Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berxwedana Girê Zendûra rûpeleke nû vekir

Gerîlayên li Zendurayê ji niha ve bûne lehengên Kurdistanê û gelê xwe û li eniya Girê Zendûra ku şiqama hişk a Apoyî li rûyê dagireran dayî 'berxwedan' nivîsandin

Zeman niha li Zendûra lêdide. Çi dibe bila bibe Zendûra û şervanên li Zendûra şer dikin ji niha ve qedera xwe diyar kirin û nivîsandin. Niha êdî bila dîrok biryarê bide bê ka te têxe kîjan rûpelê û çi binivisîne… Bila ev bibe peywira herî mezin a dîrokê li welate şervanan, li ser xaka Mezopotamyayê.  Bila dîrok bibêje zarokên siberojê ku li dijî êrîşên zalimên ji mirovtî ketin çawa li ber xwe didan. Bila ji niha ve were nivîsandin ku gerîla li tûneleke berxwedanê ya li Girê Zendûra çawa li ber xwe dide. Ev der ne Vîetnam e ku bi tûnelên şer qedera xwe guhertî ye, ne çiyayên Kuba ye ku artêşa bi seroktiya Batîsta de du hezar leşker şandî ser, ne Spanya ye ku di dîktatoriya Franko de şoreşger li dêrê li ber xwe didan, ne Şilî ye ku li kuçeyan şoreşger dihatin înfazkirin. Ev der Kurdistan e ku li Rojhilata Navîn li bihara gelan şoreşa wê zîl dide.

Welatê Kurdistanê ku dagirkeran, zaliman, xwînmijkan kirî çar parçe, sirgûn kirî, ji bo ku jinên wan ji xwe re bistînin fûtya dane, mêran wan bi zorê kirin kontra, zarokên wan asîmîle bûyî. Ev der cihekî wiha ye ku ezman tije balafir e, her roj tê bombekirin, her roj çeka kimyewî tê avêtin ku bi vê kimyasalê tevahiya sirûştê dikare were qirkirin. Tam li naverasa vî welatî, Girê Zendûra ku hemû kelehên berxwedanê bi çavên xwe diparêze, çavdêrî lê dike. Çavên xwe li ser Heftanînê ne ku meydana cejnê ye û ji bo dijmin şevreşk e, çavekî din li Zapê dinêre ku bi nêzîkatiyên taktîk gerîlayan dagirker li wir felc kirine. Û niha jî bi biryardariyeke ku kesî bîr nedibir, dijmin şaş kirî, gerîla jî bi heyranî lê dinêrin, gelê kurdistanî bi heyranî lê dinêre, li ber xwe dide.

Hevokeke ku beriya bi çendekê ji devê gerîlayekî HPG’ê derketibû ev rewş xweş digot:

“Leheng ji bo berxwedan û lehengiyan şahidan nîşan nadin, lê Zendûra ji niha ve bû şahidê hevrêyên me.”

Ji 23’yê Nîsanê ve dagirkeran her cure bombe, çek, gaz bi kar anîn. Ji bo ku têkevin Zendûra her rêbaz, taktîk bi kar anîn.  Hikûmeta AKP-MHP’ê ku hemû aliyên xwe yên mirovî ji dest dayî, li welatê xwe bi destê mêran her roj jinan dikuje, ji bo ku hilneweşe tu tiştek nema ku neceribandî, xwîna wê nemiştî û hat li Zendûra ket. Ne qelemeke me û ne jî hevokeke me heye ku em bikaribin destana berxwedanê ya gerîla binivîsin. Belkî jî ji bo ku em karibin berxwedana gerîla binivîsin divê em hevokên nû çêkin. Ji ber ku mirov nikare ya nû bi ya berê binivîse, tişta nû ya nû li ser mirov ferz dike.

Ew xwe li dîrokê dide nivisîn, berxwedanê dide pêş serdemê. Ev pêşbîniya li ya wê bê ye, bi sebir neqeşikirina azadiyê ya li wî girî ye, çendî dijwar jî be gav bi gav hîskirina şoreşê ye, di wan tûnelan de. Ev tê maneya ku mirov ruhekî nû li berxwedanê zêde bike, mirov ji nû ve dirûv bidiyê. Li gel her tiştî ‘jiyan’ e, esasdîtina jiyanê ye. Gerîlayên li Zendura ji niha ve bûne lehengên welatê Kurdistanê û gelê xwe, ji ber ku rûpeleke nû li dîrokê vekirin. Û li eniya Zendûrayê ‘berxwedan’ nivisandin ku careke din şeqama hişk a Apoyiyan li rûyê dagirkeran da. Çavkanî: ANF / Laleş Rênas – BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar