Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Berxwedana gel û Ocalan komplo têk bir’

Amadekariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên ji bo 4’emîn Kongreya Asayî ku dê di 23’yê sibatê de bê lidarxistin, bênavber didomin. Di çarçoveya xebatên kongreyê de îro hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven beşdarî karê rêxistina HDP’ê ya Stenbolê bû û li otêleke li navçeya Fatîhê tev li hevdîtina bi komeleyên herêmê re bû. Tevî Guven parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglu û Meral Daniş Beştaş, hevserok û rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan jî di hevdîtinê de amade bûn.

Di hevdîtinê de hevseroka KCD’ê Leyla Guven axivî û bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Guven da zanîn ku komplo ji bo şikandina îradeya gelê kurd hate kirin û wiha domand: “Lê belê berxwedana pêşeng û rêxistiniya gelê kurd destûr neda vê tarîtiyê. Birêz Ocalan ev komlo pûç kir. Ocalan 22 sal in bi tena serê xwe li ber xwe dide. Heman tecrîd li hemû zindanan didome. Li dinyayê herî zêde Nelson Mandella di tecrîdê de hatibû hiştin û ev tecrîd 18 salan dom kir. Lê belê birêz Ocalan ev 22 sal in di tecrîdê de ye.”

‘Tenê Ocalan xwedî proje ye’

Bi domdarî jî Guven ev tişt destnîşan kir: “Ew dixwazin ku kurd li hev kom nebin. Ji ber vê yekê jî hewl dan hemû hewldanên ji bo yekitiyê têk bibin. Hewl didin pêşî li belavbûna nêrînên Ocalan bigirin. Ji ber vê yekê em ketin greva birçîbûnê. Li gel berxwedanê, encama derketiye holê têr nake. Divê em baş li ser hûr bibin bê ka em çima di vê rewşê de ne. Em hêz û morala xwe ji felsefeya Ocalan digirin. Li Rojhilata Navîn krîzeke giran heye. Her kes tiştekî dibêje lê yek ji wan xwedî proje nînin. Tenê birêz Ocalan xwedî proje ye. Gelê kurd dê bêstatubûnê êdî qebûl neke. Dawiya AKP’ê jî dê bi destê kurdan be. Dawiya wan nêz e. Em ê berxwedanê mezin bikin û bi ser bikevin.”

Guven herî dawî jî ji bo ku tev li kongreyê bibin bang li komeleyan kir. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar