Pêngava kurewî “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” ya ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi hemû hêza xwe didome. Di çarçoveya pêngavê de li girtîgehên Tirkiyeyê di 27’ê mijdarê de çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin û di 4’ê nîsanê de bi dawî bûn. Girtiyan çalakiya xwe bi boykotkirina çûna dadgehan û hevdîtina bi malbatê re domandin. Ji girtiyên di nava van çalakiyan de cih girt rojnamevan Celalettîn Yalçin, pirsên têkildarî çalakiyên girtiyan û rewşa li girtîgehan bersivand.
Yalçin ku ji 9’ê mijdara 2023’yan vir ve li Girtîgeha Hejmar 5’an a Marmarayê girtî ye, diyar kir ku xitimandina pirsgirêka kurd û neçareserkirina wê gav bi gav polîtîkayên şer gur dike. Yalçin anî ziman ku tekane muxatabê çareserkirina pirsgirêka kurd Rêber Apo ye û got ku “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera 2013-2015’an de hat destpêkirin û gelek geşedanên din delîla vê yekê ne. Yalçin destnîşan kir ku bi tecrîda li ser Rêber Apo re neçareserî li meseleya kurd tê ferzkirin û got: “Astengiya herî mezin a li ber demokratîkbûyîna Tirkiyeyê neçareserkirina meseleya kurd û tecrîd e. Em wekî girtî, me nikaribû li hemberî vê xwe li bêdengiyê deyne. Lewma me jî ji bo li hemberî tecrîdê ku sîrateyî civakê jî kiriye hesasiyetek çêbibe me çalakiyeke wiha da destpêkirin.”
Yalçin bilêv kir ku girtîgeh ji berê de di warê çareserkirina meseleya kurd û rakirina tecrîdê de tiştak ketiye ser milê wê kiriye û got: “Bêguman girtiyên di girtîgehan de, her tim di warê geşedanên li derve de hestiyar in. Ji lew re çalakiyên li derve rasterast bandorê li girtîgehan jî dikin. Çendî em di nava çar dîwaran de bin jî meseleya me ya sereke meseleya kurd e. Divê em her kêliyê vê mesleeyê gengeşe bikin û têkoşîna xwe bi vî awayî bidomînin.”
Yalçin anî ziman ku girtîgeh qadên berxwedanê ne û bal kişand ser çalakiyên boykotkirinê yên bi dawî bûn û got: “Me jî piştî grevên birçîbûnê çalakiyên xwe bi boykotkirinê domandin. Helbet ev yek, pêwendiya me ya bi derve re bi temamî qut kir. Lê ji ber ku me bi îradeya xwe kir, pirsgirêkeke cidî rû neda. Armanca me ew bû ku em di serî de malbatên xwe bi giştî jî tevahiya raya giştî hişyar bikin ku di warê tecrîdê de hesas bin.”
Yalçin destnîşan kir ku heya tecrîd hebe wê çalakiyên wan jî bidomin û wiha pê de çû: “Têkoşîna li derve ji bo me çavkaniya moralê ya herî mezin e. Lê heya tecrîd neyê şikandin em dikarin bejin çalakiyên me jî kêm dimînin. Lewma divê em bi rê û rêbazên cüda çalakiyên xwe yên demokratik bidomînin. Divê rê û rêbazên me wisa bikin ku tecrîd bê rakirin. Mixabin çalakiyên wekî daxuyaniyan ên di avahiyan de encamê nagirin. Her wiha derdorekê jî çênakin. Lewma divê em derî bi derî bigerin û tecrîdê û meseleya kurd gengeşe bikin.”
Yalçin ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan jî bang li raya giştî kir ku hestyar bin û got: “Tecrîda mutleq a li Îmraliyê li hemû girtîgehên Tirkiye û yên li Kurdistanê belav bûye û ji sedî yekê mafên me jî nayên dayîn. Ser hewadariyê bi telan hatiye girtin. Ev rêbazeke wiha ye ku ‘nêrîna li asîmanan qedexe ye.’ Her wiha mafên me yên çandî û civaî jî hatine binpêkirin. Em serî li ku bidin jî bersiv tüne ye. Lewma divê her kes di warê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de hesas tevbigere.”