Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Berxwedana dîrokî di roja 198’an de ye

Çalakî û berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 198’an de berdewam dike. Her wiha çalakiya Nasir Yagiz jî 185 roj li pey xwe hişt. Li hêla din çalakiya rojiya mirinê ya koma yekemîn kete roja 25’an û ya koma duyemîn jî di roja 15’emîn de didome

Berxwedana dîrokî ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi pêşengiya Hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pêk kiriye bi hemû biryardariya xwe didome. Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Leyla Guven îro kete roja 198’an. Bi heman armancê çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest pê kiribû jî kete roja 185’emîn. Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 159’emîn de berdewam dike.

Li zindanan 160 roj

Bi hemen armancê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî koma yekemîn di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya koma yekemîn 160 roj li pey xwe hişt. Piştî koma yekemîn, bi heman boneyê di roj û mehên cuda de jî bi sedan girtiyên din ketin greva birçîbûnê. Herî dawî jî bi tevlêbûna bi hezaran girtiyan, li zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê di 1’ê adarê de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û çalakî tevî hemû zextan berdewam e.

Çalakiyên li Başûr

Li başûrê Kurdistanê jî ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, gelek kes ketin greva birçîbûnê. Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger û yên bêdem û bêdorveger bi israr berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de çalakiya endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok di roja 125’emîn de û ya Herêm Mehmûd a li Kelara Germiyanê jî di roja 90’î de bi israr berdewam dike. Çalakiya rojiya mirinê ya ciwanê bi navê Merwan Memdûh Ozdemîr ku di 14’ê gulanê de li Silêmaniyê dest pê kir jî berdewam e.

Berxwedana parlamenteran

Bi heman armancê parlamentera HDP’ê Dersîm Dag di 3’yê adarê de û parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di 8’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya parlamenteran bi israr didome. Her wiha endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer tevî parlamenter Dag li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê jî hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe domandin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha jî çalakiyên xwe li malên xwe didomînin.

Çalakiyên li malan

Gelek kesên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin demek piştre jî hatin berdan. Welatî niha jî çalakiya xwe li malê didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe kete roja 138’an, a Gurbet Ektîren kete roja 129’an, a Mahsûn Şen a li Dêrik a Mêrdînê kete roja 137’an, a Mûrat Aksîn a li Dêrikê kete roja 71’an, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 138’an, a Hiznî Kilinç a li Serêkaniye ya Rihayê kete roja 84’an, a Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî kete roja 87’an û ya Naîme Çelîk jî li Rezana Amedê kete roja 85’an.

Koma yekemîn a rojiya mirinê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya hikûmetê ya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê, di 30’ê nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay di 30’ê nîsanê de weke koma yekemîn dest bi rojiya mirinê kirin. Rojiya mirinê ya koma yekemîn kete roja 25’an.

Koma duyemîn a rojiya mirinê

Di 10’ê gulanê de jî weke koma duyemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, li Girtîgeha Kandirayê girtiyên bi navên Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr û Engîn Kahraman, li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyên bi navên Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mûstefa Taşan, li Girtîgeha Patnosê girtiyên bi navên Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak û Şafî Kayhan, li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdag girtiyê bi navê Reşad Ozdîl, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê girityên bi navên Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyê bi navê Saît Ozturk dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê ya koma duyemîn jî ket roja 15’an.

Çalakiyên fedaî

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, welatiyê bi navê Ugur Şakar di 20’ê sibata îsal de li bajarê Krefeld ê Almanyayê agir berda bedana xwe û di 22’yê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyên siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar