Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...
Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Berxwedana greva birçîbûnê 199 roj li pey xwe hişt

Berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, didomin. Di vê çarçoveyê de çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven kete roja 199’an û ya Nasir Yagiz jî kete roja 186’emîn. Li zindanên Tirkiyeyê jî 30 girtî çalakiya xwe ya rojiya mirinê didomînin

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê mijdara sala 2018’an de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Leyla Guven di roja 199’an de bi israra berdewam dike.

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a endamê HDP’ê Nasir Yagiz ku li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dest pê kiribû jî kete roja 186’an. Çalakiya greva birçîbûnê ya 14 çalakvanan a li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 160’emîn de didome.

Çalakiya li zindanan didome

Li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî bi heman boneyê girtiyên di koma yekemîn de di 16’ê kanûna sala 2018’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Çalakiya koma yekemîn 161 roj li pey xwe hişt. Piştî koma yekemîn, bi heman boneyê di roj û mehên cuda de jî bi sedan girtiyên din ketin greva birçîbûnê. Herî dawî bi tevlêbûna bi hezaran girtiyan, li zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê di 1’ê adarê de çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir û çalakî bi biryariyeke mezin berdewam dike.

Rojiya mirinê ya Ozdemîr kete roja 12’an

Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, endama Koordînasyona Meclisa Îştarê Fadîle Tok li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 126 roj in û Herêm Mehmûd jî li Kelar a Germiyanê 91 roj in di greva birçîbûnê de ne. Her wiha çalakiya rojiya mirinê ya ciwanê bi navê Merwan Memdûh Ozdemîr ku di 14’ê gulanê de li Silêmaniyê dest pê kiribû jî berdewam e.

Greva birçîbûnê ya li Amedê

Bi heman boneyê parlamentera HDP’ê Dersîm Dag di 3’yê adarê de û parlamenter Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî di 8’ê adarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û çalakî didome. Her wiha endamên HDP’ê Îsmet Yilmaz, Salîh Tekîn, Sevîcan Yaşar û Bîlal Ozgezer tevî parlamenter Dag li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’yê adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê jî hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe domandin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha jî çalakiyên xwe li malên xwe didomînin.

Li malên xwe li ber xwe didin

Welatiyên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirin û demek piştre jî hatin berdan, çalakiya xwe li malên xwe didomînin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Sedat Akin a li Êlihe kete roja 139’yan, a Gurbet Ektîren kete roja 130’an, a Mahsun Şen a li Dêrik a Mêrdînê kete roja 138’an, a Mûrat Aksin a li Dêrikê kete roja 72’yan, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 139’an, a Hiznî Kilinç a li Serêkaniye ya Rihayê kete roja 85’an û ya Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê jî kete roja 88’an.

Koma yekemîn a rojiya mirinê

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan û bêdengiya hikûmetê ya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê, di 30’ê nîsanê de çalakiya xwe veguherand rojiya mirinê. Di vê çarçoveyê de li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiyên bi navên Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek, li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiyên bi navên Ardil Çeşme û Asli Dogan, li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê girtiyên bi navên Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut û Erol Çelîk û li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê jî girtiyên bi navên Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay di 30’ê nîsanê de weke koma yekemîn dest bi rojiya mirinê kirin. Rojiya mirinê ya koma yekemîn kete roja 26’an.

Koma duyemîn a rojiya mirinê

Di 10’ê gulanê de jî weke koma duyemîn a girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, li Girtîgeha Kandirayê girtiyên bi navên Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr û Engîn Kahraman, li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê girtiyên bi navên Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren û Mûstefa Taşan, li Girtîgeha Patnosê girtiyên bi navên Senar Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak û Şafî Kayhan, li Girtîgeha Jimar 1 a Tekîrdag girtiyê bi navê Reşad Ozdîl, li Girtîgeha Jimar 2 ya Tekîrdagê girityên bi navên Zekî Bayhan û Yilmaz Yildiz û li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê jî girtiyê bi navê Saît Ozturk dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê ya koma duyemîn jî 16 roj li pey xwe hişt.

Çalakiyên fedaî

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, welatiyê bi navê Ugur Şakar di 20’ê sibata îsal de li bajarê Krefeld ê Almanyayê agir berda bedana xwe û di 22’yê adarê de jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha girtiyê siyasî Zulkuf Gezen (33) di 17’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa F-2 ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet (24) di 23’yê adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam (23) di 24’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û girtiya siyasî Medya Çinar (24) jî di 25’ê adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan. Her wiha girtiya siyasî Yonca Akici di 29’ê adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakiya fedaî pêk anî û di 1’ê nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Girtiyên siyasî Siraç Yuksek di 2’yê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniyeyê û Mahsum Pamay jî di 5’ê nîsanê de li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar