Çalakiya parlamenter û endamên HDP’ê

Bi heman boneyê, parlamentera HDP’ê Dersîm Dag û endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer di 3’yê adarê de li avahiya HDP’ê ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan berdewam e. Di 8’ê adarê de jî parlamenterên HDP’ê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç û du welatiyên din li avahiya HDP’ê tev li berxwedana greva birçîbûnê bûn. Çalakî berdewam dike.

Têkoşîna wan li girtîgehê dest pê kir li malê didome

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre hatine berdan, li malên xwe çalakiya xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe 106 roj, a Gurbet Ektîren a li Dêrik a Merdînê 98 roj,  a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 106 roj û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî 55 roj li pey xwe hişt.

Li Mexmûr çalakvan li ber xwe didin

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 128’an de bi koma 41’emîn didome. Her wiha çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li wargeha Mexmûrê ya endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok ku di 21’ê çileyê de dabû destpêkirin jî 93 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya li Silêmaniyê

Di heman demê de ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyeyê jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger hatibû destpêkirin. Çalakî bi koma 64’an di roja 130’î de berdewam dike. Bi heman armancê li navçeya Kelar a Germiyanê endezyar Herêm Mehmûd 58 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Greva Gulebax Celal jî di roja 37’an de bi israr didome.

Çalakiyên fedaî

Welatiyê bi navê Ugur Şakar li dijî tecrîda li ser Ocalan, di 20’ê sibatê de li bajarê Krefeld ê Almanyayê agir berda bedena xwe. Şakar ku bi giranî birîndar bû, di 22’yê adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi heman boneyê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyê siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û herî dawî jî girtiyê siyasî Mahsûm Pamay di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar